Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye

  • rojane
  • 09:08 5 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED – Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bertek nîşanî mudaxaleya li dijî KCD'ê da û got: "Ev perçeyekî Plana Rizandinê ya AKP'ê ye. KCD ne tenê avahiyek û tabelayek e. Cewherê vê mudaxaleya KCD'ê êrîşa li dijî pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca demokratîkkirina Tirkiyeyê hat avakirin. di bin baneya wê de partiyên siyasî, komele, rêxistinên demokratîk û kedê hibûn. Siyayasetmedar, akademîzyen û nivîskar hebûn. Komên baweriyan, komên çand û hunerê, ziman û tenduristiyê hebûn. Nêzî 800 rêxistin di bin baneyê wê de hebûn. KCD armanc dikir ku raste rast bi dewletê re rûnê û meseleyê çareser bike. Lê piştî îqtîdarê pêvaya çareseriyê bi dawî kir, dest bi mudaxaleya van saziyên demokratîk û muxalif kir û herî dawî KCD di 26'ê Hezîranê de mohr kirin. Têkildarî mohrkirinê û polîtikayên hikûmetê Hevserokê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk bertek nişanî mohrkirina KCD'ê da û wiha got: "KCD ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muhatabek sereke bû. Bi 'Plana Têkçûnê' ev pêvajoya îro xistin meriyetê. Li gel hemû sextan me hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo yekîtiya neteweya Kurd gavên girîng avêt."  
 
‘EM CIVAKEK BI RÊXISTIN DIXWAZIN' 
 
Ozturk, anî ziman ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nabin û wiha got: "Kongre ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike û Tirkiye demokratîk bike di sala 2007'an de ava bû. Armanca xebatên KCD'ê civakek demokratîk û bi rêxistin ava bike. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe KCD'ê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê gavên gelek girîn avêt. Xebatên girîng kirin. Em civakek bi rêxistin dixwazin. Em dizanin ev polîtîka ne ewle ne û pirsgirêkê çareser nakin. Rê û rêbaza çareseriyê diyalog û muzakere ne. KCD'ê bi taybetî ji bo yekîtiya Neteyewa Kurd pêş bikeve xebatên girîng dan ser milê xwe. Di sala 2013'an de xebatên Yekîtiya Neteweyi hatibû merhaleya dawî." 
 
‘YÊN DOZA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DIKIN DIBIN ARMANCA ÎQTÎDARÊ' 
 
Ozturk, destnîşan kir ku gelek sazî, rêxistin, komele û partiyan di bin baneyê KCD'ê de cih digirin û wiha axivî: "KCD sîwan û nûnertiya hemû bawerî, çand, ziman û cudakariyên li ser axa Kurdistanê dijîn dikir. Kongreya hemû bawerî, reng û çandan bû. Li Tirkiyeye demek dirêj e faşîzm dixwaze xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê rêxistinên wekî KCD'ê ku demokrasî û azadiyê dixwaze û ji bo vê yekê têdikoşe dibe armanca îqtîdarê. Di serî de jî KCD hedefa wan e. KCD'ê her dim bi komxebat, konferans, panel û xebatên din hewl da pirsgirêkan çareser bike. Divê baş bê zanîn ku îro mudaxaleya li dijî KCD'ê li tevahiya Tirkiyeyê pêş dikeve. Îro hemû hêzên muxalif û rêistinên civakî di hedefa îqtîdarê de ne. Lê bi ser nakevin. Ji ber ku ev têkoşîn heta bigêje armanca xwe dê bidome."  
 
YÊN DUH DIGOTIN KCD JI BO TIRKIYEYÊ LAZIM E, ÎRO RÊXISTINA TERORÊ ÎLAN DIKIN
 
Ozturk, anî ziman ku piştî hewa siyasî hat guhertin mudaxale jî hatin guhertin û wiha lê zêde kir: "KCD ji destpêkê heta niha heman xebatan dike. Her tim li gorî zagon û demokrasiyê xebatan dike. Lê piştî hewa siyasî hat guhertin mudaxale jî guherîn. Niha dixwazin KCD'ê kriminalize bikin. Dema em li van polîtîkayan dinerin dibêjin ‘Kurd tune ne. Hûn wekî Kurd nikarin bijîn. Yên ku wê demê dihatin ji KCD'ê nerîn û pêşniyar dixwestin û digotin KCD ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng e, îro KCD'ê wekî rêxistina terorê nişan didin. Ev girêdayî rewşa siyasî ye. Dema di serdema Serokê Meclisê Cemil Çiçek de xebatên Destûra Bingehîn dikir, Cemîl Çîcek dawetname şand ji KCD'ê re û pêşniyarên wê xwest. Wê demê nûnerên AKP'ê jî tev li civînên KCD'ê bûbû. Lê îro wekî rêxistinek dijzagonî nîşan didin. 
 
‘LÎSTEYA DELEGEYAN 'BI DEST XISTIN' 
 
Ozturk, destnîşan kir ku dixwazin KCD'ê dijzagonî û rêxistina terorê nîşan bidin û wiha berdeam kir: "Tu xebat û karê me yê li dijî zagonê û hiqûqê tune ye. Her tiştê me aşkere û zagonî ye. Tişta dibêjin 'Me bi dest xist' Lîsteya delegeyên me yên Kongreyê ye. Dibêjin me materyalên dijital bi dest xist. Di nava vê yekê de xebatên me û lîsteya delegeyên me hene. Me tu carî ev ji kesî veneşart. Em aşkere dibêjin tu delîlê sûc tune ye. Mudaxaleya li dijî KCD'ê ne nû ye. Dayika me ya 72 salî Makbule Ozbek binçav kirin û girtin. Em li dosyayan dinerin tiştek tune ye. Polîs bi fermanê binçav dikin. Dozger îdeanameyê amade dike û dadger jî biryarê dide. Niha tişta min bê sûcdar dikin axaftinên min in. Axaftina Kurdî jî xistine feslekeyê. Nêzî 70 fezleke der barê min de amade kirine. Em carek din dibêjin pirsgirêk bi çekan û şer çareser nabe. Pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan, bi aştî û demokrasiyê çareser dibe. 
 
Serokomar Tayyip Erdogan digot 'Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe hewce be ezê jahrê vexwim' Lê niha vê jahrê bi civakê dide vexwarin. Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya muzakereyan da destpêkirin. Hevserokê me yê berê Birêz Hatip Dicle di nava heyetê de cih girt. Piştî hevditinên di nabera salên 2013-2015'an de li Dolmabahçe 10 xalên çareseriyê hatin aşkerekirin. Ger ku îro ev xal ketibûna meriyetê dê rewşa Tirkiyeyê ne ev bûye. Ew pêvajo xera kirin. Dîsa digirin, sirgûn dikin û dukujin. Vîna gelê Kurd nas nakin. KCD ne tenê tabela ye û ne jî avahiyek e. Ev yek dê bêtir KCD'ê bi hêz û xurt bike. Dikarin mohr bikin û tabelayê daxin. Ev mudaxaleya li dijî KCD'ê êrîşa li dijî demokratîkbûn, azadî, aştiya Tirkiyeyê ye. Li dijî pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Li dijî pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye. Em ê bêtir têbikoşin. Heta em bigêjin armanca xwe û pirsgireka Kurd û yekîtiya Neteweya Kurd pêş bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Berê bi mudaxaleyan bi ser neketin dê ji niha û şûnde jî bi ser nekevin. DAWΠ
 
MA / Arjîn Dilek Oncel - Ergin Çaglar - Cahît Ozbek
 
 
 
 

Sernavên din

05/07/2020
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn