MÊRDÎN - Li Navçeya Qoserê karker Engîn Tekin û Şeyhmus Akatay, dema genim bar dikin bi kareba (elektrîk) ve zeliqîn mirin.
Li Navenda Bazirganiya Zad û Dexil a Qosera Mêrdînê karker Engîn Tekîn û Şeyhmus Akatay, dema genim bar dikirin, bi kareba (elektrîk) a elevatorê zeliqîn û jiyana xwe ji dest dan. Karkeran duh dema li Navenda Zad a li Tesîsên Denktaşê genim li kamyonê bar dikirin bi karebayê ve zeliqîn û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 2 karkeran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Piştî otopsiyê cenazeyê Tekin li taxa Medya û cenazeyê Akatay jî li taxa Sanayiyê defin kirin. Malbatê ji ber şewba vîrûsê şîn danenîn.