NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Efrînê mayinek bi erebeyekê ve teqiya. Di teqînê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên ji Efrînê agahî da Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li bajarê Efrînê mayinek bi erebeyekê ve teqiya. Çavkaniyan diyar kir ku di encama teqînê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû. Tu agahî der barê nasnameyên her du kesan de nehatin bidestxistin. Hêj tu aliyekî teqîn negirtiye ser xwe.