DERSÎM – Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku 6 mehin winda ye. Dayika Gulistan her roj li tenişta Geliyê Mûnzurê li keça xwe digere û dilorîne. Lorîna Dayika Gulistan mirovan hestiyar dike.
Xwendekara Zanîngeha Munzûrê ya 21 salî Gulîstan Doku di 5'ê Çile de winda bû û 6 mehin agahî jê nayê girtin. Bi îdîaya Gulistan Doku di geliyê Mûnzûrê de winda bûye nokerên avê li gelî li bedena Gulistan digerin. Dayika Gulistan Bedriye Doku, jî bi mehan diçe ser delavê Geliyê Mûnzûrê û lorîkan dibêje. Lorîka Bedriye Doku ku ji bo keça xwe lorand mirov hestiyar kir. Lorîka Bedriye Doku ya bi Kurdî wiha ye.
“Dayika Gulistanê serê xwe da Dêrsimê
Min got Gulistana min ya li mala ogretmenê xwe yo ya li mala hevalê xwe yo
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
Xelkê ji te re got 'tu qîza Diyarbekiriyayî' te winda kirin,
Haylê minê haylê minê haylê minê Gulistana minê,
Keça min rebê alemê bi te ra be,
Keça min xwedê heqê te ji kesî re nehêle,
Keça min ger tu mirî bî şîrê min li te helal be,
Keça min bila biça ser çiyayên Dêrsimê bigeriyan
Keça min berxika min,
Keça min diya te li ser rêya Dêrsimê mala xwe danî
Keçê di nav berf û baranê nobet danî,
Keçê Gulistan ji derdê te ku de biçim?
Keçê xelkê ji te çi xwestibû.
Te çi kiribû?”