AMED - 1 milyon û 500 hezar tl alîkariya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli bi Amedsporê re kiribû, Wezîrê Karên Hundir bi rêya qeyûm paşve xwest.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, beriya ku qeyûm tayînî şûna wî bê kirin û bê girtin, 1 milyon û 500 hezar tl alîkarî dabû Amedsporê. Lê Wezîrê Karên Hundir bi rêya Qeyûmê nû bi hinceta fikra b a Xala 14'an a Zagona Şaredariyan a Hêjmar 5393'an, 1 milyon û 500 hezar tl'yê ku Mizrakli dabû Amedsporê dîsa paşve xwest.