ÊLIH - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezoyê de girtin
Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Hezo ya Êlihê de girtin. Piştî serdegirtinê, polîsan bangî rêveberiya partiyê kirin ku bên avahiyê.
Hevserokê HDP'ê yê Hezoyê Omer Kûlpû, diyar kir ku heya niha tu binçavkirin tuneye û lêgerîna di avahiyê de dewam dike.