* Derket holê ku 4 dozgerên ku lêpirsîna der barê mala Şenyaşaran de bi rê ve dibin, ji dêvla ku cinayeta hatiye kirin ronî bikin, rabûne ji bo têkiliya mala Şenyaşaran a bi rêxistinê re îspat bikin, cihê gorên wan lêkolîn kirine. Parêzkar û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji mala Şenyaşaran Esvet, Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn.
* Girava Axtamarayê û dêra li ser hê jî bi xweşikî û spehîtiya xwe tehsîrê li serdêrên xwe dike.
* Dîrozan-nivîskar Namik Kemal Dînç, anî ziman ku Ayasofya di salvegera Peymana Lozanê de ji bo îbadetê hatiye vekirin û got: "Tirkiye îlan dike ku ber bi awayê dewleteke îslamî ve diçe."
* Lijneya Koordînasyona Bajar ya TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê ku Keleha Rabatê û Şelaleya GAP'ê tehdît dike bê betalkirin.
* Sendîkaya Naklîyat Îş'ê wê li gel karkerên ku ji bo mafê tazminatê bi mehan li ber xwe didin, li pêş Fabrîqeya Traktorê ya Uzel û Metroya Guneşli daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00 - 14.00)
* Rêxistinên Ciwanên Stenbolê, bi boneya ciwanên li Pirsûsê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin dê li Rihtima Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê dê di çarçoveya kampanya "Jin li her derê ne" li Dersîm, Aydin û Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00 - 19.00)