* Di ser çalakiya rojiya mirinê ya li dijî îşkence û hovitiya Girtîgeha Amedê hatibûn destpêkirin re 38 sal derbasbûn. Şahidên wê demê diyar kirin ku di navbera hişmendiya wê demê û ya niha de tu ferq nîne û gotin: “Wê demê Esad û Co’yek hebû lê niha hejmara wan ji sedî zêdetir e."
* Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç, bal kişand ser polîtikaya îqtîdarê ya "Pir Baroyî" û wiha got: "Îqtîdar bi vê zagonê dixwaze bîrdoziya xwe serwer bike. Bi pergala Pir Baroyî dixwaze faşîzmê bêtir xurt û zexm bike."
* Serokê Baroya Stenbolê yê berê Turgut Kazan, bal kişand ser pergala “Pir Baroyî" ku li meclîsê hat erêkirin û got: "Ev zagon ya Metin Feyzîoglu ye. Bi vê guhertinê, dixwaze keleha dawî ya bê alî mabû jî dîl bigire û têxe kontrola xwe."
* Girtî Dîlaver Keklîk, piştî 27 salan girtî ma, serî li dadgehê da û xwest bê berdan. Heyeta dadgehê serledana Keklîk, li ber çav girt û biryara hepsa malê da. Li ser biryara dadgehê Keklîk, ji Odemîşê serbest berdan û şandin hepsa malê. Keklîk, ku niha li hepsa malê ye, bal kişand ser belavbûna Covît-19 û wiha got: "Vîrûs li girtîgehan pir belav bûye. Li aliyê din tecrîda li girtîgehan didome."
* Li herêmê operasyonên eskerî bi demsala havînê re zêde bûn. Ji ber operasyonan ekolojî zerarek mezin dibîne. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, bal kişand ser operasyonên eskerî û armanca wan û got: "Li herêmê bi navê ewlehiyê li her derekê qereqolan ava dikin. Riya geliyê Balaro yê li quntara Cudî qut kirine. Hêjmara eskeran duqatî gel zêde bûye."
* Wekîlê Serokên Koma HDP Saruhan Oluç, dê têkildarî geşedanên d8awî li meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Parêzerên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag dê têkildarî danişîna Yuksekdag ku sibê bê dîtin li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)