Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin

img

ENQERE - Di ser hewldana 15'ê Tirmehê re 4 sal derbas bûn. Lê hêj berpirsiyarê esasî nehatine ronîkirin û cezakirin. Endamê Komîsyona Lêkolîna Hewldana Darbeyê yê CHP'ê Prz. Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku ji bo berpirsiyarên esil bên ronîkirin û aşkerekirin AKP dibe asteng. Prof. Dr. Cem Kaptanoglu jî anî ziman ku piştî hewldana darbeyê xwestin civak razî bibe, lê êdî civak ji vî halî razî nabe. 

 
Li Tirkiyeyê di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hewldana darbeyê pêş ket. Di ser hewldana 15'ê Tîrmehê re 4 sal borîn. Eskerên ku tê gotin endamên Cemaeta Fethullah Gulen bûn û di nava TSK'ê de bi cih bûbûn, dest bi vê hewldanê kirin. Di şeva hewldanê de 251 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 hezar û 194 kes jî birîndar bûn. Li saziyên fermî yên wekî Serokatiya Serfermandariyê, Teşkîlata Parastina Neteweyî û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, li ser pirên Stenbolê û gelek navnedan di navbera esker û polîsan de şer derket. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'an, 36 sal şunde dîsa hewldana darbeya eskerî pêk hat. Hikûmeta AKP'ê ji hewldana darbeyê Cemaeta Fethullah Gulen berpirsiyar girt. Piştî AKP di sala 2002'an de bû îqtîdar, kadroyên xwe yên girîng xistin nava dewletê. Di pêvajoya  Ergenekon-Balyozê de hin kes tasfiye kirin û kadroyên xwe li şûna wan bi cih kirin. Ji kesê berpirsiyare darbeyê Orgeneral Akin Ozturk, di sala 2011'de piştî lêpirsîna Balyozê bû Fermandarê Hêzên Hewayî. Li şûna Orgeneral Bilgin Balanli bi cih bû. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayip Erdogan di 8'ê Hezîrana 2018'an de bedarî qanalek TV bû û têkildarî FETO got “Ez mezinbûna FETO ya di serdema me de red  nakim." têkiliya xwe ya bi FETO re anî ziman. Dîsa di 19'ê Sibatê de di civîna koma partiya xwe de "Li Tirkiyeyê di mezinbûna FETO û belavbûna wê de para her kesî heye" 
 
Nakokiyên di navbera Cemaat û AKP'ê û qeyrana MÎT'ê bi qeyrana dersxaneyan derket holê. Di operasyona 17-25'ê Kanûnê derket lûtkeya herî jor. Piştre jî hewldana 15'ê tîrmehê pêş ket. Ji ber “Lêpirsîna nelirêtiyê ya 17'ê Kanûnê" 3 wezîran îstîfa kir. Ji ber vê yekê AKP'ê gelek polîs ji peyvirê girt. Hewldana darbeyê bi kasetên deng ên li ser medya civakî hatin parvekirin û guhertina zagona Lijneya Hekîm û Dozgeran (HSK) berdewam kir. 
Beriya darbeyê Fethullah Gulen got "Vî kesê dirêj pir xaînî li me kir." Li hemberî vê gotinê Erdogan jî di 24'ê Adara 2014'an de li Trabzonê got: “Ma ji me çi xwestin û me neda. Ji bo 17 zanîngehan ava bikin hatin. Min hemû erê kir. Ma ev bû xayînî? Ev çi wîcdan e. Ji bo dibistanan cih  xwestin me da. Gotin Olimpiyat me hemû piştgirî da. Ev çi nankorî ye. Ma çi xwestin û negirtin?"  bersîv da. Beriya darbeyê di hilbijartina 7'ê Hezirana 2015'an de AKP bi serê xwe nebû îqtîdar. HDP’ê jî bend derbas kir. Li Meclîsê bû partiya 3'emîn. AKP ji sedî 40,8 deng stend. Ji hilbijartina 3'ê Mijdara 2002’an heta vê hilbijartinê yekem car hêjmara xwe ya zêde li meclîsê winda kir. Ji ber AKP bi serê xwe nebû îqtîdar hilbijartin betal kirin û di 1'ê Mijdara 2015’an de dîsa hilbijartin pêk anîn. Bi vê yekê re pêvajoya şer dan destpekirin. Ligel ku di vê pêvajoyê de di 28'ê Sibatê de li Dolmabahçe Mutabakata çareseriyê îmze kirin jî, lê di 24'ê Tîrmeha 2015’an de bi îlankirina şer ev pêvajoya çareseriyê xelas kirin. Di Tebaxa 2015'an de kolan qedexe kirin. Hêza eskeran li herêmê kirin hêsa serdest. Di 9'ê Nîsana 2016'an de li navçeya Nisêbînê operasyona eskerî pêk anîn Erka rêveberiyê ji destê walî derxistin û xistin destê eskeriyê. Li herêmê eskeriyê înîsiyatif xist destê xwe û bêtir şer zêde kir. Di vê pêvajoyê de Erdogan li dijî Kurdan erkek mezin da eskeran. Erk da eskeran ku karibe li dijî kurdan bi hêsanî çekê biteqîne. Bi vê yekê "Zirxa zagonî" pêş xist. Di 13'ê Tîrmeha 2016'an de ev erka dabûn eskeriyê erê kirin. 
 
Piştî darbeyê Parlamenterê HDP’ê û wekîlê Komê ku niha  girtî ye Îdris Baluken, anî ziman ku di rewşa ku bi sedan sivîl tên kuştin jî darbeya eskerî heye û darbeya eskerî derbas kiriye. Balûken got vê rewşa şer bû sedem uk darbe pêş bikeve. Ji ber pêşniyarên me yên çareseriyê li ber çavan nehat girtin ev pêvajo pêş ket. Me berê jî hişyariyên xwe kiribûn. 
 
'OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ' 
 
Wekîlê Koma HDP'ê Saruhan Oluç jî bal kişand ser hişyariyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dewlet hişyar kiribû û got: “Beriya darbeyê Birêz Ocalan têkildarî darbeyê hişyarî kiribû û gotibû; ‘Eger di çareseriya pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk pêş nekeve û rê li pêş demokratîkbûnê neyê vekirin, Tirkiye dê bi mekanîka darbeyê re rû bi rû bimîne.' Hevserokên me jî ev yek hem li meclîsê û hem li cihên dîtir anîn ziman. Bi taybetî piştî di Nîsana 2015'an de Mutabakata Dolmabahçe xera kirin me ev talûke anî ziman." 
 
 
Partiyên muxalefetê ji bo milê siyasî yê darbeyê bê ronîkirin xwest li meclîsê komîsyon bê avakirin. Lê AKP'ê ev pêşniyarname red kir. Komisyona Lêkolîna Darbeya 15'ê Tirmehê di 4'ê Cotmeha 2016’an de dest pê kir. Komîsyon ji parlamenterên ku 9 AKP'î, 4 CHP’î, 1 MHP’î û 1 HDP’î ye pêk hat.
 
Endamê Komîsyona Lêkolîna Darbeyê û parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, anî ziman ku li gel komîsyon bi hevkariya çar pariyên siyasî hatiye avakirin jî AKP’ê Serokê komisyonê Cîgirê serokê komîsyonê û endamên katip ji partiya xwe hilbijartin û wiha got: "Di pêvajoya xebatên lêkolîn û lêgerînê de bi rastî jî AKP ji bo darbe neyê nokîkirin xebitî. Ji xebatên ku darbeyê ronî bike dûr ket. Me bi israr xwest ku ev xebatên komîsyonê aşkere bên kirin. Me xwest ji cemaweriyê re vekirî be. Lê AKP'ê asteng kir. Piştî Erdogan di 9'ê Kanûna 2016’an de got “Bila êdî xebatan xelas bikin" di 4'ê Çileya 2017’an de xebatên komîsyonê hatin bi dawîkirin. Birêz Erdogan, destûr neda ku Serfermandarê Giştî yê Artêşê û Serokê MÎT'ê ku rola wan di darbeyê de zêde bû û agahiya wan pê hebû, bên komîsyonê û agahiyan parve bikin. Ji ber ku AKP rola xwe ya di darbeyê de dizane, hem xebatên komisyonê bi dawî kir û hem jî têkildarî darbeyê hemû xebatên ku li meclisê bên kirin asteng kir. 
 
Endamên komîsyonê yên CHP û MHP'ê di Lêkolîna Komîsyonê de ji bo ronîkirnia darbeyê hin pirs pirsîn. Pirsên nihatin bersivandin wiha ne: 
 
"* Dewleta Komara Tirkiyeyê çawa teslîmî Cemaeta Fethullah Gulen kirin? 
 
* Sefermandarê Artêşê û Musteşarên MÎT'ê hewldana darbeyê ji Serokomar û Serokwezîr veşartin? Ger ku ev hatibe veşartin çima Serfermandar Hulusi Akar û Hakan Fidan hêj li ser kar in? 
 
* Şeva darbeyê çawa kirin şeva dawetê? Fermandarê Hêzan agahî ji hev û musteyarê MÎT'ê veşartin? 
 
* Ma berê hewldana darbeyê dihat zanîn ? Kesên di şeva darbeyê de ma bûn qurbana darbeya bi kontrol? 
 
* Di nîvroja 15'ê Tîrmehê de li gel ku îxbar li MîTê hat kirin dihat zanîn ku dê darbe bê kirin jî çima tedbîrên pêwist nehat girtin? 
 
* Piyê siyasî yên darbeyê ji kê pêk tê?  Ger ku darbe bi ser biketa, dê kî biba serokomar? 
 
Di raporê de ev pirs bê bersîv man. " 
 
Parlamenterê CHP'ê û Endamê komîsoynê Sezgîn Tanrikulu, anî ziman ku piştî hewldana darbeyê 4 hezar û 500 hekîm û dozger bi hinceta endamên “FETO" ne ji peyvirê dûr xistin û wiha got: "Li gorî daxuyaniya HSK’ê beriya 15'ê tîrmehê hêjmara hekîm û dozgeran 16 hezar bû. Lê 2018'an de gihişt 20 hezaran. Ev nîşan dide ku 8 hezar hekîm û dozger piştî 15'ê Tîrmehê tayîn kirine. Dîsa di diyarkirina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de AKP bû partiya diyarker. Niha jî dixwazin bi Pir Baroyî baroyan jî bi xwe ve girê bidin. Piştî darbeyê ji bo civakê têxe kontrolax we û terbiye bike di 20'ê Tîrmeha 2016’an de (OHAL) îlan kir. OHAL li tevahiya Tirkiyeyê 7 caran dirêj kir. 2 salan Tirkiye bi OHAL'ê bi rêv birin û di 18'ê Tîrmeha 2018’an de rakirin. Gelek derdorên siyasî û civakî diyar kirin ku darbeya esil di serdema OHAL'ê de pêk hat. Ji ber ku Erdogan jî piştî darbeyê got 'Hewldana darbeyê lutfa xwedê ye' Piştre jî pergala Serokomariyê xist meriyetê. " 
 
 
'OHAL KIRIN PÊVAJOYA PAQIJÎ Û NEQANDINA HÊZA MUXALÎF' 
 
 
AKP'ê piştî hewldana darbeyê di 4'ê Mijdara 2016’an de li dijî hevserok û parlementerên HDP'ê operasyon li dar xist. Hevserok û parlamenterên HDP'ê binçav kirin û girtin. Bi hezaran karmend û karker ji kar hatin avêtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Bi sedan siyasetmedar hatin girtin. 
 
Hîndekarê Fakulteya Tipê yê Zanîngenha Osmangazî ya Eskişehîrê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Prof. Dr. Cem Kaptanoglu jî anî ziman ku îqtîdara AKP'ê pêvajoya darbeyê manipule kiriye û wiha got: “Di vê pêvajoyê de OHAL îlan kirin. Gelek gavên li dijî mafên mirovan avêtin. Mafê mirovan îhlal kirin. Di pêvajoya OHAL'ê de li djiî hêza muxalif operasyona ‘paqijî û neqandinê' dan destpêkirin. Îqtîdarê bi OHAL'ê darbe manipule kir. Me dît bi vê yekê rejîma bêtir diktatoryal ava kirin. Li gorî rapora Xebatên Komîsyona Lêkolîna OHAL'ê ya Çileya 2019’an; bi KHK'yan 131 hezar û 922 tedbîr pêk anîn. Di pêvajoya OHAL’ê de herî kêm 125 hezar û 678 memûrê cemaweriyê îxrac kirin. 270 xwendekar dûr xistin. 2 hezar û 761 sazî û rêxisttin hatin girtin. 3 hezar û 213 personel rutbeyên wan jê kirin. Gel ewil ji bo li dijî pêkanînên dij-demokratik bireve “rıza” nîşan dan. Lê niha ev halê ruhê razibûnê êdî winda dibe. Bi taybetî civak di salek dawî de bertek nîşan dide û dibêje 'Ma hêj nehatiye paqijkirin. Ma em neçar in di bin OHAL'ê de bijîn. Êdî civak ji vê rewşê ne razî ye." 
 
MA / Zemo Aggoz
 
 

Sernavên din

17/07/2020
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne
13:12 Kirîna teker jî di nav hinceta tayînkrina qeyûm de heye!
12:47 Ji TTB’ê hişyariya bahorê
12:13 Ji ber ku pergalê tê xwestin asteng dikin jin di hedefê de ne
12:12 Dadgeha jor cezayê Mizrakli erê kir
11:35 Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye di hucreya yek kesî de dimîne
10:40 Zagona 'Pir Baroyî' xistin meriyetê
10:30 Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online
10:21 Hevşaredar Demîr: Dê di hilbijartinê de nikaribin namzet derxin
09:50 HDP’ê Celadet Elî Bedîrxan bi bîr anî
09:13 Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû
09:12 Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
09:12 ‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin'
09:12 DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
09:11 Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
09:11 Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
14/07/2020
23:10 Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê
22:16 Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e
20:50 992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:27 KESK: Hevalên me serbest berdin
17:33 Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh
16:34 TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin
16:21 Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:43 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin
15:34 EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake
15:33 Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin
15:12 Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef
14:42 Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin
14:13 Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an
14:01 Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
13:39 Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû
13:38 MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin
13:21 Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn
13:21 Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike
13:11 Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin