Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe

  • rojane
  • 09:11 15 Tîrmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Li herêma Şirnexê ji ber operasyonên eskerî zêde dibin xweza jî zerarê dibîne. Esker û cerdevanên derdikevin operasyonê daran dibirin û zerarê didin xwezayê. Aktîvîstê MEH’ê Selman Karasu diyar kir ku bi tunekirina xwezayê re civakê jî qir dikin û û got: "Şewitandina daristanê bandorê zêde li ser mirovan dike. Nêçar dibin koç bikin. Bi operasyonan armanc dikin ku têkîliya  mirov a bi   xwezayê re  qut bikin.”

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêmê operasyonên eskerî didomînin. Piştî operasyonê bi hevkariya esker û cerdevanan, li qada sedan hekdar dar hatin birin û daristan hatin şewitandin.  Eskerên derdikevin operasyonê herî zêde zerarê didin xwezayê. Di encamên bombebarana balafiran de herî zêde daristan dişewite. Li dijî van operasyonan bertekên civakê û derdorparêzan jî zêde dibe. Aktîvîstê Tevgera Hawirdorê ya Mezopotamyayê (MEH)  Selman Karasu  texrîbata xwezayê ya bi destê leşkeran pêk tê nirxand. Karasu, diyar kir ku ji avakirina Komaraya Tirkiyeyê heta niha li ser navê ‘Ewlehiyê’ daristan tên şewitandin û wiha axivî: “Qirkirina xwezayî ya ku bi destê eskeran pêk tê  di dîrokê de heta îro didome. Kijan cara şer zêde bûye wekî perçeyek konsepta şer, êrîşî xwezayê dikin. Qirkirina xwezayê bûye perçeyekî şer. Bi pêvajoya şer a 2015’an şewatên daristanan jî dest pê kir. Li Lîce, Çewlîg, Bagok, Cudî û Dersîmê bi  hezaran hektar qada daristanê şewitandin. Daristan bi tunebûnê re rû bi rû ma. Van qadan her sal bombe dikin û dişewitînin. Operasyonên eskerî xwezayê dikuje.” 
 
Karasu, destnîşan kir ku li herêmê qedexekirî daristan tê şewitandin û bi hinceta qedexe ye destûr nadin welatî şewatê vemirînin û got: "Ji aliyê hawirdorparêzan ve li van deran lêkolîn nehatin kirin. Ji ber ku qadên ‘Ewlehiyê yên taybet’ tên îlan kirin mirov nikare lêkolîn bike. Em li gel heyetek Ewropa ku parlamenter jî di navde hebûn, di sala 2015'an de li Licê piştî şewatê çûbûn cihê bûyerê û me lêkolîn kiribû. Piştî wê rojê firsendek wisa çêne bû. Hem nehiştin em lêkolîn bikin hem jî nehiştin em biçin qadên şewatê. Di 5 salên dawî de nayê zanîn ku çiqas qad hatin şewitandin. Lê bi hezaran  hektar hatin şewitandin."
 
‘ARMANC DIKIN KU TÊKILIYA MIROV BI  XWEZAYÊ RE QUT BIKIN’
 
Karasu, bal kişand ser armanca talankirina xwezayê û wiha domand: "Dar û daristan dewlemendiya gerdûnê ye. Avabûna xwezayê li ser darane û her darek daristaneke. Ji ber wê ji tişta ku pêk tê qirkirina xwezayê ye. Tenê bi birin û şewitandina  dareke daristanek tê qetilkirin. Di gerdûnê de qadên herî bingehîn daristanin. Dabeşkirina van deveran encamên pir xirabe bi xwe re tîne. Mînak ax ziwa dibe û xweza nefesê nastîne. Şewata daristanê herî zêde bandorê li mirov dike. Zeviyên wan, pezê wan û malên wan di nav şewatê de dimînin. Ji nêçarî koçber dibin. Ev yek rê li pêş qirkirina civakî vedike. Bi van êrîşan armanc dikin ku têkîliya mirov û xwezayê qut bikin.” 
 
‘FELAKETÊN PÊK TÊN BI TUNEKIRINA XWEZAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
 
Karasu, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sedema felaketên heyî û got: "Xweza her tim xwe diguherîne û zindî dike. Heger em mudexele xwezayê nekin ew bi domdare. Lê operasyonên leşkerî  jî yek ji van mudexeleyane. Şer ekolojiyê wêran û tune dike. Şewitandina daristanan, avakirina qadên eskerî, çêkirina bendavan rê li pêşiya tune kirina xwezayê vedike. Em encamên van jî dibinin. Li Mêrdînê qutbûna avê li gel qirkirina xwezayê dest pê kir.  Kareseta lehiyê ku li navçeya Erdîşê çêbû, em dikarin ji derveyî bendevan binirxînin? Sedemên felaketên ku çêdibin, tunekirina xwezaya ve girêdayiye."
 
‘HEGER EM ÎRO XWEDÎ LI XWEZAYÊ DERNEKEVIN EM DERENG DIMÎNIN' 
 
Karasu, herî dawî bang li herkesî kir ku li dijî talankirina xwezayê bi berpirsyarî tevbigerin û got: "Bi texrîb kirina xwezayê me jî  bi qirkirineke bîrdozî re rû bi rû dihêlin. Ji ber vê yekê pêşî li girtina qirkirina xwezayê divê bi vê zanebûnê de  be. Divê li dijî talankirina xwezayê têkoşînek çalak û bi bandor bê dayîn. Gotina ‘Dest nede dara min, çemê min’ kêm e. Dijberî wê em bibêjîn ‘Dest nede erdnîgariya min û jiyana min’ Divê em vê dirûşmeyê esas bigirin û biparêzîn. Ev ne tenê berpirsyarî û pirsgirîka  parazvanên xwezayê ye. Ev êrîşe hemû li dijî perçekirina qadên me yên jiyanî ne. Divê em destûr nedidîn vê qirkirinê. Em îro xwedî li xwezayê  dernekevîn, em dereng dimînin. Em hemû ji talankirin û tunekirina xwezayê berpirsyarîn. Ne tenê kesên ku li herêmê dijîn, divê her  welatiyek xwe ji vê qirkirinê berpirsyar bibine. Ev tişta ku pêk tê polîtîqayên qirkirinê ne. Ji bo parastina xwezayê divê em xwe  ji refleksên lawaz dur bikin. Bi awayeke werek nêz bibîn û nîqaş bikin. Dema ku em bi hêstiyarî tevgeriyan em ê serbikevin û jiyan wê serbikeve.” 
 
MA / Zeynep Tûrgût 
 
 

Sernavên din

17/07/2020
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne
13:12 Kirîna teker jî di nav hinceta tayînkrina qeyûm de heye!
12:47 Ji TTB’ê hişyariya bahorê
12:13 Ji ber ku pergalê tê xwestin asteng dikin jin di hedefê de ne
12:12 Dadgeha jor cezayê Mizrakli erê kir
11:35 Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye di hucreya yek kesî de dimîne
10:40 Zagona 'Pir Baroyî' xistin meriyetê
10:30 Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online
10:21 Hevşaredar Demîr: Dê di hilbijartinê de nikaribin namzet derxin
09:50 HDP’ê Celadet Elî Bedîrxan bi bîr anî
09:13 Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû
09:12 Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
09:12 ‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin'
09:12 DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
09:11 Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
09:11 Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
14/07/2020
23:10 Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê
22:16 Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e
20:50 992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:27 KESK: Hevalên me serbest berdin
17:33 Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh
16:34 TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin
16:21 Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:43 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin
15:34 EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake
15:33 Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin
15:12 Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef
14:42 Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin
14:13 Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an
14:01 Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
13:39 Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû
13:38 MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin
13:21 Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn
13:21 Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike
13:11 Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin