NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku dargeha jêr li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli birîbû erê kir.
Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku dargeha jêr li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli birîbû, di nava 35 rojan de erê kir.
Wezareta Karên Hundir di 19'ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kiribû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ji peyvire hatibu dûrxistin û der barê wî de doz hatibû vekirin. Li ser îtîrafa Hicran Berna Ayverdî bi îdeaya “Endamtiya Rêxistinê" Mizrakli hatibû girtin. 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Mizrakli 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza birîbû. 9'emîn Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê cezayê ku dargeha jêr li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli birîbû erê kir.