WAN - Di keştiya li Gola Wanê noqî avê bû de, bi dîtina 4 cenazeyên penaberên din, hejmara cenazeyan bi giştî derket 37’an.
Keştiya ji taxa Altinsaç a navçeya Westanê di 27’ê Hezîranê de di Gola Wanê de ket rê û piştre noqî avê bû, li nêzî Girava Çarpanakê 107 metre di kurahiya vê de hatibû dîtin. Di keştiya noqî avê bû de cenazeyek din hat dîtin. Îro, bi dîtina 4 cenazeyên penaberên din, hejmara cenazeyan bi giştî derket 37’an.