ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye.
Li Çiyayê Cûdî ya Şirnêxê ku 3 roj li ketin û derketina sivîlan hat qedexekirin, duh operasyona leşkerî dest pê kiribû. Operasyona ku navê “Birûsk-1 Cûdî” lê hat kirin, ji hezarî zêdetir leşker beşdar bûne.
Li herêmê, liv û tevgereke zêde ya halîkopteran heye. Liv û tevgera helîkopteran ji navenda navçeya Silopiyê jî xuya dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, dengê peşçûn û çekan nayê.