Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe

  • rojane
  • 09:07 16 Tîrmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Pergala Hevserokatiyê ku di sala 2004'an de bi fikra Rêberê PKK'ê Abdlullah Ocalan di nava siyaseta Kurd de pêş ket, li hemû rêxistinên têkoşîna azadiyê dide belav bû. Niha bi piranî di gelek komele, weqf, rêxistinên civakên sivîl, rêxistinên pîşeyî, sendîqayan ên ku jina Kurd pêşengiya wê dikin, bi pergala hevserokatiyê têne birêvebirin. Li aliyê din êrîşên hikûmeta Tirkiye yên li dijî jinên Kurd jî zêde dibin. 

 
Hevserokatî û nûnertiya wekhev  bi armanca ku bi hişmendiya jinê bandorê li qada siyasetê ya ku pergala serdest a zilam herî zede xwe lê bi rêxistin kiriye bike ye. Wekî pergaleke ku armanc dike ku jin û zilam bi vîna xwe ya azad beşdarî  siyasetê û veguherîna civakê bibin. Ev yek bingeha qada siyaseta demokratîk e. Pergala hevserokatiyê ya ku di siyasetê de bêhneke nû ye bi fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşengiya Jina Kurd geş dibe.  Di salên dawî yên ku jin li dijî tundî, zext, înkar û îmhayê serî hildidin û bêtir pergala wekhevî, edalet û demokrasiyê diparêzin, bêtir dibin hedefa îqtîdarê de. Di salên dawî de herî zêde Hevserok û nûnerên jin ku li dijî pergala netew-delet têdikoşin dibin hedef û tên girtin. Heri dawî li Amedê 23 jinên kurd ku nûner û hevserokên rêxistin û saziyan bûn hatin binçavkirin. Dîsa hevşaredara Giyadîn a Agiriyê hat binçavkirin û girtin.  
 
Hevserokatî li cîhanê cara ewilî ji hêla Partiya Keskan a Alman ve di sala 1980’ê de bi guhertina rêziknameyê re pergala kota ya ji sedî 50 ket meriyetê. Lîdera Partiya Keskan Petra Kelly a ku ekofemînîst e, sedema pêkanîna pergala hevserokatiyê wiha rave kiribû: “Daxwaziya me ya îktîdareke hevpar daxwaziyeke ku her kes bi kar bîne û her kes parve bike ye. Em civakeke ekolojîk a ku zilam tê de aş ava dike û jin jî gotinê guhdar dike, nan dipijîne û tevnê çêdike naxwazin.”
 
Nûnertiya jinê ya sedî 50 ku ji hêla Partiya Keskan ve hat pêşxistin bi ser ket. Encax bi awayekî berbiçav pêkanîna hevserokatiyê di 2008’an de Cem Ozdemîr û Claudia Roth bi hev re hevserokatiya partiyê meşandin û bi vê re kete rojevê. Ligel ku Partiya Keskan bi salan pergala hevserokatiyê meşand jî hevserokatî wekî pergalekê li seranserê cîhanê pêk nehat û nebû pergalek.
 
HADEP'Ê BI AVAKIRINA BASKÊ JINAN GAVEK NÛ AVÊT 
 
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê; ji bo reng û dengê jinê têkeve siyasetê li ser cerebeyên li cîhanê pêkhatine derket rê û modelên cûda ceriband. Li Bakurê Kurdistanê, hebûna HADEP’ê ya li qada siyasetê û bi avabûna Baskê Jinan re wekî gava ewilî tê zanîn. Piştî vê yekê pergala kotaya jinê ewilî ji sedî 30 û piştre jî ji sedî 40 pêk hat û ev jî jinan li qada siyasetê bi hêz kir. Ev pêkanînên sereke yên li ber çavan e. Abdullah Ocalan di 20’ê Îlona 2004’an de têkildarî pergala hevserokatiyê de ev nirxandin kiribû: “Modela pergala hevserokatiyê rast dibînim. Heta ku demokrasiya nava partiyê pêk neyê siyaset demokratîk nabe. Heta ku siyaset demokratîk nebe civak demokratîk nabe. Civak demokratîk nebe dewlet demokratîk nabe. Hemû bi hev re girêdayî ne.” 
 
CARA EWIL JI ALIYÊ KCD'Ê VE KET MERIYETÊ 
 
Ev nirxandin; li Bakurê Kurdsitanê ji nîqaşên jinûve avakirinê û xebatên rêxistinkirina meclisên gel ên qada civakî re bû perspektîfeke nû. Di qada polîtîk de cara ewilî di sala 2005’an de ji hela DTP (Partiya Civaka Demokratîk)  ve li Bakurê Kurdistanê pêk hat. Bi hinceta ku pergala hevserokatiyê di qanûnên Tirkiyeyê de tune ye di 2006’an de Dadgeha Bilind ji ber pergala hevserokatiyê DTP’ê hişyar kir. Hate xwestin ku xala hevserokatiyê ji rêziknameya partiyê were derxistin. Ligel çewisandinên dewletê û ferasetên zilamê sedest ên nava partiyê jî dest ji vê pergalê nehat berdan. Û 2014’an de peregala hevserokatiyê bi şertê ku partî be di qanûnên Tirkiyeyê de bi cîh bû û hate pejirandin. Di 2009’an de bi girtina DTP’ê re wekî berdewama kevneşopiya siyasetê BDP (Partiya Aştî û Demokrasiyê), DBP (Partiya Herêmên Demokratîk) û HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) ligel hevserokatiya giştî li hemû bajar, navçe û rêveberiyên partiyê pergala hevserokatiyê pêk anî. Bi vê yekê re gelek komele, weqf, rêxistinên civakên sivîl, rêxistinên pîşeyî, sendîqa û heta rêveberiyên apartmanan jî bi pergala hevserokatiyê têne birêvebirin.
BDP di hilbijartina herêmî ya 30’ê Adara 2014’an de pêk hat de cara ewilî li Bakurê Kurdistanê bi pergala hevşaredariyê ket hilbijartinê. Di vê hilbijartinê de ji 102 şaredarî qezenc kir û 96 jê bi pergala hevşaredariyê bi rêve bir.
Wekî pergala hevserokatiyê ku bi vê modele destpê kir û bi pêkanîna vê modela di serî de hevşaredar hemû rêxistinkirinên meclisan û qadên rêveberiyê re aliyeke nû da qezenckirin. Bi pêkanîna pergala hevserokatiyê ya rêveberiya herêmî de li ser navê jinan destkeftiyeke gelekî girîng e û xizmet rasterast çû ji jinan re. Dewleta tirk di 2016’an de bi derxistina qanûnê, pergala hevserokatiyê û siyaseta azadîxwaz a jinê di rêveberiyên herêmî de dihate birêvebirin qedexe kir.  Ligel qedexeyê jî ev pergal bi awayekî fîîlî pêk hat. Dewleta tirk a ku hiqûqa dagirkeriyê dimeşîne, bi qeyûman şaredariên hatibûn qezenckirin xesp kir. Sedema vê xespê yek jê jî destkeftiyên jinan e.
 
 
LI ROJHILATA NAVÎN PYD'Ê PÊŞENGIYA HEVSEROKATIYÊ KIR
 
Pergala Hevserokatiyê û nûnertiya wekhev ku yek ji rêgezên bingehîn ên Şoreşa Rojava ye, ket meriyetê. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bû yekemîn partî û rêxistina ku li Rojhilata Navîn pergala Hevserokatiyê xist meriyetê. 
PYD'ê di sala 2010'an de kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Asya Abdullah û Salîh Muslîm ji bo hevserokên PYD'ê hatin hilbijartin. Di sala 2011'an de Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) pergala Hevserokatiyê xist meriyetê. Yekem hevserokên TEV-DEM'ê Hanîfe Huseyin û Aldar Xelîl hatin hilbijartin. Bi Şoreşa Rojava re moela Xweseriya Demokratîk ket meriyetê. Piştî wê jî di pergala kanton, meclîs, şaredarî û komûnan de Hevserokatî esas hat girtin. Heta sala 2014'an li Kurdistana Rojava di pergala ku ji Serokê kantonê û du cîgiran pêk dihat de bi giranî jinan rolek mezin dilîst. Vê yekê rê li pêş avakirina sazibûna pergala Hevserokatiyê û Nûnertiya Wekhev vekir. 
Di sala 2015'an de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) avakirina xwe îlan kir. Bi pergala Hevserokatiyê dest bi xebatê kir. Di sala 2018'an de jî li herêmê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna xwe îlan kir. Ji bo Hevserokatiya Meclîsa Giştî jî Sîham Qiryo û Ferît Ette hatin hilbijartin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêveberiya komun, meclîs, wezaret û şaredaiyan de pergala Hevserokatiyê û Nûnertiya Wekhev heye û esas tê girtin. Ev nûnertî û pergal bi zagonan tê parastin. 
 
LI BAŞÛR TEVGERA AZADÎ PÊŞENGIYA PERGALÊ KIR 
 
Li Başûrê Kurdistanê ku hêjmara jinan di siyaset û saziyan de bi sînor e, piştî sala 2015'an ku Tevgera Azadî hat avakirin, pergala Hevserokatiyê xist meriyetê û vê pergalê berdewam dike. Li aliyê din YNK'ê jî sala borî modela Hevserokatiyê bi Hevserokatiya 2 mêran xist meriyetê. Pergala Hevserokatiyê ya 2 mêran xistin rêziknameyê. Li Rojhilatê Kurdistanê jî pergala Hevserokatiyê Şeş salin di meriyetê de ye. Rojhilat bi rêveberiyaPJAK û KODAR'ê cerebeyek girîng a Hevserokatiyê pêş xist. 
 
KCK'Ê DI 2013'AN DE XIST MERIYETÊ
 
Pergala Hevserokatiye di KCK'ê de di sala 2013’an de ket meriyetê. Hevserokên Konyesa Rêveber a KCK'ê bûn Besê Hozat û Cemîl Bayik. Kongra Gel di 9'emîn Civata Lijneya Giştî de derbasî pergala Hevserokatiyê bû. Hacer Zagros û Remzî Kartal bûn Hevserokên Kongreya Gel. Kongra-Gel di sala 2016’an de 10'emîn Civata Lijneya Giştî pêk anî. Li ser bingeha nûnertiya wekheviyê Konseya Rêveber ku ji 17 jin û 17 mêran pêk dihat ava kir. 
Kongreya Neteweya Kurdistanê jî di sala 2013’an de derbasî pergala Hevserokatiyê bû. KNK'ê bang li 43 partî û rêxistinên civakî yên di bin baneya wê de cih digire kir û xwest derbasî pergala Hevserokatiyê bibin. 
Di serî de Evropa KCD-E, Federasyona Êzidîyan, Federasyona Elewiyên Kurdistanê FEDA û gelek rêxistinên Kurd derbasî pergala Hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bûn. 
 
 
Tevgera Azadiya Jinê; bi cerebe û têkoşîna xwe nîşan da ku dikarin li ser xeta azadiya jinê têbikoşîn û pergala Hevserokatiyê têxin meriyetê. Li ser têkoşîn, cerebe û danehevên 40 salan pergala Hevserokatiyê pêş ket û nûnertiya wekhev belav bû. Ji bo gotin û pratîk hev temam bike, pergala Hevserokatiyê gavek girîng bû. Ji Bakurê Kurdistanê heta Rojava, Ji Başurê Kurdistanê heta Rojhilatê Kurdistanê di xeta Azadiya Jinê de kevneşopî û çandek ava bû. 
Cerebe û danehevên têkoşîna jina Kurd jî di serî de ji bo Rojhilata Navîn li her derê cîhanê ji bo qadên ku azadiya jinê esas digire bû mînak û perspektif.
 

Sernavên din

17/07/2020
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne
13:12 Kirîna teker jî di nav hinceta tayînkrina qeyûm de heye!
12:47 Ji TTB’ê hişyariya bahorê
12:13 Ji ber ku pergalê tê xwestin asteng dikin jin di hedefê de ne
12:12 Dadgeha jor cezayê Mizrakli erê kir
11:35 Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye di hucreya yek kesî de dimîne
10:40 Zagona 'Pir Baroyî' xistin meriyetê
10:30 Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online
10:21 Hevşaredar Demîr: Dê di hilbijartinê de nikaribin namzet derxin
09:50 HDP’ê Celadet Elî Bedîrxan bi bîr anî
09:13 Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû
09:12 Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
09:12 ‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin'
09:12 DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
09:11 Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
09:11 Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
14/07/2020
23:10 Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê
22:16 Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e
20:50 992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:27 KESK: Hevalên me serbest berdin
17:33 Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh
16:34 TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin
16:21 Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:43 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin
15:34 EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake
15:33 Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin
15:12 Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef
14:42 Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin
14:13 Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an
14:01 Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
13:39 Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû
13:38 MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin
13:21 Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn
13:21 Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike
13:11 Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin