AMED - Sultan Yaşar a 90 salî ku 3 zarokên wê di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dabûn, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Yaşar li Goristana Asrî ya Bismilê defin kirin.
Sultan Yaşar a 90 salî ku 3 zarokên wê di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dabûn, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Yaşar li Goristana Asrî ya Bismilê li cem gorên zarokên wê Mehmet Nûrî, Adil û Ahmet Yaşar defin kirin. Rêveberên HDP’ê yên navçeya Bismilê, MEBYA-DER û gelek welatî tev li merasîma definkirinê bûn.
Malbata Yaşar di 1994’an de koçî Îzmîrê kiribûn. Piştî sirguna 26 salan malbat di adara 2020’an de vedigeriyan navçeya Bismilê ya Amedê.