Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene

  • rojane
  • 13:05 19 Tîrmeh 2020
  • |
img

QAMIŞLO - Şoreşa Rojava ku bû hevî û baweriya gelan 8 sal li pey xwe hiştin. Hevserokê PYD'ê Enver Muslim, diyar kir ku piştî gavên şoreşê hatin avêtin, rêveberiya yek rengî bi dawî bû û rêveberî û jiyana pir rengî, pir çandî û pir zimanî ket meriyetê û wih got: "Şoreş didome. Hêj gelek gavên em bavêjin hene."

Li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava dest pê kir û şoreş ket 8 saliya xwe. Şoreşa Rojava ku ku ewil li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket, li hemû herêma Sûriyeyê belav bû û niha ji gelê Rojhilata Navîn re dibe ronahî û mînak. Şoreşa Rojava êdî ji bo hemû gelê bindest ê herêmê bûye hevî û bawerî. Şoreşa Rojava tevî hemû êrîş, astengî û şerê li herêmê dîsa pêş dikeve û ji bo gelê herêmê dibe heviyek nû ya jiyanê. Hevserokê Giştî yê PYD'ê Enver Muslim, qala şoreşa di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsîne vegot.
 
DI DEMA REJÎMÊ DE YEK RENG HEBÛ 
 
Enver Muslim, anî ziman bu beriya Şoreşa Rojava pêş bikeve, Rejima BAAS ku li Sûriyeyê îqtîdar bû, li ser gelên herêmê yek reng û yek rêveberî ferz dikir û wiha got: "Di serdema Rejîma BAAS de hemû bawerî, çand û zimanê heyî dihatin redkirin. Pergalê bi yek reng û yek partiyê hebûna xwe didomand. Li herêmê yek ziman li ser gelan ferz dikir. Lê Kurdan ji bo jiyana bi rûmet û azad  rêya têkoşînê hilbijart. Di vê oxirê de gelek mirov hatin girtin. Dîsa gelek mirov di oxira vê jiyana azad de jiyana xwe ji dest dan. Ev pergala yek reng encama siyaseta “şovenist” bû. Lê piştî Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmehê de dest pê kir, li şûna yek reng û yek çandê pir reng û pir çand pêş ket." 
 
BI ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ RÛPELEK NÛ VEBÛ
 
Enver Muslim, bal kişand piştî pêvajoya Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û wiha lê zêde kir: "Piştî vê pêvajoyê hin kesan bi Birayên Muslimîn re heraket kir. Lê Şoreşê saziyên civakî pêş xist. Mekanîzmayên parastinê peş xist. Civakê xwe bi xwe bi rêve bir û bi xwe biryar dan. Ev gavek nû bû. Di dîrokê de rûpelek nû ji bo gelan vebû. Kesên ji bo demokrasî û azadiyê li Sûriyeyê têdikoşiyan, bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê de heviya wan bêtir xurt bûn. Lê kesên xwe wekî muxalifên Sûriyeyê didîtin ev yek qebûl nekir. Hin kesan bi Rejîma BAAS'ê re û hin kesan jî bi Birayên Musluman re heraket kirin. Ji wan koman hin kesan piştgirî dan komên DAÎŞ û El Nusrayê." 
 
EV PROJEYA GELAN E 
 
Enver Muslim, anî ziman ku ev projeşa Şoreşa Rojava projeya gel e û wiha lê zêde kir: "Ev projeya gelan e. Ev çirûskek biçûk a demokrasiyê bû. Lê piştî ev proje pêş ket û şax da, hin kesan li dijî vê yekê xwest dijminantiyê bikin. Mînaka vêyekê îqtîdara AKP'ê ya li Tirkiyeyê li dijî vê şoreşê dijminantî pêş xistin. Li ser Rojava ambargo pêş xistin. Li dijî Şoreşa Rojava piştgirî dan DAÎŞ'ê û El Nusra (HTŞ) û Ehrar El Şamê. Xwestin Şoreşa Rojava bifetisînin. Bi mere şer kirin. Çirûska Şoreşa Rojava ewil di 19'ê Tîrmehê de li Kobanê pêket. Berê van koman li dijî şoreşê dan Kobanê. Ambargoyek mezin dan ser Kobanê. Lê tevî hemû êrîşan şoreş pêş ket û bû heviyek mezin ji bo gelan. Bi pergala Şoreşê pir zimanî, pir çandî û pir bawerî pêş ket. Pergalek li dijî siyaseta Rejîma BAAS pêş ket. Lê yên ev yek tehamul nekir, piştî li Kobanê bi ser neketin, êrîşî Efrinê kirin. Piştî Efrîn dagir kirin ketin Serêkanîyê û Girê Spî. Li vir taciz, tecawiz, talankirin û wêrankirin pêş xistin. Xwestin demografiya herêmê biguherînin. Xwestin xelayên Osmaniyan ji nûve zindî bikin. Piştî gelê Cizir, Firat û Şehbayê ev rastiya dagirkerî talankerî û mêtîngerîyê dîtin bêtir li pergalê Şoreşê xwedî derketin.  Li gel rêvberiya Xweser û QSD'ê cihê xwe girtin. Êdî Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Çerkez di heman eniyê de şer dikin. Bi hevre têdikoşin. Ev berhemê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye." 
 
DIJMINÊ BER DERÎ TIRKIYE YE 
 
Muslim, bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji roja ewil de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijminantiyê dikin. Bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşên pir mezin kirin. Li gel van êrîşan me gelek destkeftiyên siyasî û eskerî bi dest xist. Ji bo ev pergala Xweseriya Demokratîk pêş nekeve hem li herêmê û hem di qada navneteweyî de gelek êrîş pêk hatin. Ev gef dê her tim hebin. Ji ber van êrîşan û dijminantiyê gelê herêmê mil daye hev û bi hevre têdikoşe. Êrîş û gefên Tirkiyeyê ku heta niha qut nebû, dê ji niha û şûnde jî berdewam bike."
 
ŞOREŞ 8 SALÎ YE
 
Muslim, herî dawî destnîşan kir ku tevî hemû êrîş, şer, ambargo û astengiyan Şoreşa Rojava ketiye 8 saliya xwe û gavên gelek mezin avêtine. Muslim, anî ziman ku Şoreş didome û hêj gelek bavên bavêjin hene û got: “Li Rojhilata Navîn yekem car ji bo parastina mirovahiyê, parastina jinê, pêşxistina wekheviyê pêş dikeve. DAÎŞ ji bo gelê cîhanê talûkeyek pir mezin bû. Lê bi vê şoreşê DAIŞ têk çû. Bi hezaran dijminê mirovahiyê û endamên DAİŞ'ê li vir girtî ne. Ev nîşan dide ku destkeftiyên gelê Cîhanê di şoreşa 19'ê Tirmehê de veşarî e. Şoreş didome. Xuya ye ku rojên dijwar li pêş me ye. Em hem bi hêzên li herêmê re û hem jî bi hêzên cîhanê re şer dikin. Lêgerin û şerê me yê ji bo civaka Azad û Demokratîk dê bidome. Em 8’emîn salvegera Şoreşê li hemû gelan pîroz dikin." 
 
MA / Nazım Daştan

Sernavên din

19/07/2020
20:48 Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:35 Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e
18:05 HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê
17:48 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
17:40 ‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’
16:20 Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin
14:24 MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh
14:14 Meclîsa Jinê: Jinan di xêzkirina şoreşê de rolek mezin lîst
13:47 TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin
13:05 Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene
12:16 DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
11:37 Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin
11:25 Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin
11:04 Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû
10:31 KNK: Gel ji bo Şoreşa Rojava bedelên gelek mezin da
10:27 WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin
10:26 SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin
09:56 MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
09:42 Rejîma bê kontrol mayinde kirin
09:24 Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve
09:22 Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire
09:21 Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê
09:20 Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin
09:13 Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
09:12 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin
09:05 Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN
18/07/2020
22:20 Li Agiriyê ji ber îstîsmara zayendî hat girtin
21:41 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye
13:11 Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin
12:52 Ji bo 8 girtiyên rewşa wan giran banga berdanê kirin
12:47 Şêniyên Wanê bertek nîşanî bûyerên tecawizê dan
12:35 25 sal in winda ye
12:19 ‘Ji tevgera kuçeyan gelek ditirsin’
11:28 Berdevka TJA'yê hat berdan
11:01 Ji HDP’ê daxuyaniya Tûma Çelîk
10:39 Bı çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe anî
10:20 Weşanger û nivîskar Azad Zal hat berdan
10:20 Dadgehê tayînkirina qeyûm wekî 'Silametiya cemaweriyê' nîşan da
09:44 Rêveberiya Xweser: Tirkiye hewl dide destekê bide DAIŞ'ê
09:21 ‘Li Îmraliyê pêvajoyeke taybet tê birêvebirin'
09:19 Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin
09:14 Şêniyê taxê mehkûmî ava qirêj kirin
09:12 Jinên çalakger: Peymana Stenbolê misogeriya jiyana me ye
09:12 Kemalbay: Rakirina Peymana Stenbolê cînayet e
09:11 HDP'ê bang li jinan kir: Beşdarî hevdîtina li Mêrsînê bibin
09:09 Mexdûrên erdhejê dê zivistanê li konan derbas bikin
09:08 ‘Heya ku hesabê Pirsûsê neyê pirsin wê Tirkiye ronî nebe’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin