AGIRÎ - Şandeya KCD, DBP û HDP’ê, li navçeya Giyadînê ya qeyûm tayînê şaredariya wê hat kirin, bi gel û dikandaran re hatin gelhev.
Şandeyeke ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Kesîn Bayindir û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê, li navçeya Giyadîn a Agiriyê bi gel re hatin gelhev.
'GEL QEYÛMAN QEBÛL NAKE’
Şandeyê dest pê kê pirsgirêkên gel guhdar kirin. Dûre li ser navê şandeyê Bayindir, daxuyanî da û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, gel wî qebûl nake. Polîtîkayên hikumeta AKP’ê rastî berten gel tên. Ne pêkane ku em van polîtîkayên AKP’ê û qeyûm qebûl bikin.”
Bayindir, di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku ewê sibe jî biçin Bazîdê û bi gel re bên gelhev.