Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin

  • rojane
  • 09:01 22 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandin û analîzên xwe de peymana Lozanê wekî bûyerên herî trajîk a sedsala 20’an pênase kiribû û gotibû:  "Bi peymana Lozanê ne tenê petrola Musul-Kerkukê, di heman demê de  Kurd jî winda kirin. Xwişk û biratiya Kurdan a dîrokî hat windakirin. 

 
Di sala 1916'an de Peymana Sykes-Picot hat îmzekirin. Bi vê peymanê bingeha Peymana Lozanê ya axa Kurdistanê dike çar perçe hat avêtin. Bi peymana Lozanê axa Kurdistanê di nava dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de li gelên Ereb û Farsan Tirkan dabeş kirin. Piştî vê peymanê êdî hemû nirxên gelê Kurd, çand, ziman, nasname hat înkarkirin. Bi peymana Lozanê bi taybetî li Tiriyeyê û bi giştî li welatê din li dervê pergalê hatin hiştin û statuya wan ji destê wan hat girtin. Di ser peymana Lozanê re 97 sal borîn. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd bi dehan caran li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê îsyan kirin û serî hildan. Gelê Kurd herî dawî di pêşengiya PKK'ê de cara 29'an  serî hildan û wekî "Serhildana 29’an tê pênasîn. Ev serhildan di pêşengiya PKK'ê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan damezirandiye ve pêş ket. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di paraznameya xwe 5'emîn de wiha dibêje: "Neteweparêziya Anatolyayê bi pêşengiya Mistefa Kemal weke tevgera rizgariyê bi gewde bû. Di vê de para rastiyê heye. Destpêkê isyaneke li dijî hêzên hegemonîk kiribû bingehê xwe. Di vê tevgerê de Kurd û Cihû bi rola damezrîner radibin. Tevî xwediyên erdan û eşrafên Kurd, sermayedar û kadroyên elît ên Cihû, bi hêmanên milletperest burokratîk ên Tirk re hevgirtin. Xiristiyan li derveyî vê hevgirtinê man û bi giranî bûn hedefa wê. Ev hevgirtin di qonaxa damezrandina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de dibe û di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de tê pêkanîn. Di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de (1919-1922) tê tengkirin û dewamkirin. Herçiqasî hin gumanên xwe hebin jî pirraniya rewşenbîr û eşrafên Kurd destekê didin vê hevgirtinê. Protokola Amasyayê, Kongreyên Erzirom û Sêwazê, pêkhênerên pêşî yên Meclîsa Tirkiyê vê hevgirtinê eşkere nîşan didin. Bi Qanûna Reforma Kurd a di 10’ê Adara 1922’an de ev hevgirtin tê xurtkirin. Bi îmzekirina Peymana Lozanê û îlana Komarê re qonaxeke nû dest pê dike. Arîşeya Mûsil û Kerkûkê ya bi Ingilîzan re dewam dikir, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî Kurdan bigihînin encamê. Peymana Enqereyê ya bi Fransiyan re herçiqasî ji Mîsaq-î Millî paşvegavavêtinek bû û hinekî jî li dijî Kurdan û Tirkmenên li Sûrî bi encam bûbe jî di asta felaketê de pêk nehatiye. Beşekî Kurdistanê ji Franseyê re hatiye hiştin. Lê ji ber neyêniyên wê yên li ser rastiya netewe ya Kurd divê mirov bi girîngî li ser raweste." 
 
BAL KIŞAND SER LOZAN’Ê 
 
Ocalan ku di hevdîtinên berê de jî dem bi dem qala rol û wateya Peymana Lozanê dikir, di 9'ê Cotmeha 1998’an de bi hêza navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999'an bi kompoyek navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha di yek hucreyê de li Grava Îmraliyê di tecrîdê de ye. Ocalan herî dawî destnîşan kir ku eger Kurd û Tirk peymana Lozanê nûjen bikin dikarin di dîrokê de bi ser bikevin. " 
 
KOMAR BI PIŞTGIRIYA ÎNGÎSTANÊ HAT AVAKIRIN
 
Ocalan di parastina xweya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de bal dikişîne ser piymana Lozanê û wiha dibêje: Ev rastiya nû ya derketiye holê, li ser mirov ferz dike ku mirov li rewşa Îsraîlê ya li herêmê ji nû ve bifikire. Avabûna Îsraîlê weke dewleteke netewe ya li herêmê nîne û nabe jî. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya Cihû jî nîne. Mirov nikare bi fêhmeke bi vî awayî qîma xwe bîne. Em dema pêvajoya diçe damezrandina Îsraîlê ji nû ve bînin ber çavê xwe, em ê bibînin di çarçoveya Îsraîlê de diqewimin. Ka em li van bûyeran binêrin; civîna Kongreya Siyonîst (1896), Siltan Ebdulhemîd xistin nava lepê xwe (1876-1909), darbeya Meşrûtiyeta Duyemîn, di 31’ê Adara 1909’an de Ebdulhemîd ji text hat xistin, Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di 1’ê Çileya 1913’an de desthilatdarî xist destê xwe, bi bûyereke ketûber di sala 1914’an de ketin Şerê Cîhanê yê Yekemîn, li ser bingehê Peymana Sykes-Picot Ingilistan û Franseyê Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin, Deklarasyona Balfourê (plana avakirina Îsraîlê, avakirina welatekî Cihû li Filistînê 1917), li Filistînê avabûna mandakariya Ingilîz û îlankirina Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê (heman dem, 1920), piştî Şerê Rizgariya Neteweyî bi qebûlkirina Peymana Lozanê dewleta netewe ya Tirkê Spî komargeriya neteweya demokratîk tesfiye kir (hevgirtina Şerê Rizgariya Neteweyî ji hev belav kir û dîktatoriya hindikayî ava kir) û dîktatoriya CHP’ê ava kir, di 15’ê Sibata 1925’an de bi provekekirina Şêx Seîd pêvajoya tevkujiyên Kurd hat destpêkirin (1925-1938), hevgirtina Ingilistanê û Komara Tirkiyê (1939), damezrandina Îsraîlê bi awayekî fermî hat îlankirin (1948), Komara Tirkiyê ket NATO’yê (1952), darbeya 27’ê Gulanê (1960), darbeya 12’ê Adarê (1971), darbeya 12’ê Îlonê (1980), darbeya Çîller-Demîrel (1993), darbeya Çevîk Bîr (1998) û herî dawî darbeya Ecevît û anîna AKP’ê ya hukûmetê (2002), wekî din bûyerên weke Şerên Kendavê yên Yekemîn (1990) û Duyemîn (Di sala 2001’ê de bi awayê xuya dikir Afganistan hatibû dagirkirin, lê ya rastî ev provayek bû ku pê zemînê Şerê Kendavê yê Duyemîn û dagirkirina Iraqê amade kirin) û gelek bûyerên bi vî rengî bi awayekî zincîrwarî bi hev ve girêdayî di çarçoveya Îsraîlê de diqewimin. Herweha divê mirov li dewletên netewe (divê mirov ji van re beşekî cihê veqetîne) yên li herêmê hatin avakirin jî di vê çarçoveyê de bifikire û li vê zincîrê zêde bike. 
 
Beriya şerê Rizgariyê di salên 1919-23'an de di Tamîma Amasya, belgeyên kongreya Erzirom û Sêwasê û protokola Amasyayê de axa Mîsak-i Milli wekî axa hevpar a gelê Kurd û Tirkan îlan dikin. Yekemîn Hevparên Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê îtîfaqa gelên Kurd û Tirk nîşan didin. Di 10'ê Adara 1922'an de bi Zagona Reforma Kurd re îtîfaqê bêtir xurt dikin. Lê piştî peymana Lozanê û îlana Komarê re derbasî pêngvek nû dibin. Bi lihevnekirina peymana Musil-Kerkukê a di navbera Tirkiye û Îngîstanan re di elehê Kurdan de peymanek gelke trajik e. Peymana Enqere ku bi Fransiyan re hat kirin, ji Misak-ı Millî tawîz dan û di eleyhê Kurdan de bi encam kirin. Bi vê peymanê perçeyekî Kurdistanê dane Fransayê. Lê li ser neteweya Kurdan bandorek neyînî pêş xistiye. Komar li dijî Îngiltere nehat avakirin. Dijberî vê yekê bi piştgiriya diyarker ka Îngîlistanê hat avakirin. Du armancên Îngiltere hebûn. Yek jê li dijî Yekîtiya Sovyetan Tirkiye bîne asta hevsengiyê. Ya duyemîn jî netew dewleta Tirkiye bine asta ku êdî ji bo wê ne talûke be. 
 
YA KU WINDA KIR XWIŞK Û BIRATIYA KURD Û TIRKAN E
 
Ocalan di nirxandina xwe de tîne ziman ku Peymana Lozanê yek ji bûyerên herî trajîk ên deslala 20'an pênase dike û wiha tîne ziman: "Lozan tenê li ser Kurd bandor nake, li ser gelê Ereb, Acem û Tirkan jî bi qasî bombeya atomê bandor dike. Bi peymanê li dijî hebûna Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê îtîrazek mezin derdikevi holê. 
 
Hersê milletperestî jî bi lez ber bi dewleta netewe ve diçûn û vê yekê jî têkiliyên di navbera wan de ber bi şer ve dibirin. Şerê Balkanan û Şerê Cîhanê Yê Yekemîn di vî warî de bû qonaxa destpêkê. Tevgera Ermenî bi qirkirinê bi encam bû, tevgera Kurd dabeşî du parçeyan bû. Beşê dixwest bi bûrjûwaziya Tirk re li ser heman mafan tevbigere û beşê alîgirê veqetînê ji hev cihê bûn. Ev dabeşbûn û cihêbûna heta bi Şerê Rizgariya Neteweyî yê sala 1919-1922’an dewam kir bi xisirîna stratejîk a tevgera Kurd bi encam bû. Ji ber ku ji rêxistinî û serwextbûna xwe mehrûm bi şêwazekî şexsî beşdarî Şerê Rizgariya Neteweyî bûn, di pêvajoya şer de, nexasim di hevdîtinên piştî Peymana Lozanê û îlankirina Komarê de bi zelûlî hebûna xwe nîşan dan. Ew bendewariya wan a bi Tirkan re bibin xwedî heman mafan pûç bû. Qanûna Teşkîlata Esasiye 1921 û Qanûna Xweseriya Kurdan a di 10’ê Adara 1922’an de bi cih nehatin anîn û li ser kaxizê man, vê jî kir ku hewes û xeyalên wan hemû bi dawî bibin. Lê bi herhalî hêmanên bingehîn ên Şerê Rizgariya Neteweyî bûn. Divê mirov bi girîngî li ser vê ezmûna milletperestiya pêşî ya Kurd rawest e, û dersan jê bigire. Pêşî li Rojhilat bi Peymana Qersê (1921), paşê li Rojava bi Peymana Lozanê yên bi destxistibûn, di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Peymana Mûsil-Kerkûkê bi awayekî stratejîk têkbirin. Dagirkeriya dawî ya Iraqê bi awayekî eşkere nîşan da ku ev têkçûn çiqasî stratejîk e. Dîsa, berevajî yeqînan, bi xêzkirina van sînoran bi tenê petrolên Mûsil-Kerkûkê ji dest neçûne, di heman demê de Kurd ji dest çûne, biratiya dîrokî ya Kurd-Tirkan ji dest çûye, yekparebûna tevahiya çanda gelên Rojhilata Navîn ji dest çûye." 
 
‘EM Ê SEVR’Ê JÎ Û LOZANÊ JÎ DERBAS BIKIN'
 
Ocalan, di roportaja ku di 23-25'ê îlona 1989’an de dabû koverekê dîsa bal kişandiye ser peymana Lozanê û wiha dibêje: "Yekîtî, têkiliya kesên dişibin hev û wekhev û bi hevre ye. Wekheviya di qada aborî û politikadeyê de û di mafên neteweyi de bingeha yekîtiyê ye. Ev yekîtî baş e û divê bê kirin. Ev yekîtiyek bi cewher û rêzdar e. Em ji yekîtiyê venagerin. Me got an em ê Sevr’ê derbas bikin û em ê Lozanê jî derbas bikin. Em dê îtîfaqa gelan a demokratîk ava bikin. Ev îtîfaqa azadiya mezin e. Çiqas di nava gelê Kurd û Tirk de îtîfaqek xurt bê avakirin, dê îtîfaqa di nava gelên Rojhilata Navîn de jî îtîfaqek xurt bê avikirin. Gelê Rojhalat Navîn bi qasî gelê Kurd û Tirk mohtacî vê tifaqê ye. Em ê vê yekê vekin. Ez belasebeb li ber xwe nadim. 
 
Gotinek Kemal Pîr yê PKK’iyê herî mezin Kemal Pîr heye: ‘Ez rizgariya gelê xwe di rizgariya gelê Kurd de dibînim. Ez lîgir im ku Gelê Rojhilata Navîn di nava federasyonek mezin de kom bibin. Ez alîgirê yekîtiyek wisa me. Polîtîkayên înkar û îmhayê bi komarê dan windakirin. 
 
Ocalan di hevdîtina 24'ê Gulana 2006’an a bi parêzeran de wiha dibêje: “Piştî sala 1923’an di pêvajoya Lozanê de bi mudaxaleya Îngiltereyê ku di sala 1924'an de Tirkiye derbasî netew-dewletê bû, peyvira înkarê da  Tirkan û peyvira îsyanê jî da Kurdan. Pêvajoya inkar, îmha u îsyanê ya di sala 1925’an de bi Komarê gelek tişt da windakirin. Bi vê yekê qeyrana Demokrasiyê li Tirikyeyê bêtir kûr bû û hêj didome. 
 
DIXWAZIN XETA ME YA KOMARA DEMOKRATîk TASFIYE BIKIN' 
 
Ocalan, di hevdîtina 4'ê Çileya 2007'an de jî têkildarî peymanê ev tespît kiribûn: "Îro AKP, MHP, CHP û partiyên din ên dişibin wan, bi nijadperestî û yekperesiyê polîtîkayên berê didomînin. Piştî salên 1950’î bandora emperyalizma DYA dikeve meriyetê û hêj didome. 
 
‘EM LOZANÊ NÛJEN BIKIN
 
Ocalan, herî dawî di 17'ê Adara 2010'an de ji bo çareseriyê di hevdîtnên parêzeran de ji hikûmetê xwestibû ku li dijî talûkeya Sewrê peymana Lozanê nûjen bikin. Kurd û Tirkan di sala 1920’an de îtîfaq ava kirin. îro li ser bingehê demokratîkbûnê dîsa pêdivî bi vê îtîfaqê heye. Em li dijî talûkeya Sevrê peymana Lozanê nûjen bikin." 
 
MA / Ferhat Çelik 
 
 

Sernavên din

22/07/2020
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’
13:02 Serokê TTK’ê Ahmet Yaramiş îstîfa kir
12:43 Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê
12:06 Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê
11:45 Ûmût Bûlût spartin axê
11:26 Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin
11:18 Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!
11:17 Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê
11:02 Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da
10:55 ‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'
09:30 Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
09:29 ‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’
09:28 Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin
09:28 Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
09:27 Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin
09:09 Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin
09:05 Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne
09:03 Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
09:01 Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN
21/07/2020
21:35 Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin
19:48 Hevşaredarê Êlihê Demîr hat binçavkirin
19:11 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin
18:00 Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin
16:53 Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin
15:27 Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin
14:50 AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir
14:47 Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê
14:35 Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’
14:16 Cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
14:15 Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
13:37 Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin
13:32 Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da
13:02 Rojnameger Orûç nehat berdan
12:44 Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn
12:26 Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe
12:19 ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin
12:16 Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin
20:48 Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:50 Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin
19:30 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
19:19 KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
17:01 HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
16:28 ‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke'
16:28 3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin
15:41 Ji Aytaç û Tîmtîk re nameyên piştevaniyê şandin
15:26 ‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’
15:20 Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin
14:59 KCD, DBP û HDP’ê gelê Giyadînê ziyaret kirin
14:53 Polîsan mudaxileyî malbatên xwestin daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin
14:21 HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike
14:16 ‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn
14:07 Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin
13:37 Ji HDK, DBP û ÎHD’ê daxuyaniya pirsûsê
13:31 Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be
13:04 Nameya Î.E. ku çawişê pispor tecawizê wê kiribû derket holê
13:01 Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin
12:37 Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin
12:32 Birîna ceyranê birin darazê
12:19 Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê
12:08 Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn
11:40 Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû
11:03 Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene
11:02 Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
10:57 Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe
10:54 Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket
10:28 Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin
10:11 Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin
09:00 ‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’
09:00 Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
09:00 ‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’
09:00 Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN