Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin

  • rojane
  • 13:29 22 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo çalakiya 800’emîn xwe amade dikin. Dayikên Şemiyê heta niha 800 car li hev kom dibin, lê hêj daxwazên wan ên delatê pêk nehatine. Heta niha gelek dayikên ku her hefte li vir kom dibin û daxwaza edaletê dikirin, bêyî edaletê bibînin jiyana xwe ji dest dan. Gelek dayik emrê wan têr nekir ku edaletê bibinin. 

 
Dayikên Şemiyê her hefte roja şemiyê li Qada Galatasarayê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiyan li dar dixin. Dayikên Şemiyê ku nêzî 100 hefteye Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, ji bo çalakiya hefteya 800’emîn xwe amade dikin. Dayikên Şemiyê 25 balan li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. Gelek dayikên hatin vê qadê û her hefte daxwaza edaletê kirin, bêyî daxwaza wan a edaletê pêk bê û bêyî hestiyên zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Tirkiye di salên 1990'an de piştî bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê JÎTEM, cerdevan, leşker û polîsan ve di bin çavan de hatin windakirin û kuştin û hêj cenazeyê hezaran nediyar e, Dayikên Şemiyê li Stenbolê roja Şemiyê dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. ÎHD’ê ewil di sala 1992 an de bi navê “Bila winda bên ditin" kampanya dan destpêkirin. Di salên 1994 û 1995’an de salên herî zêde mirov hatin windakirin. Li gorî daneyên ÎHD'ê 500 mirov di bin çavan de hatin windakirin. Herî zêde li herêmên OHAL’ê û li bajarên Edirne, Enqere, Îzmirê û çar aliyên Tirkiye mirov hatin windakirin. Hiqûq bê encam ban. Serlêdan bê bersîv man. Di serlêdanên li dozgeriyê de bersîvên 'Polîsê tirk îşkence nake, kesî winda nake' da û dosya girtin. Bi sedan mirov dihatin windakirin lê medya bêdeng bû. Rojnameya Ozgur Ulke ku der barê windayan de nûçe çêdikirin hat bombekirin. Rojnameger Ferhat Tepe hat binçavkirin û qetilkirin. Qada ku em dengê xwe lê bilind bikin nemabû. Kurê Emîne Ocak  Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin. Piştî îşkenceya 58 rojan hat kuştin. Cenazeyê wî yê bi îşkenceyê hat kuştin li Goristana Bêkesan hat dîtin. Li ser vê yekê medya cih da bûyerê. Piştî vê bûyerê piraniya xizmên windayan ên jin li hev kom bûn û yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Bi vê çalakiyê xwestin dengê xwe bigînin cemaweriyê û cîhanê. Dayikên Şemiyê di sala 1995'an de bi armanca bala rayedarên dewletê û medya bikişînin û bêdengiyê rexne bikin li Qada Galatasarayê ya Taksimê dest bi çalakiyên Şemiyê kirin. Xizmên windayan ku ji çalakiyên Dayikên Las Madres de Plaza de Mayo mînak girtin, bi rêk û pêk li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Dayîkên Şemiyê 23 salan li Qada Galatasaraya Kolana Îstîklalê ya Stanbolê û 1 salin li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom dibin û ligel xizmên xwe yên winda li “Mirovahî” û “Wijdanê” jî digerin. Serpêhatiya Dayîkên Şemiyê bi çîrokên xizmên xwe yên windare, dest pê dike. Komisyon ewil di sala 1995'an de hatin avakirin. Li Tirkiye çand û polîtîkaya windakirinê pir kûr û dûr e. Lê piştî darbeya 12'ê Îlonê li Tirkiye windakirin bû pergalek bi rêk û pêk. Piştî salên 1990’an, li Tirkiye windakirin kirin polîtîkaya dewletê. Rayedarên dewletê ewil wate neda çalakiyê. Çalakiya ku bi 30 kesan bêdeng dest pê kir, rê li pêş windakirina mirovan a Tirkiye girt. Piştî vê çalakiyê êdî mirov li Tirkiye nehatin windakirin. Hunermendan ji bo Dayikên Şemiyê stran ristin. Piştî rayedarên dewletê tev li civînên navneteweyî bûn rastî pirsên windayan hatin. Dayikan ev mijar hem li hundirde welat û hem jî li dervê welat kirin rojev.  
 
Di salên 1995-1999'an de her rojên Şemiyê saet di 12.00'an de bi daxwaza "Bila winda bi dawî bibin, Bila aqûbeta windayan bê diyarkirin, Bila yên winda dikin bên dîtin û darizandin" li pêş lîseya Galatasarayê kom bûn û çalakî pêk anîn. Di 15'ê Tebaxa 1998'an hefteya 170’an a çalakiyê de rastî êrîşa polîsan hatin. 30 hefteyî li ser hev rastî lêdana polîsan hatin. Hatin binçavkirin. Di 13'ê Adara 1999'an de çalakiya 200’an pêk anî. Dîsa rastî êrîşa polîsan hatin. Lê piştî vê êrîşê navber dan çalakiyan.  Piştî lêpirsîna Ergenekon a sala 2009'an pêvajoyek nû dest pê kir. Hikûmetê piştre dest bi lêpirsînê kir. Lêpirsînek çalak pêk anî. Pişti demekê di navbera eniya Ergenekon, Balyoz û hikûmetê de peyman hat avakirin. Piştî vê peymanê li dijî hiqûqê bersûc hatin beraet kirin. Di lêpirsînê de leşkeran diyar kirin ku ferman ji ku girtine, çawa cenaze defin kirine hemû vegotin. Li gel şahidên esasî leşkeran ceza negirtin û hatin berdan. Ser dosyayan girtin. Kesên ji windakirina 13 kesan berpirsiyar hat dîtin, payeya wî bilind kirin. Li ser vê yekê di piştî 10 salan me di 31'ê Çileya 2009'an de dest bi çalikyan kir. 
 
Çîrok û serpêhatiyên dayikên ku bêyî hestiyên zarokên xwe bibînin û daxwaza wan a edaletê pêk bê jiyana xwe ji dest dan wiha ne. 
 
* BERFO KIRBAYIR 
 
Berfo Kirbayir ku “Dayîka Berfo” tê naskirin, kurê wê Cemîl Kirbayir piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin. Dayîka Berfo li rexmî temenê xwe yê mezin jî tevlî hemû tekoşînên dayîkên windayan meşandiye bûbû. Berfo Kirbayir ya 105 salî li gel dayîkên windayan bi Serokwezîrê Tirk Erdogan re hevdîtin pêkaniye û gotibû “Tenê daxwazek min heye, ew jî beriya ez bimirim gora kurê xwe bibînim.” Dayîka Berfo ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir ku piştî derbeya 12’ê Îlonê ji male derxistin û careke din nevegerî 33 salan tekoşîn daye meşandin. Dayika Berfo teşhîsa penceşêra mîde danîbûn ser, lê pêvajoya emeliyatê bi berxwedana xwe derbaz kiribû, bes van rojên dawiyê her ku diçû rewşa wê xirab dibû. Dayîka Berfo 33 salên xwe yên dawiyê xistibû rêya dîtina hestiyên kurê xwe de. Heta nefesa dawiyê jî navê kurê wê di devê wê de bû. Li rexmî temenê xwe yê 105 salî jî tevlî Dadgeha 12’ê Îlonê ku qatilê kurê wê Kenan Evren dihat darezandin bibû. Bibû nûnerê edaletê. Bi jiyana xwe bibû nûnerê berxwedanê. 
 
Dayika Berfo di 21'ê sibata 2013'an de emrê wê têr nekir û beyî kurê xwe Cemîl bibîne, di temenê 106 salî de jiyana xwe ji dest da. Li cem Dayika Berfo ji bo Cemil  jî gorek hat kolandin û hêj gora kurê Berfo Cemil li benda hestiyê Cemîl in. 
 
* FATÎME TAŞKAYA 
 
Yek ji Dayikên Şemiyê ya temenê wê têra dîtina kurê wê Huseyîn Taşkaya nekir jî, Fatîme Taşkaya ye.  Taşkaya ji bo kurê xwe yê winda Huseyîn, bi salan li Qada Galatasarayê rûnişt. Taşkaya dema ji bo aqûbeta kurê xwe diçe Muduriyeta Polîsan a Sêwrega Rihayê, jê re wiha tê gotin:"Careke din neyên cem me. Tevî kurên xwe yî din vir terk bikin, an wê ew jî winda bibin." Li ser vê Taşkaya jî wiha dibêje: "Heta ez hestiyên kurê xwe nebînim, naxwazim bimirim."  Taşkaya li Qada Galatasarayê wiha bangî Serokwezîrê wê demê Erdogan kiribû:"Kurekî min winda kirin, yê din jî bi operasyona KCK'ê girtin. Ev dewlet doza çi li me dike? Yek windakirin, ma nebes e? Ma sûcê me kurdbûyîna me ye?" Lê belê Fatîme Taşkaya jî, bêyî xwe bigihîne kurê xwe, di 7'ê Cotmeha 2015'an de li Tûzlayê jiyana xwe ji dest da. 
 
* KÎRAZ ŞAHÎN 
 
Dayikên Şemiyê Kîraz Şahîn jî, bêyî hay ji aqûbeta hevjînê xwe Îsmaîl Şahîn ê di 1996'an de hat windakirin çê bibe, jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Şahîn, li Şaredariya Beyoglûyê karkerê paqijiyê bû û di 18'ê Çileya 1996’an de hat windakirin. Kîraz Şahîn di 2011'an de dema Serokwezîrê wê demê Erdogan bi malbatên xizmên windayan re hevdîtin çê kiribû wiha gotibû: “Hevjînê min karkerê we bû, di dema mesaiyê de winda bû. Daxuyandina aqûbeta Îsmaîl Şahîn berprisiyariya we ye jî."  Lê Kîraz Şahîn jî ji ber pençeşêra madeyê di 27'ê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest da û li gundê Gûbyar ê Almûsa Tokatê hat definkirin. 
 
* ŞAHSENEM CÎHAN 
 
Dayika Şemiyê Şahsenem Cîhan jî, bêyî ku darizandina kiryarên kurê xwe Suleyman Cîhan ku di bin çavan de bi îşekenceyê hat qetilkirin bibîne, jiyana xwe ji dest da. Suleyman Cîhan di 29'ê Tîrmeha 1981'ê de ji aliyê Mehmet Agar û ekîba wî ve hat binçavkirin û li Bostanciyê ew birin malekê û ji qata 6'an ve avêtin erdê. Dayika Cîhan, Şahsenem Cîhan jî di 29'ê Gulana 2015'an de ji v dinyayê koç kir û li Goristana Ferîkoyê li cem kurê xwe hat definkirin. 
 
* KESRÎYE DEMÎR 
 
Abdûrahhîm Demîr (21), di 17'ê Tebaxa 1995'an di dema OHAL'ê de li Mahsertêya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên wergirtin. Dayika Demîr, Kesriye Demîr jî bêyî ku xwe bigihîne hestiyên kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dema kurê wê winda dibe, Demîr wêneyê kurê xwe hildigire û diçe qereqolê. Qereqol jê re dibêje "Kesekî wiha nehatiye binçavkirin.” Li ser vê Demîr wiha dipirse:"Çi bû ji kurê min?" 
 
* CEVRIYE ALTÛNBAŞ 
 
Cevriye Altûnbaş, dayika Zekî Altûnbaşê ku di dema 12'ê Îlonê de leşker bû û hatbinçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin jî, di dema lêgerîna kurê xwe de jiyana xwe ji dest da. Cevriye Altûnbaş ku dixwest gora kurê wê hebe û bes xeyala wê ew bû ku kulîlkan deyne ser gora kurê xwe. Lê bêyî ku xwe bigîhîne Zekiyê xwe di 31'ê Adar 2015'an de li mala xwe yî li Yalovayê jiyana xwe ji dest da. Bavê Zekî Altuntaş Tahsin Altunbaş beyî bigêje cenazeyê kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Xeyalê Cevriye Altunbaş hêj li qada Galatasarayê olan didin. 
 
*ZEYNEP GUNEY
 
Zeynep Guney, dayika Veysel Guney ku yek ji windayên 12'ê Îlonê ye, bêyî ku bi çavên seriya gora kurê xwe bibîne di 13'ê Cotmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da. Guney nameyek ji Qada Galatasarayê re şandibû û ji bo kurê xwe Veysel wiha gotibû:"Min wêneyê wî li çavên xwe çêkirin, navê wî jî li dilê xwe nivîsandiye." Veysel, di 10'ê Hezîrana 1981’an de hat darvekirin û cenaze nadan malbatê. 
 
* ZIYNET TURKOGLU
 
Talat Turkoglû, di 1'ê Nîsana 1996'an de dema ji Edîrneyê ber bi mala xwe yî Stenbolê ve vedigeriya, careke din agahî jê nehatin wergirtin. Dayika wî Ziynet Turkoglû jî bêyî xwe bigihîne hestiyên kurê xwe koç kir.  Fîncan Bîlgîn jî yek ji wan Dayikên Şemiyê ye ku, bêyî hay ji aqûbeta kurê xwe Kenan Bîlgîn ku di 1994'an de li Dîkmena Enqereyê li rawestgeheke otobosê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin, çêbibe jiyana xwe ji dest da. Fîncan Bîlgîn, her bi hêviya, "Tiştek bi Kenan nehatiye, wê rojekê were" dijiya. 
 
* ASIYE DOGAN 
 
Seyhan Dogan, di 2-6'ê mijdara 1995'an de li Kerborana Mêrdînê tevî 9 kesan tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên wergirtin. Piştî 18 salan şûnde, di dema kolandinan de hestiyên Seyhanê 13 salî tên dîtin. Dayika Asiye û bav Ramazan Dogan ku bi salan li kurê xwe Seyhan geriyan, bi hev re hatin definkirin. Dayik Asiye di sala 2000'an de bav Ramazan jî di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest dan. Piştî malbata Dogan serlêdan kirin, di lêkolîna Bogazê yê Kerboranê di sala 2013'an de hesti hatin dîtin. Di lêkolîna Saziya Tipa Edlî de herket holê ku hestî yên Seyhan Dogan in. Hestiyê Dogan li tenişta gora dayik û bavê wê hatin defin kirin. 
 
* FATMA MORSUMBUL 
 
Fatma Morsumbul, dayika Huseyin Morsumbul ku li Çewligê di dema darbeya leşkerî ya 1980’yî de hat binçavkirin û paşê hat windakirin, di 25’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Leşker û polîsan piştî darbeya 12’ê Îlonê bi 6 rojan avêtine ser mala Fatma Morsumbul û wê wextê çavê kurê wê yê 18 salî Huseyin Morsumbul girêdidin û binçav dikin. Yek ji çawîşên ku di dema avêtina ser malê de cih digire ji Fatma Morsumbulê re dibêje “Em ê 5 deqîqe şûnde kurê te berdin.” Lê belê dayik Fatma ji wê rojê şûnde êdî kurê xwe nedît. Dayik Fatma hesreta xwe ya ji bo Huseyinê xwe bi van gotina anî bû ziman: “Heke ez hestiyên kurê xwe bibinim ez ê wan deynim ser mile xwe. Çimkî min zaf bêriya bêhna wî kiriye.” 
 
* ASIYE KARAKOÇ 
 
Asiye Karakoç, dayika Ridvan Karakoç ku di 3’yê Hezîrana 1995’an de bi îşkenceyê hat kuştin, di 7’ê Kanûna 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Ridvan li Stenbolê di nav xebatên avakirina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê de cih girtibû. Dayika Rivan dema kurê wê tê binçavkirin zaf lê digere, lê belê tiştekî bi dest naxe û dewlet binçavkirina Ridvan înkar dike. Lê dema malbata Hasan Ocak ku tê windakirin li kurê xwe digerin, din av dosyeyên Dozgeriya Beykozê de çav li wêneyên Ridvan Karakoç ku dema hatiye îşkencekirin dikevin. Li ser vê derdikeve holê ku Ridvan bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û di 2’yê Gulana 1995’an de bedena wî ya bêgiyan avêtine qadeke daristanî ya Beykozê. Lê belê her çi qas şopa tiliyên Ridvan karakoç li hemû saziyên fermî hebûne, dîsa jî wek kesekî “nasnameya wî meçhûl” bi dizîka li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê tê definkirin. Lê paşê malbat wî ji vê gorê derdixînin û li Goristana Taxa Gaziyê defin dikin.  Asiye Karakoç wiha gotibû: “Dîsa yê me siûda me heye, bi tesadufî me gora xwe dît. Bi salan em qîriyan, lê kesî ne em dîtin û ne jî bihîst. Ev dewlet deyndarê me ye. Divê canekî, birayekî, hevrêyekî bide.” Lê bêyî ku edaletê bibîne Asiye Karakoç jî jiyana xwe ji dest da. 
 
*  HEDIYE COŞKUN 
 
Dayika Hediye Coşkun (80) di 18’ê Gulana 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Li gundê Ûlaşê yê Kerborana Mêrdînê, di sala 1993’an de hevjînê wê hat kuştin. Piştî kuştina hevjînê wê mala wê hat rûxandin. Dema bê mal ma, neçar ma ku tevî zarokên xwe koçî Kerboranê bike. Di sala 1995’an de kurê wê Abdurrahman Coşkunê 21 salî di bin çavan de hat windakirin. Ji bo hestiyên kurê xwe bibîne tam 19 salan têkoşiya. Piştî hestiyên kurê xwe dîtin û bêhn kirin bi 3 salan şûnde jiyana xwe ji dest da. Wesiyeta wê ew bû kul i cem kurê xwe bê definkirin, lê belê dewletê nehişt wesiyeta wê bi cih bê. Gora kurê wê li Nisêbînê bû û dora wê ji aliyê dewletê ve bi telan hatibû dorpêçkirin û ji ber vê malbatê nikaribû dayikê li cem kurê wê defin bike. Hediye Coşkun li Qada Galatasarayê wiha bang kiribû: “Bila êdî aştî çê bibe. Ez giriyame, bila kes negirî.” 
 
* MAKBULE BABAOGLU 
 
Makbule Babaoglu, dayika nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu ku di sala 1994’an de li Sêwrega Rihayê hat revandin û kuştin, di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayik Makbule Babaoglu li Goristana Yenikoy a Amedê hat definkirin. Di çalakiya Dayikên Şemiyê de wiha axivîbû: “Ez ji kesên dewletê bi rê ve dibim dipirsim, ma bêyî ku hûn hetsiyê kurê min bidin min hûn çawa aştiyê pêk bînin? Hûn hestiyên zarokên me ji me vedişêrin, hûn ê çawa aştiyê pêk bînin?” 
 
* GUZEL ŞAHÎN 
 
 Mirova Şemiyê Guzel Şahin ku digot “Hemû zarokên hatine windakirin ewladên min in” tam 22 salan li Qada Galatasarayê piştevanoya Dayikên Şemiyê kir. Lê belê ji ber xwşnwerivîna mêjî di 20’ê Îlona 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Guzel Şahin ku tim li cem Dayikên Şemiyê bû û ew bi tene nedihiştin, bi kulma xwe ya bilindkirî di bîra miroavn de ye. 
 
*  HATÎCE OZTURK
 
Keça Hatice Ozturk Ayten Ozturk di 27'ê Tîrmeha 1992’an de hat binçavkirin û hat windakirin. Li bedena wê ya mirî îşkence hat kirin. Dayika Ayten Ozturk Hatice Ozturk jî piştî lêgerîna mehan cenazeyêkeça xwe Ayten di 8'ê Tebaxa 1992'an de li zeviyek vala ya Xarpêtê dît. Hatice Ozturk beyî ku bibîne kujerên keça wê hatine darizandin, jiyana xwe ji dest da. 
 
* MERYEM BULUT
 
Dayika Mustafa Bulut ê di 13'ê Gulana 1994'an de li Lîceya Amedê hat binçavkirin û windakirin Meryem Bulut, di Komkujiya 10'ê Cotmeha 2015’an a li GAR'a Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Meryem Bulut hem dayika aştiyê û hem jî aktîvîsta aştiyê bû. Her dem li edalet û heq digeriya. Her dem ji bo aştiyê têkoşiya. Her dem tev li çalakiya Şemiyê dibû û beyî kujerê kurê xwe darizîne jiyana xwe ji dest da. 
 
* FÎNCAN BÎLGÎN
 
Dayika Kenan Bîlgîn ê di 12'ê îlona 1994'an de hat binçavkirin û windakirin Fincan Bilgin bêyî ku heviya xwe winda bike heta dawî têkoşiya. Heta bêhna xwe ya dawî bi heviya ku kurê xwe bibîne jiya û têkoşiya. Fincan Bilgîn jî wekî dayikên din beyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. 
 
*KOÇERÎ KURT
 
Uzeyir Kurt bavê 7 zarokan bû. Di 24'ê mijdara 1993’an de ji aliyê leşkerên di fermandariya Serbaz Îzzet Cural de hat binçavkirin û piştre di bin çavan de hat windakirin. Kurt li mala xizmên xwe hat binçavkirin. Di operasyonê de 2 rojan ji aliyê leşkeran ve li gund hat rawestandin. Koçeri Kurt, di 30'ê mijdara 1993'an de ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe serî li Serdozgerê Komarê ya Bismilê Ridvan Yıldırım da. Dîsa di heman rojê de serî li Fermandariya Cendirmeyan da. Dayik Koçerî Kurt beyî bigêje hestiyê kurê xwe jiyana xwe ji dest da. 
 
*ELMAS EREN: 39 SALAN AQÛBETA KURÊ XWE PIRSΠ
 
Yek ji Dayikên Şemiyê, dayîka Hayrettîn Eren ê 39 salin winda ye Elmas Eren û xişka wî Îkbal Eren tu ferqa çîroka wan ji yên din ne cûdaye.  Dayîk Eren û Îkbal Eren bi salane têkoşîna ji bo bigihijîn hestiyê Hayrettîn Eren dan û deriyek nema ku lênexistin. Malbata Eren, hîna jî wêneyên Eren ên di dibistina Navîn û lîseyê de xêz kirin û amûrên wî vedişêrin. Di nav Dayikên Şemiyê de ya herî temendirêj Elmas Eren bû. Kurê wê Hayrettîn Eren (26) piştî darbeya 12'ê Îlonê di 21'ê Mijdara 1980'yî de hat binçavkirin û windakirin. Di salên dawî de Erena 87 salî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikarîbû biçe Qada Galatasarayê. Her hefte telefonî keça xwe Îkbal Eren dikir û digot "Ev hefte çawa derbas bû? Kî hat bibîranîn? Kî hatibûn?" Eren a ji bo aqûbeta windayan bipirse 751 hefte ne li Qada Galatasarayê û pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû, li mala xwe ya Avcilarê jiyana xwe ji dest da. Kurê Elmas Eren Hayrettîn Eren di 21'ê mijdara 1980’an de li Rêboriya Haşim Îşcan a Stenbolê hatibû binçavkirin û 39 salin winda ye. Elmhas Eren a di 20'ê mijdara1980’an de kurê xwe Hayrettin Eren winda kir, di 19'ê tebaxa 2019’an de jiyana xwe ji dest da. Eren, ji bo kurê xwe Hayrettin gotibû: “Xwesî min xwe gîhandiba kurê xwe. Her ku ew tê bîra min laşê min jan dide. Êşa min zêde dibe. Ez dixwazim kurê min bê û wî bibînim. Kî dizane bila cihê wî bibêjin. Ma hêsan e. Ev çend salin vê êşê dijîm." 
 
* ANİK CAN: JI BO FAÎL BÊN DARIZANDIN TÊKOŞIYA 
 
Anik Can jî kurê xwe Prz. Metîn Can ê ku Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Xarpêtê bû di 21'ê Sibata 1993'an de piştî hat revandin cenazeyê wî hatibû dîtin. Anik Can ku bi salan xwest faîlê kurê wê bê dîtin û darizandin di 17'ê îlona 2019'an de jiyana xwe ji dest da. Bêyî ku faîlê kurê Anik Can bê dîtin jiyana xwe ji dest da. 
 
MA / Semra Turan
 

Sernavên din

22/07/2020
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’
13:02 Serokê TTK’ê Ahmet Yaramiş îstîfa kir
12:43 Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê
12:06 Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê
11:45 Ûmût Bûlût spartin axê
11:26 Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin
11:18 Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!
11:17 Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê
11:02 Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da
10:55 ‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'
09:30 Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
09:29 ‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’
09:28 Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin
09:28 Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
09:27 Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin
09:09 Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin
09:05 Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne
09:03 Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
09:01 Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN
21/07/2020
21:35 Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin
19:48 Hevşaredarê Êlihê Demîr hat binçavkirin
19:11 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin
18:00 Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin
16:53 Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin
15:27 Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin
14:50 AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir
14:47 Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê
14:35 Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’
14:16 Cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
14:15 Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
13:37 Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin
13:32 Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da
13:02 Rojnameger Orûç nehat berdan
12:44 Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn
12:26 Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe
12:19 ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin
12:16 Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin
20:48 Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:50 Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin
19:30 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
19:19 KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
17:01 HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
16:28 ‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke'
16:28 3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin
15:41 Ji Aytaç û Tîmtîk re nameyên piştevaniyê şandin
15:26 ‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’
15:20 Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin
14:59 KCD, DBP û HDP’ê gelê Giyadînê ziyaret kirin
14:53 Polîsan mudaxileyî malbatên xwestin daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin
14:21 HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike
14:16 ‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn
14:07 Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin
13:37 Ji HDK, DBP û ÎHD’ê daxuyaniya pirsûsê
13:31 Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be
13:04 Nameya Î.E. ku çawişê pispor tecawizê wê kiribû derket holê
13:01 Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin
12:37 Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin
12:32 Birîna ceyranê birin darazê
12:19 Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê
12:08 Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn
11:40 Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû
11:03 Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene
11:02 Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
10:57 Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe
10:54 Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket
10:28 Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin
10:11 Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin
09:00 ‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’
09:00 Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
09:00 ‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’
09:00 Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN