Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir

  • rojane
  • 15:56 22 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Ew karkerên li Yozgatê nijadperestan êrişî wan kiribû vegeriyan Mêrdînê. Karkeran behsa êrişê kir û diyar kirin ku ji bowan “baca rê” red kirine bi navtêdana keyayan 42 gundan êrişî wan kiriye.

Karkerên ji Mêrdînê çûn gundên Bazlamaç û Kayalar ên girêdayî navçeya Çekerek ên Yozgatê û xwestin di daristanê de bixebitin. Di 18’ê tîrmehê de keyayan “baca rê” ji karkeran xwestiye û bi vê hêncetê êrişî karkerên kurd kirin. Ev karker ji navçeya Dêrika Mêrdînê çûne wir. Ewilî komek biçûk êrişî karkeran dikin cendirme êrişê disekinînin. Paşê li ser navtêdana 18 keyayên wan gundan, şêniyên gundan dicivin û êrişî karkeran dikin. Qeymeqamiyê bi hêceta “em nikarin ewlehiya wan bigirin” hin karkeran ji navçeyê derxist û şandin Mêrdînê û hin karkerên man jî derbasî Çorûmê cem xizmên xwe li wir karkeriya çandiniyê dikin bûn. Hin karkerên li wir man jî hat zanîn ku vedigerin Mêrdînê. 
 
Karkeran behsa êrişê kir û diyar kirin ku ew ji ber êrişê mexdûr bûne û ji karê xwe bûne. 
 
‘BACA RÊ’ XWESTIN E 
 
Îrfan Çagûr ê karkerê daristanê da zanîn ku ew her sal li cihên cuda kar digirin û ew ji Dêrikê çûne. Çagûr anî ziman ku roja ewil keyayan ji wan re ji bo konan eraziyên kesên din wek eraziyê wan be kirê kirine û piştî ku erazî yên hin kesên din derketin keyayan vê carê kirê ji wan daxwaz kir. Çagûr da zanîn ku keyayan “baca rê” ji wan xwestiye û dema ew vê bacê red dikin êrişan dest pê kiriye. 
 
‘LI DÊRIKÊ BÛYA WÊ DEWLETÊ ÊRIŞÎ ME BIKIRA’
  
Çagûr diyar kir ku her çiqas leşkeran xwest êrişkar belav bibin jî lê belav nebûn û got: “Helbet tiştek ku dewletê bikira hebû. Lê nekirin. Em 13 malbat mexdûr bûn. Nêzî 300 hezar lîre zirara me bû. Heke ev bûyer li welatê me pêk bihata wê wisa nebûya. Dewletê jî piştgirî da êrişkaran. Heke li Dêrikê êrişek wiha bibûya dê bi bombeyên gazê û ava şid me belav bikirina. Lê li vir wisa nekirin. Armanca wan jî ew bû em ji wir derkevin. Em jî dixwazin li Mêrdînê bixebitin lê ji ber nebûna kar em ji neçarî çûn wir. Lê mixabin ev hat serê me.”
  
‘KURDBÛN Û MÊRDÎNÎ BES E’ 
 
Ji karkeran Mehmet Can Dûrgût jî destnîşan kir ku êriş bi awyake organîzeyî pêk hatiye û got: “Ji ber em kurd bûn êrişî me kirin. Derbarê êrişkaran de di warê hiqûqî û yasayî de tiştek nehat kirin. Haya rayedaran ji me hebû. Keyayan navtêdanê li 42 gundan kirin û êrişî me kirin. Em bi zehmetî ji lîncê rizgar bûn. Me keda xwe li wir hişt û vegeriyan welatê xwe. Ev êriş li ber çavê dewletê pêk tê lê tiştek nakin. Heke tu li wir Mêrdînî bî bes e. Wir veguherandine Teksasê. Tişta li me kirin navê wê zilm e.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

25/07/2020
19:26 Li Şirnexê sewqiyeta maşîneyên zirxî
16:43 Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbaye ji wezîfeyê hatin girtin
16:02 Qeyûmê Sêrtê Mala Şînê kir Ocaxa Mengî
15:18 ‘Qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî jî zêde bûn’
14:59 Aqubeta Gulunay ê 28 salin winda ye pirsîn
14:53 Li Amedê nexweşxane têje bûn: Di 2 rojan de 20 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketin
14:09 'Eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Birêz Ocalan e'
14:01 Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin
13:59 Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû
13:45 Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin
12:54 Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan
12:53 Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên
12:37 Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:20 Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn
11:32 Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê
11:23 Li Girtîgeha Aksarayê 2 kesên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:41 Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe
10:25 Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
10:04 Li Gêxiya Çewlikê erdhej çêbû
10:03 Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket
09:44 Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da
09:20 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin
09:08 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome
09:07 Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne
09:06 Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan
09:06 ‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’
09:05 GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn
09:03 Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye
09:02 Geverê bêav hiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:31 Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin
08:30 Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand
24/07/2020
21:37 Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne
20:29 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî
16:16 Li Mêrsînê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:10 Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir
14:53 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:49 Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne
14:49 Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye
14:16 Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da
13:58 HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya
13:33 Komeleya Mûnzûrê ji bo Barmagiç kampanya da dest pê kirin
12:52 ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir
12:51 Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin
12:30 Malbatê 2 xwişkên winda dîtin
12:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozeriyê dan
12:04 AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye
11:39 Dayikên Şemiyê çalakiya 800’î wê bi rêya online li dar bixin
10:45 Ji ber tercûman tune bû Altinmakas nekarîbû derdê xwe bêje
10:42 Ciwanan li dijî destdirêjî û tecawizê banga ‘bikeve tevgerê’ kir
10:32 Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome
10:03 Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir
09:44 Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin
09:43 Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn
09:12 Bîrdal: Divê muxalefet xeteke hevpar a têkoşînê ava bike
09:11 Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê
09:10 Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye
09:09 Parêzer Çerçîoglû: Peyman dide jiyîn û vekişîn dide kuştin
09:07 Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in
09:05 ‘Peymana Stenbolê ji bo civakê kevirê domîno ye’
09:04 Ne li îşkencekaran li nexweşê şîzofrenê doz vekirin
09:02 Di binçavan de bi tundî û tacîzê re rû bi rû ma
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:36 Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne
23/07/2020
17:03 Prof. Akdenîz: Divê partiyên muxalif sînorkirina 'Medya Civakî' red bikin
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome