Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye

  • rojane
  • 14:49 24 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û diyar kir ku AKP'ê şerê li dijî Kurdan ji bo xwe kiriye "Sedema Hebûnê" Gunay got: "Kesên di hedefa êrîşan de em in û em li vir in. Em li ser piyan in." 
 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapmeniyê li dar xist. Gunay, ewil têkildarî 24'ê Tîrmehê Roja Cejna Çapemeniyê axivî û got: "Rêzdar kedkarên çapemeniyê min dixwest cejna we pîroz bikim. Lê ji bo rojnamegeran û çapemeniyê mafê agahiyê û azadiya ramanê tune ye. Mixabin ji bo rojnamegeran tu cejn tune ye." 
 
Gunay, anî ziman ku AKP wekî di gelek qadan de çapemenî jî kiriye hedefa xwe û got: "Li Tirkiyeyê azadiya ramanê mahkûmî tariyê kirine. AKP li cîhanê rojnamegeriyê wekî sûc û rojnamegeran jî wekî 'Terorîst' pênase dike. Li Tirkiyeyê herî kêm 93 rojnameger girtî ne. Mixabin zêdeyî 10 hezar rojnameger betal in. Bi darbeya OHAL'ê dest danîn sedan saziyên çapemeniyê. Yên mane jî li dijî muxalefetê propaganda reşkirinê dikin. Wekî  navenda hikûmetê kar dikin. Gel nikare rojnameyan bixwîne û nikare televîzyonan temaşe bike. Niha jî 'Medya Civakî' dikin hedefa xwe." 
 
Gunay, bal kişand ser pêşnûmeya medya înternetê û wiha lê zêde kir: "Niha medya civakî dikin hedef. Dixwazin her kesî reş bikin. Ewlehî amentuya dewletê ye. Îqtîdar her ku diçe bêtir otorîter dibe. Her welatî ji bo xwe talûke dibîne. Tirkiye bi vê hewldana guhertinê dixwaze aşkere Modela Çînê têxe meriyetê." 
 
DI DÎROKA TIRKIYEYÊ DE NAYÊ JI BÎRKIRIN
 
Gunay, bi minasebeta salvegera 24'ê Tîrmeha 2015'an bal kişand ser destpêka şerê li Tirkiyeyê û wiha got: "24'ê Tîrmeha 2015'an ji bo Tirkiye dîrokek nayê ji bîr kirin. Di vê dîrokê de pêla tundiya herî mezin dest pê kir. Pêla tasfiyeyê dest pê kir. Polîtîkaya komkujiyê dest pê kir. Bi vê polîtîkayê pêvajoya çareseriyê înar kirin. Mutabakata Dolmabahçe li ber çavê cîhanê îmze kirin. Lê ev yek înkar kirin. Bi vê înkarê bi taybet li dijî gelê Kurd û bi tevahî li dijî gelên Tirkiyeyê yên demokratîk şer îlan kirin. Maseya diyalog û muzakereyê ku li Îmraliyê hat avakirin û ji bo civakê bû heviyek mezin, hikûmetê xera kir. Piştî di Newroza 2013'an de deklarasyona çareseriyê aşkere kirin, heta 3 salan şer û kuştin rawestiya. Lê gotin ‘Hûn deng nedin me, hûn dê karibin fîlmê vê pêvajoyê bikişînin' AKP li diji hemû civakê kumpasa komplo ava kir. 
 
ŞER SEDEMA HEBÛNA AKP'Ê YE
 
Gunay, anî ziman ku pêvajoya aştiyê kirin qurbana komploya Serêkaniyê û Giyadinê û wiha lê zêde kir: "Hikûmetê Serêkaniyê kir provokasyon û ev ked dîrokê. Kesên bi kumpasê kirin bersûc piştre beraet kirin û kujer hatin veşarin. Dîsa bi komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê bifir li pêvajoya şer xistin. Bi destê DAIŞ'ê di dîroka Komarê de komkujiyên herî mezin kirin. Di salên 90’î de gund şewitandin. Lê niha bajar dorpêç kirin û xera kirin. Li şûna torosên spî, hikûmetê welatiyên xwe bi amûrên şer bombe kir. Wekî Sûrê bi maşîneyên kar tev hilweşandin û sero bin kirin. Qirin qada rantê. Darbe kir hincet û OHAL ilan kirin. Bi hezaran mirov ji karên xwe bûn. Di 4'ê Mijdarê û piştî wê bi awayekî pergal li dijî vîna gelê Kurd darbe pêk anîn. Mirovên kedkar kirin mohtacê pariyek nan. 24'ê Tîrmehê encama polîtîkayê li dijî gelê gelê Kurd e. Ji ber ku şerê li dijî Kurdan sedema hebûna AKP’ê ye. 
 
HEMÛ MAFÊ KURDAN QEDEXE KIRIN
 
Gunay, kesên ku li dijî 24'ê Tîrmehê bêdeng man û niha dibêjin 'Em mexdûr in' jî rexne kir û got: "Me berê jî got di şer de kes bi ser nakeve. Pirsgirêk bi şer çareser nabe. Bi şer mirov û welat dê winda bikin. Lê îqtîdarê guh neda û dijminantiya Kurdan kir. Kurd kirin civaka li welatî ku hemû mafê wî hatine qedexekirin. 
 
'EWLEHIYA KAKKERAN TUNE YE' 
 
Gunay, bal kişand ser karkerê li Yozgatê rastî êrîşan hatin û wiha lê zêde kir: "Karker rastî êrîşê hatin. Polîsan ji karkeran re gotin 'Em nikarin ewlehiya we bistînin' û karker derxistin dervê bajar. Tişta ji bo karkeran talûke polîtîkayên îqtîdarê ye. Gelê me ne bi tenê ye. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heta niha plana têkçûnê di meriyetê de ye. Em li vir in û em li ser piyan in. Em dê li vîna xwe û nasnaeya xwe xwedî derkevin. Gelê me li dijî zilmê têdikoşe. Polîtîkaya AKP'ê dixwaze li Rojhilata Navîn di qada siyasî, diplomasî û çandê de cîhanek bê Kurd ava bike. AKP bi polîtîkaya Plana Hilweşandinê dixwaze Kurdan li çar aliyan tune bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye, Li Başûrê Kurdistanê operasyonên eskerî dane destpêkirin. Di êrîşên li dervê sînor herî zêde sivîl jiyana xwe ji dest didin. Di encama van operasyonên dersînor ên eskerî de bi dehan jin, zarok û welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
85 WELATÎ BI SÎHA HATIN KUŞTIN
 
Li gorî rapora navneteeyî ji sala 2015’an heta niha Jêtên Tirkan, di encama bombebarana SÎHA de li Kurdistana Iraqê herî kêm 85 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Zêdeyî 95 welatiyên  sivîl di encama êrîşan de birîndar bûn. Ji 85 kesên hatin kuştin tenê, 15 kes di 6 mehên dawî de hatin kuştin."
 
'HER ROJ JIN JI ALIYÊ MÊR VE TÊN KUŞTIN' 
 
Gunay, bal kişand ser tundiya mêr a li dijî jinan û wiha lê zêde kir: "Her roj jin ji aliyê mêr ve tên kuştin.  Îqtîdar û dewlet bi gotin û pratîka xwe rê li pêş van cînayetên jinan vedike. Herî dawî Pinar Gultekin  qetil kirin. Her ku diçe hêrsa me mezin dibe. Yên li dijî vê yekê derdikevin rastî tundiya dewletê tên. Ez li vir ji malbata Pinar Gultekin sersaxiyê dixwazim. Jin li her derê rastî tundiyê tên. Mixabin em di nava partiya xwe de jî li dijî tundiya mêr têdikoşin. Tundî li ku dibe bila bibe emê li dijî wê têbikoşin. Herî dawî HDP jî bi tundiyê bû rojev. Lê em tundiyê teşîr dikin. Em HDP ku bi meclîsên jinan, hevserokatiyê û wekheiyê têdikoşin, em li her derê li dijî tundiya mêr in. Em her tim li dijî tundiyê rawestiyan û em ê ji niha û şûnde jî li dijî vê tundiyê rawestin. Em ser tu tundiyê venaşêrin. Dema meseleya Tuma Çelîk hat ber destê me, me gotina jinê esas girt. Em li cem jinê rawestiyan. 
Li ser vî esasî me Tuma Çelik sewqî Lijneya Dîsîplênê kir û Lijneyê Çelîk îxrac kir. Têkoşîna me ya li dijî tundiyê dê her tim bidome." 
 

Sernavên din

25/07/2020
19:26 Li Şirnexê sewqiyeta maşîneyên zirxî
16:43 Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbaye ji wezîfeyê hatin girtin
16:02 Qeyûmê Sêrtê Mala Şînê kir Ocaxa Mengî
15:18 ‘Qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî jî zêde bûn’
14:59 Aqubeta Gulunay ê 28 salin winda ye pirsîn
14:53 Li Amedê nexweşxane têje bûn: Di 2 rojan de 20 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketin
14:09 'Eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Birêz Ocalan e'
14:01 Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin
13:59 Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû
13:45 Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin
12:54 Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan
12:53 Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên
12:37 Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:20 Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn
11:32 Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê
11:23 Li Girtîgeha Aksarayê 2 kesên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:41 Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe
10:25 Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
10:04 Li Gêxiya Çewlikê erdhej çêbû
10:03 Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket
09:44 Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da
09:20 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin
09:08 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome
09:07 Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne
09:06 Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan
09:06 ‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’
09:05 GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn
09:03 Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye
09:02 Geverê bêav hiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:31 Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin
08:30 Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand
24/07/2020
21:37 Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne
20:29 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî
16:16 Li Mêrsînê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:10 Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir
14:53 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:49 Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne
14:49 Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye
14:16 Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da
13:58 HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya
13:33 Komeleya Mûnzûrê ji bo Barmagiç kampanya da dest pê kirin
12:52 ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir
12:51 Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin
12:30 Malbatê 2 xwişkên winda dîtin
12:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozeriyê dan
12:04 AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye
11:39 Dayikên Şemiyê çalakiya 800’î wê bi rêya online li dar bixin
10:45 Ji ber tercûman tune bû Altinmakas nekarîbû derdê xwe bêje
10:42 Ciwanan li dijî destdirêjî û tecawizê banga ‘bikeve tevgerê’ kir
10:32 Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome
10:03 Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir
09:44 Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin
09:43 Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn
09:12 Bîrdal: Divê muxalefet xeteke hevpar a têkoşînê ava bike
09:11 Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê
09:10 Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye
09:09 Parêzer Çerçîoglû: Peyman dide jiyîn û vekişîn dide kuştin
09:07 Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in
09:05 ‘Peymana Stenbolê ji bo civakê kevirê domîno ye’
09:04 Ne li îşkencekaran li nexweşê şîzofrenê doz vekirin
09:02 Di binçavan de bi tundî û tacîzê re rû bi rû ma
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:36 Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne
23/07/2020
17:03 Prof. Akdenîz: Divê partiyên muxalif sînorkirina 'Medya Civakî' red bikin
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome