MXDŞ'ê xwest fermana 73’an weke cenosîd were naskirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya 6’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û got: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê dijminê mirovahiyê ve li ser civaka Ezidî fermaneke mezin pêkhat, divê cihan vê fermanê weke cenosîd nas bike û qebûl bike. Di heman demê de fermana 73’ya di şexsê civaka Ezidî de li dijî hemû mirovahiya azad hatiye kirin." 
 
MXDŞ’ê bi boneya 6’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniya MXDŞ’ê wiha ye;
 
“Em ferman û cenosîda 73’yan ku li ser gelê me hatî pêk anîn bi tûndî şermezar dikin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de dest pêkir û li ser Şengalê bi hezaran jin, ciwan û mirovên axa qedîm a civaka Ezîdî ji aliyê çetên DAIŞ’ê ve hatin dîl girtin, bi sedan mirov hatin qetilkirin, destavêtin, destdirêjî û êşkenceya bi rêbazên cuda li ser wan hate bi karanîn. Deh hezaran jin û bûkên me yên ciwan li sûkên Mûsilê û Bexdayê hatin tecawizkirin û hatin firotin. Li ser bîranîna hemû Şehîdên fermanê di şexsê Mam Zekî Şengalî, Şehîd Berîvan, Şehîd Zerdeşt, Şehîda xîretê Şehîd Ceylan, Şehîd Xeyrî Xidir, Şehîda nemir dayê Gulê û tevahî Şehîdan bîr tînin û bejna xwe li hemberî keda wan a mezin ditewînin.
 
Civaka Ezidî ji civakên herî kevnar a Rojhilata navîn peyda bûye. civakeke herî pîvan û xwedî ehlaq e. Xwedî dîrokek resene û xwezayî ye. dîroka xwe bi aşitî û wekhevî bi biratî domandiye. Ji bo wê jiyana hevbeş azad esase ji bo civaka Ezidî. Hurmet dayîna pêkhateyên ku cîran ji bo wan pîvaneke serekeye. Ji bo wê civaka Ezidî ji bo kesekê nebûye metirsî, zerar û ziyan nedaye kesekê û ev jî dunya hemû dizane û serenserî dîroka vê baweriyê de diyar e. Lê civaka Ezidî di dîroka xwe de ji aliyê serdest, nijatperest û dewletên zilhêz û dijminên gelên azadîxwaz rastî gelek cenosîd û fermanan hatiye. Fermana herî dawî 3’ê Tebaxa 2014’an li ber çavên hemû cîhanê pêkhat, encama bazdan û xwedîderneketina ew hêzên li şengalê diman qaşo parastina şengal dikirin, lê Şengal bê parastin hiştin û bazdan di ancama bazdana wan bi erkê xwe ve ranebûn. Civaka Êzidî rastî qetilamekê pir dijwar û bê exlaqiyek pir mezin hat. Cîhanê jî ji vê cenosîdê re çavên xwe girt û xwe kerr, kor û lal kir, bi sed hezaran kes ji warê xwe derketin bi hezaran kes hatin qetilkirin û hatin dîl girtin, bi dehan gorên komî çêbûn, her wiha bi hezaran jin dîl hatine girtin û heta roja me ya îro çarenusa wan nediyare, di wê fermanê de hate xwiyakirin ku ew hêzên hebûn bi DAIŞ’ê re nava lihevkirina de bûn, esasên kiryarên wan û nêzikatiyên wan nehişt xelkê herêmê xwe xelas bike dema şer gihabû şengalê wan gelek agahî şaş didan gel û gotin tiştek nîne. Heta kêliyên ku DAIŞ bi ser gel de girtin, ew jenosit bêkanin. Her wiha ji beriya DAIŞ êrîş bike bi çend roja silahên gel ji aliyê hêzên pêşmergan ve hate komkirin.
 
Dema ev êrîş pêkhat û ev qetilam hate çêkirin berî wê PKK 12 gerîlayan rêkirîbûn şengalê û wan gerîla pêşiya vê qetilamê girtin karîbun ji wî gelî re rênasiyê bikin wî gelî xelas bikin. piştî wê hêzen HPG’ê û YJA-Star bi hewara vî gelî ve hatin bi alîkariya YPG YPJ qerîdoreke mirovî vekirin û ev civak di wê riya mirovahî de xelas kirin. Van hêzan bi îradak ji pola dema her kes ji mirinê baz dan û direviyan wan berê xwe dan mirinê ji bo me xelas bikin ew erkeke insanî û dîrokî bû ku pê rabun em weke civaka Êzidi cara yekê me dît hêzekê xwe ji bo me feda kiriye di dîroka Êzidiya de, hertim her kesê pişta xwe didan me em tenê dihiştin. Lê van hêzan ji bo me berê xwe dane mirinê bi sedan şehîd di ber me de dan û xwe feda kirin ji bo wê jî em weke civak û gelê Şengalê spasiya wan hêza dikin em her tim minetdarê wanin ku em ji vê qetikirinê xelas kirin.
 
Piştî ew qetilam rû da û civak hate rizgarkirin bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêşengî û alikariya Hêzên HPG’ê hêzên parastinê hatin avakirin YBŞ weke berhemê fermana 73 rabû. Her weha bi pêşengiya Mam Zekî Şengalî 2015 ji bo şengal bive xwedî rêberî meclisa avaker ya şengal hate avakirn. Ew meclis weke îrada gelê Êzidî hate destgirtin. ji bo ku civaka Êzidî careke din rastî xiyanet neyê û neyê xapandin her weha bo gelê Şengal bibe xwedî stato û bigihê mafên xwe yên rewa, cenosîda ku hatiye kirin ji bo were qebulkirin bê navber kar û xebat da meşandin. Ev 6 sale ew meclisa ku bi ked û fedekariya Mam Zekî tovê wê û bingehê wê li serê çiyayê Şengalê hate avakirin, îro rêveberiya Şengalê dike û pêşengiyê ji bo tevahî Êzidiya dike, li ser pêşeroja Êzidiya dixebte. Êdî ev civak bi vî fikirî li himberî hemî êrîşan disekine û xwe ji tunebunê diparêzin. Ew fermana ku 2014 rabû heta roja me ya îro ji aliyê dijmin ve tê meşandin. Lê ev îradeya derketî dibe asteng û nahêle ew bigihin armanca xwe hemî pilanên wan vala derdixe.
 
Her weha ew ferman diyar dibu hedefa wê ew bû ku him civaka êzidî tune bike hem jî xelkê herêmê û pêkhatiyên wê li beranberî hev bê bawer bike û dijminatiyê têxe nava xelkê herêmê. Ji ber ku Şengal bajarê pêkve jiyanê dihate naskirin, hemî pêkhate têde jiyan dikirin. Welatê me weke baxçê gula bû, lê wan xwest vî baxçeyî hişk bikin. Hêzên serdest ji bo ku karbin xwe di Êzidxanê de bi cih bikin û destilatdariya xwe bidin meşandin, ji bo ku vê piroja xwe ya dagirkeriyê bi ser bixin xwestin li herêmê şerê navxweyî derbixe. Lê ew biser neketin, Ji ber civaka Êzidî baş dizane ku hemî pêkhate ne şirîkê vê qetilamê ne gelek ji wan jî zerer dîtin, lê yên ku destê wan ketine xwîna Êzidiyan wê tu carî bê hesab nemînin, wê hesabê wê nêz ne dereng bidin.
 
Ev şeş sal derbasbûn Hikûmeta Iraqê li beramberî civaka Êzidî ya birîndar bi erka xwe ranebûye. Divê Iraq vê komkujiyê wek cenosîd qebûl bike. Ger wisan neke wê civaka Êzidî ti carê Iraqê efû neke.
 
Her wiha em bang li tevayî gelê Kurd dikin ku xwedî li Şengalê derkevin, ji berku xwedî derketina li Şengalê di heman demê de xwedî derketina li pîvan û exlaqê Êzdayetiyê ye. Gerek em Şengalê wek paytexta Êzidiyan bibînin û em wisan nêz bibin.
 
Gelê me yên li kampan dimînin, divê di demek zû de vegerin ser axa xwe, vegera Şegalê tê wateya xwedîderketina li ola xwe, çanda xwe û axa xwe.
 
Herî dawî em wek Meclîsa Xweseriya Şengalê, carek din soza xwe ya bi şehîdên xwere dubare dikin,ji bo civaka me bibe xwedî îrade, statû û bigiihe mafên xwe em ê di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Bedelê vê têkoşînê çi dibe bila bibe, em ê bê dudilî bidin. Her wiha em ê tola şehîdên Fermana 73’an ji dijmin hilînin.”
 

Sernavên din

04/08/2020
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve
11:47 TTB: Bila Tîmtîk û Unsal adîl bên darizandin û rojiya mirinê bi dawî bibe
11:30 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Jina ciwan li mala xwe birindar hat dîtin
11:23 Zarokê ku bi çekê lîst gule pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da
11:08 Li Çewligê tundiya zilam: Tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dike
11:06 Mîraçê 4 salî hêj winda ye
11:05 Di Girtîgeha Tarsûsê de 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
10:54 Endamê Meclîsa CHP'ê Sari: Kurd ji bo Tirkiyeyê şansek mezin e
10:48 Ciwanek di avê de fetisî
10:47 Bavê leşkerê piştî ‘gefê’ mirî hat dîtin: Berpirsiyar fermandare
09:00 ‘Rizgarî bi berxwedaneke pev re pêkan e'
09:00 Heta yekzimanî hebe, dê sînor li pêş kurdî hebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN
03/08/2020
22:46 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:57 Li Qoserê 500 donim zevî şewitî
20:16 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 5 hezar û 747
17:26 Berteka qirkirinê: Wê Şengal qet neyê jibîrkirin
17:16 Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê'
17:01 TJA'yê jinên êzidî ziyaret kirin
16:15 Bersiva wezaretê ya ji bo “anonsa kurdî”: Ne ji zimanê hevpar e
16:14 Ghebreyesus: Vîrûs dê bi sêhrê tune nebe
15:49 Polîsan Pektaş ê ket greva birçîbûnê binçav kirin
15:39 Jin di 4-5’ê tebaxê de dadikevin qadan
14:57 Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan
13:40 HDK û DBP: Êzidî hê jî di bin gefê de ne
13:10 Girtiyên xistine hucreyên ‘qefesê’ di greva birçîbûnê de ne
12:59 Li Basayê 3 kesên din jî hatin berdan: Gundî nikarin biçin zeviyên xwe
12:27 Di têketina şaredariya ku daxwaza kar jê dikir întihar kir
12:26 Li Bestayê 3 roj in mudaxileyî şewatê nayê kirin
11:45 Li Geverê qeza: 6 kes mirin
10:48 Ji Serokê Baroya Rihayê Oncel berteka ‘Dadgeha Engîzîsyonê’
10:47 MXDŞ'ê xwest fermana 73’an weke cenosîd were naskirin
10:37 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye
10:30 DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir: 20 kes kuştin
10:17 Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin
09:52 Kîvark bi keda destê jinê digêjin ser sifreya gel
09:02 Parêzerên Tîmtîk û Unsal: Em agahiyê ji muwekîlên xwe nagirin
09:02 Fermana 74’an didome: Dixwazin tevahiya êzidîyan qetil bikin
09:01 Hevserokê SES'ê Taşer: Şewb dê demsala payîzê zêde bibe
09:00 Di mehekê de li herêma Mêrdîn 7 jinan 'întîhar' kir
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2020'AN
02/08/2020
21:59 Komeleya Jîn: Li tenişta jinên êzidî rawestin
21:48 YBŞ: Li dora YBŞ û YJŞ'ê kom bibin û parastina cewherî pêş bixin
20:45 18 kesên din bi vîrûsa corona mirin
19:50 Keştiya penaberan noqî avê bû: 4 penaber mirin
19:41 Agirê bi Çiyayê Bestayê ketiye belav dibe
16:36 60 rojnameger di Tîrmehê de hatin darizandin
15:36 Eskerê kuştî hat ditin defin kirin: Malbatê nexwest esker beşdarî merasimê bibin
15:10 Girtiyê bi Covît-19 kes çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
15:07 Rektorê ku wesayîta lüks a meqam xwest îstifa kir
15:06 Xwarziyê qeyûm û Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî hatin girtin
14:57 Polisan zarokek birîndar kirin
13:19 Bavê Unsal: Ma hûn dixwazin kurê min bikujin?
13:08 Girtiyê hat sewqkirin: Di rê de ne av ne jî xwarinê dan
12:12 Li Artûklû wesayîtek teqla avêt: 2 kes birîndar bûn
12:00 Lêgerîna ji bo ditina zarokê winda didome
11:49 ‘Wisa şewitîbû êdî malbatê gora zarokê xwe nas nekir'
10:56 Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin
10:04 Çelebî: Peymana Lîbyayê ji bo dem qezenckirinê ye
09:48 Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir
09:19 Her roj li Rihayê 350 kes bi şewba Covît19 dikevin
Li Nexweşxaneyan ji nexweşan re cih tune
09:03 Jinên Wanî: Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe
09:03 Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê
09:03 Ciwanan ji bo 'têkoşîneke pev re' bang kir
09:02 Fermana 74'an: Cîhan kor, ker û lal e
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN
01/08/2020
21:20 996 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
20:25 Cerdevanan welatiyek birîndar kir
20:10 Li Zozana Şerevanê agir bi daristanê ket
17:03 Înîsiyatifa Girtiyan, bal kiyand ser reşwa girtiyên nexweş ên Boluyê
15:22 Li Pîranê zarokê 4 salî winda bû
15:11 Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal îşkence ye
14:41 Her ku diçin nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de dimînin
14:23 72 baroyan piştgirî da Serokê Baroya Hatayê
13:49 Dayikên Şemiyê: Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe
13:47 Seroka DTO Turan: Li nexweşxaneyan cih tune
13:02 Dest û piyê zarokê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin
13:02 TGS: Em dest ji Peymana Îstanbul bernadin
12:28 Xizmên windayan aqûbeta Orûç pirsîn
12:23 Welatiyê eskeran îşkence lê kir: Ez ditirsim li vî welatî bijîm
11:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de keyf û seyrane!
11:27 Li Basayê dorpêç rabû lê binçavkirin didome
11:00 Eskeran 3 şivan xistin halê mirinê
09:01 Piştî du salan îdianameya zilamê ku zarokek îstismar kiribû hat amadekirin
09:00 Piştevaniya Morê atolyeya xweparastinê li dar dixe
09:00 Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2020'AN
31/07/2020
21:20 Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 230 hezarî ket