Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin

img
 
 
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesan li Şengal û Şerfedînê, Cejna Kombûnê (Cimaya) ku yek ji cejnên girînên civaka Êzidiyan e pîroz dikin. 
 
Civaka Êzidî yek ji civakên xwedî çanda kevnar û dewlemend e. Civaka Êzîdî tevî heta niha 73 ferman bi serê wan de hatin û bi deh hezaran hatin kuştin û koçber bûn jî dîsa çanda xwe diparêzin. Civaka Êzidî, bi hezaran salan çand, ziman û kevneşopiyên xwe parastine û heta îro anîne. Civaka Êzidî ku ji hemû civakên din cuda ye û xwedî taybetmendiyên resen ên xwe bi xweyî ye, di dîrokê de bi gelek ferman, êrîş û komkujiyan re rûbirû ma ye. Di dîrokê de serdest û zordaran çiqas hewldabin ku Êzidî ola xwe ya kevnar, çanda xwe ya resen biguherin jî, Êzdiyan bi hezaran berdêlên giranbiha dane lê dest ji çand û baweriya xwe bernedane. Êzidî li kû derê bin û bi çi zimanî baxivîn, her tim hewl dane da ku çanda xwe biparêzin û bijîn. Êzidî her sal bi pîrozbahî û şahiyên dewlemend Cejna Cimaya pîroz dike. 
 
Cimaya, tê wateya ‘Kombûn’ ê. Dema gelek kes li hev kom dibin jêre dibêjin Cimaya. Peyv bixwe Erebî ye, bi Kurdî jî dibe kombûn. Salan e li Êzidxanê di destpêka meha Tebaxê de cejnên Cimaya tên geran û bi tevlîbûna bi hezaran kesî ev rojên Cimya tên pîrozkirin. Êzidî Cimaya weke cejin binav dikin, lewre jêre dibêjin “Cejna Cimaya”
 
ROJA XÊRÊ YE 
 
Pîrozkrina Cejnên Cimaya du aliyên xwe hene. Yek; wateya Cimayê di dîrokê de û ya din Cejna Cimayê di vê serdemê de. Di vê demê de Cejna Cimayê tê pîrozkirin wek rojeka xêrê ye û her kes xêra xwe dibe li ber Mizargeha ku Cimayê lê tê pîrozkirin û belav dike. Keç û xort li ber dahol û zirneyê govendê digirin. Kesên belengaz ku di aliyê madî de derfetên wan kemin berê xwe didin cihê Cimayê lê hatî lidarxistin û xêrê ji xwe re kom dikin.
Serokeşîr û kesên navdar, ji metbexa xwe dibin û xwarinê ji bo hezaran kesî amade dikin û didin xelkê. Mirov dikare bêje di roja Cimayê de hemû çînên civakê li gel hev kom dibin û her kes bi karê xwe re eleqedare.
Ev cejn du rojan dewam dike. Roja yekem roja amadekariyê ye ji bo cimayê ye û roja duyem jî roja merasîmên olî ye. Ev cejnên ku li gorî salnameya Eşayîrî (ne hekûmî) tên pîrozkirin, di despêka meha Tebaxê de pîrozbahî li Şengalê destpê dikin.
 
'EM HENE Û LI VIR IN' 
 
Her Mezargeh, Qubên Êzdiyan û cihên pîroz ev cimayê ji bo wan tê çêkirin. Di serîde ji Mezargeha Şerfedîn a li Şengalê pîrozbahî destpê dike. Piştî wê jî Cimaya Êzî, Hacalî û hwd.. tên pîrozkirin.
Li her mezargehekê ji van Cejna Cimayê du rojan dewam dike. Ji niha ve cejn bi vî awayî tê geran. Li gorî daneyên oldar, dîroknas û kesayetên Êzidiyan, di dîrokê de Êzidiyan li himberî dagîrkeran şer dikir, di nava şer de bûn. Hemû hewldanên serdestan ew bû ku van cihên pîroz ên Êzidiyan ji nav bibin. Lê bi berxwedan û berdêlên giran Êzdiyan ev cih hatin parastin. Wê demê wek niha bi hêsanî gel nikaribû li hev kom bibe. Lewra her Mizargehekê roja wê hatibû diyarkirin. Ji wê rojê de her kes bere xwe dide cihê Cimayê û bi wataya ku “Em hene û li vir in” pîroz dikin.
 
XIZMETA GORISTANAN DIKIN
 
Di Cejna Cimayê de mizargeh û cihên pîroz nû dikirin, derdora wê paqij dkirin. Em dikarin bêjin her du rojên Cimayê ji bo xizmeta Mizargeha dihatin veqetandin. Periyên di nava Qubê de di van rojan de dihatin nûkirin. Perî Qumaşên ji renge Kesk û Sor û Zer pêk tê û di nava Qubê de tê danînin her kesekî ziyareta mizargehê bike girêkan li wan Periyan dide û daxwazên xwe ji xwedê dike. Derdora Qubê cihekî ku bi sedemên cuda zerer dîtibe dihate sererastkirin.
 
HER HEFTE LI GORISTANEKÊ NE
 
Pîrozbahiyên Cejnê li Şengalê heya meha Cotmehê dewam dikin. Her hefte li yek ji Mizargehên Êzidiyan di roja Pênçşem û Înê de rêûrismên Cimayê tên girandin. Herî dawî wekû Cejina Cimaya Şîxadî li Lalişê tê geran û Êzidî Cejna Cimaya Şîxadî weka Heca xwe binav dikin. Ev cejn li Lalişê 7 Rojan dewam dike û di nava van 7 rojan de rêûrisên gelek dewlemend tên gêran. Piştî Cimaya Şîxadî êdî di wê salê de Cejinên Cima bi dawî dibin.
Bi rasthatina Cejna Cimaya, Li Şengal û Şerfedîn ev du rojin pîrozbahî hene. Îro jî li mizargeha Şerfedîn li Şengalê bi hezaran kesî berê xwe daye mizargehan û bi hev re vê rojê pîroz dikin.

Sernavên din

08/08/2020
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
07/08/2020
22:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 3
21:22 Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:15 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket
20:05 Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin'
18:27 Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir
18:18 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
15:43 Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir
15:36 SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin
14:50 Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt
14:43 Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê