Hevberdevkên HDK’ê: Kilîda demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye

img

STENBOL – Hevberdevkên HDK’ê, gotin ku çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û diyar kirin ku nifteya demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, geşedanên li Lîbyayê, operasyona li dijî Heftanînê, Yekitiye neteweyî ya kurd, tecrîda Îmraliyê, rapora CPT’yê ya Îmraliyê, qrîza aborî, şewata daristanên li herêmê, mirina bi guman a leşkeran, girtîgeh, rewşa dawîn a vîrûsa koronayê û Peyman Stenbolê nirxandin.

GEŞEDANÊN LI LÎBYAYÊ 

Hevberdevk Sedat Şenoglû geşedanên li Lîbyayê nirxand û diyar kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li Lîbyayê “dagirkerî” û “feth e” û derbarê mijarê de ev tişt got: “Tirkiye hewl dide ji petrola Lîbyayê par bigirin. Ji nakokiyên xwe yên bi welatên herêmê sûd werdigire û vê yekê dike. Tirkiye bi ketina qadê re hevsengiya guhert, lê ev tiştekî demî ye. Ji ber bertekên Misr û Rûsyayê hêzên Sarrac ku Tirkiye piştgirî dide wan li bajarên Cûfra û Sîrteyê sekinîn. Tirkiye li Lîbyayê qumareke mezin dilîze. Ji ber vê hewldana xwe di qada navneteweyî de niha pirsgirêkan dijî. Çawa ku li Îdlibê xitimî ye niha li Cûfra û Sîrteyê jî xitimî ye.”

‘OPERASYON NE ÇARESERÎ NE’

Derbarê operasyona derveyî sînor a li hemberî Heftanînê jî Şengoglû ev tişt gotin: “Operasyona Heftanînê berdewama plana çong şikandinê ye. PDK û hin hêzên herêmî jî ji van polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê re bêdeng in. Lê dîrok nîşan dide ku Tirkiye nikare bigihîje xeyalên xwe yên li vir. Operasyonên siyasî ne çareserî ne. Divê mafên demokratîk ên gelê kurd bên nasîn. Gelek desthilatê ku hêzê bi kar anîn çûn. Lê wê di encamê de çareseriyeke demokratîk pêk bê. Tirkiye ji ber ku bêdengiya hêzên navneteweyî zane komkujiyê sivîl li ber çavê dinyayê pêk tîne.”

YEKITIYA NETEWEYÎ

Şenoglû bal kişand ser hewldanên yekitiya neteweyî ya nav hêzên kurd û ev nirxandin kir: “Di bingeha êşên gelê kurd pêknehatina yekitiya neteweyî heye. Dîroka kurdan bi vê êşê dagirtî ye. Lê mixabin herkes ji dîrokê heman dersî dernaxe. Pirsgirêk bi dûrketina ji berjewendiyên partî û eşîran dikare bê çareserkirin. Gelê kurd yekitiyê qebûl kiriye, lê di nav partiyan de pirsgirêk heye. Divê gel di vê mijarê de partiyan jî bike tevgerê. Ji bo yekitiyê gelek gavên girîng hatin avêtin lê lîstikên li ser kurdan jî gelek in. Vala derxistina van lîstikan biryardariya di yekitiyê de.”

QRÎZA ABORÎ KÛR DIBE

Di nirxandinên xwe de Şengoglû li ser qrîza aborî jî axivî û wiha doman: “Qrîza aborî bi pêvajolya pandemiyê baş hat xwanêkirin. Hemû sermiyanê welat ji bo pêşeroja xwe yasî û polîtîkayên şer xerc dikin. Pir aşkera ye ku ev desthilat nikare bi qrîza aborî re serî derxe. Sedema qrîzê polîtîkayên neçareserkirina Pirgirêka Kurd. Desthilat di pêvajoya şer de hebûna xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî desthilat “korbûnê” tercîh dike. Ji ber vê roj bi roj dihele û komên biçûk ên sermiyanê êdî li dijî wê helwest nîşan didin.”

101 PORSPÎ

Şengolû, derbarê danezana ku 101 porspiyan weşandibûn jî got ku ji bo rewşa welat heyî hişyariyan dane û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku banga porspiyan bersiv bibîne, pêwîst bi rastiya gel a rêxistinkirî heye. Banga Tifaqa Demokrasiyê di bernameyên HDK û HDP’ê de hene. Di heman demê de ev danezana porspiyan piştgiriya têkoşîna demokrasiyê ya HDK û HDP’ê dike.”

NÊZIKBÛNA ÎMRALIYÊ

Di berdwama nirxandinên xwe de Şenoglû, tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nirxand û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Çareserî û neçareserî bi nêzikbûna Îmraliyê şênber dibe. Tecrîda li Îmraliyê tenê bi gelê kurd re ne bi sînor e. Bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê rawestin. Ocalan di salên 2013-2015’an de nêrînên xwe ragihand derve. Dema şert bên avakirin di zimanê Ocalan de aştî û biratî heye. Civakê jî vê dîtiye. Di pêvajoya çareseriyê de piraniya civakê piştgirî dida pêvajoyê. Divê ev vîna çareseriyê careke din bi civakê re bê gel hev. Heke tecrîd bandor li piraniya civak dike, divê ev tecrîd bê şikandin. Ev jî bi têkoşîna civakê a bi biryara pêkan e.”

‘KILÎDA DEMOKRASIYÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’

Şenoglû, diyar kir ku hemû pirsgirêkên li welat rû didin bi tecrîdê girêdayîne û wiha dewam kir: “Heya ku tecrîda li Îmraliyê çareser nebe, wê demokrasiya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çareser nebe.  Kilida demokrasiyê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Famkirina tecrîda li Îmraliyê, bi nêrîna me ya dîrokî ve girêdayî ye. Gelo Îmralî çawan hat avakirin, bi kîjan komployê ava kirin û bi destên kîjan hêzan hat avakirin? Ji ber vê Îmralî ne tenê cihê çend girtiyane. Ew der girava. Wateya çareserkirina tecrîdê ye. Ev jî tê wateya cihê çareseriyê ye. Ji ber vê ez bang li gelên Tirkiyeyê, kesên demokrat û beşên sosyalîst dikim ku hîn zêdetir bi awayekê xurt pirsgirêka tecrîdê bînin ziman.”

RAPORA CPT BI SÎNOR BÛ

Şenoglû, da zanîn ku rapora CPT’î ya sala 2019’an a têkildarî Girtîgeha Ewlekariya Bilind Tîpa F a Îmraliyê,  sînordare û wiha got: “Di encamê de CPT’iyê bi awayekê qismî be jî, bêhiqûqiya li Îmraliyê aşkere kir. Lê di rewşa heyî de pir keme. Saziyên mîna CPT’î, saziyên zelalin. Divê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de derbixe holê û zextan li hikumetan bike. Çi li Ewropa û çi jî li Tirkiyeyê, ger gel bikevin nava tevgerê wê encamek baş bê girtin.”

TIFAQA CIVAKÎ

Şenoglû, rewşa AKP’ê ya di navê de “têkçûyînê” nirxand û wiha pê de çû: “Mûxaleta li dijî desthilatdariyê nabe yek. Ez vê yekê rexne dikim. Hemleya tîfaqa demokratîkbûnê ya HDP’ê, enerjiyeke baş derxist holê û lê divê ev bikeve meriyetê. Vê hemleya HDP’ê rêyek vekir. Divê rêya 3’yemîn a em behsê dikin bi tifaqa civakê bê mezinkirin.”

UGURLU: TECRÎD BINGEYA HEMÛ PIRSGIRÊKANE

Hevberdeveka HDK’ê Îdîl Ugurlu jî, diyar kir ku sedama hemû pirsgirkên li Tirkiyeyê tên jiyîn tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û wiha axivî: “Tecrîd li tevahiya welat belav bûye. Bi dawîkirina tecrîdê wê demokrasî jî pêş bikeve.” Ugurlu, bal kişand ser rapora CPT’ê jî û wiha got: “CPT’ê di rapora xwe de jî tecrîda heyî tomar kir. Lê pir kême.”

‘EM BI FERASTA TEKPARÊZ RE RÛ BI RÛ NE’

Ugurlu, anî ziman ku AKP’ê xwest şewba vîrûsa koronayê ji bo xwe veguherîne firsendê û wiha bilêv kir: “Bi vê xwest tabloyekê baş xêz bike. Di vê pêvajoyê de hişyariyên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) li ber çavan nehatin girtin. Dîsa Lijneya Zanist a ku hat avakirin pir kêm ma. Ev jî dide nîşandan em bi feraseteke tekparêz re rû bi rû ne.”

TECRÎDA LI GIRTÎGEHAN GIRAN BÛ

Ugurlu, da xuyakirin ku di pêvajoya şewbê de binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdetir bûn û wiha rêz kir: “Tecrîd girantir bû. Ev yek bi Qanûna Înfazê re zêdetir bû. Girtiyên siyasî, jinên xwestin parastina xwe ya çewherî ava bikin, ciwan, xwendekar, rojnameger, rewşenbîr û siyasetmedar ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin û bi vîrûsê re rû bi rû hatin hiştin. Desthilatdariyê, bi vî awayî girtiyên siyasî carek din ceza kirin.”

PEYMANA STENBOLÊ

Ugurlu, bal kişan xwe ji  Peymana Stenbolê paşve kişandinê jî û wiha domand: “Desthilatdarî êrîşî hemû destkeftiyan dike. Nîqaşên derbarê Peymana Stenbolê de jî, dewama van êrîşane. Di ser Peymayana Stenbolê re hewl didin hemû destketiyên jinan bikin hedef. Jin wê li dijî polîtîkayên dijminantiya jinan a desthilatdariyê û xwe ji Peymana Stenbolê paşvekişandinê, li ser derê, li her kolanê û li her qadê dê berxwedana xwe mezin bikin.”

‘DESTHILATDARÎ XITIMIYE’

Ugurlu, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Polîtîkayên AKP’ê hem yên hûndir û hem jî yên derveyî welat xitîmîne. Tirkiye li Sûriyeyê, Iraqê û îranê êrîşî kurdan dike. AKP li kurê derê destkeftiyekê kurdan dibîne, dixe hedefe. Niha tehemûlê pergala xweseriya demokratîk a li Sûriyeyê nake. Ji bo ku vê pergalê tune bike, tişta ji destê AKP’ê tê dike. Dîsa li Herêma Kurdistana Federe bi mehane operasyonên eskerî dewam dikin.  Her ku desthilatdarî tengav dibe û dixitime, dest bi şer dike û êrîşî kurdan dike.”

TÊKOŞÎNEK HEVPAR

Ugurlu, bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên AKP’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî rêveberiyekê krîzê dijî. Her ku diçe ev krîz kurtir dibe. Divê gelên li Tirkiyeyê dijîn, li dijî vê bên gelhev. Divê li dora bernameyeke têkoşîna hevpar bibin yek û bi hevre tevbigerin.”

MA / Nacî Kaya - Erdogan Alayûmat

Sernavên din

11/08/2020
09:50 Prz. Korkmaz: Mêrê kujer hêza xwe ji polîs û îqtîdarê digire
09:12 'Sedema binpêkirinên li sînor bêcezatî ye'
09:12 Tekstîla Ozakê bi mobbîngê sendîkaya karkeran diguherîne
09:11 Partiyên siyasî bang li CPT'iyê kirin: Peywira xwe bîne cih
09:10 Penêrê Çeçîlê hîn jî bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin
09:10 ‘Ji ber kurd, elewî û ermenî ne li qişleyan tên kuştin'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN
10/08/2020
23:06 Li navçeya Rezanê piştî şewatê teqînek çêbû
21:44 Agir bi Çiyayê Gabarê ket
21:39 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 858
20:12 Xwişka Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:08 Hevşaredara Gimgimê Karaaslan hat berdan
18:03 Rojnamevanên kurd Kaplan û Mordenîz hatin berdan
16:22 Êrîşa li dijî avahiya HDP’ê hat şermezarkirin
16:13 Rapora ÎHD’ê: Di 6 mehên dawîn de 638 serdegirtin pêk hatin û 769 kes hatin binçavkirin
16:12 Baro ji bo parêzerên di rojiya mirinê de, ji wezîr re name şand
16:02 Çalakiya li dijî avakirina HES'ê encam dan
15:50 Daristana Licê dîsa dişewite
15:38 Beştaş: Bila tu kes pirsgirêka kurd ji xwe re neke amûr
15:21 Bi hinceta ‘encamên tehlîla wê windaye’ derman nadin girtiya nexweş
15:00 Tedawî li Tîmtîk û Unsal tê fezkirin
14:41 Agir bi daristanê Cûdî ket
14:31 Wezaretê, birîna ceyranê ‘ji nîzamnameyê re guncav’ dît
14:13 Li Girtîgeha Xerpêtê girtî hatin derpkirin
13:50 SES: 50 hezar mirov li Enqereyê bi Covît-19 ketin
13:27 Ji bo Tîmtîk û Unsal ketin grevê
13:25 Ji Sêrtê reda xwe ya wijdanî ragihandin
13:15 Li Lubnanê wezîrekî din jî îstifa kir
13:06 Li VESTEL’ê 17 karker ji koronayê mirin
12:53 Malbatan di meha 58'an de qurbaniyên GAR'ê bibîr anîn: Em ê her tim bêjin aştî
12:21 Çima nahêlin Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike?
11:57 Şewata li Mêrdînê, piştî qedexeyê hat vemirandin
11:43 26 Rêxistinên Civakî bang kirin: Peymanê pêk bînin
11:30 Endamtiya wî ya AKP’ê nehat qebûl kirin, êrîşê avahiya HDP’ê kir
11:25 Li gorî TÛÎK’ê di gulanê de bêkarî kêm bûye
11:24 Aboriya di pêvajoya çareseriyê de baş bû, di şer de têk çû
11:12 Dolar bi bilinbûnê dest bi hefteyê kir
10:31 Agir bi Hevselê ket
10:03 Di 4 rojan de milyonek pêketî
09:08 Ozsoy: Fatûreya serpêhatiya yekparêziyê wê li Tirkiyeyê bê birîn
09:07 Akdenîz: Divê partî û sendîka koçberan bihesibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2020'AN
08:18 Maşîna zirxî ya polîsan qulipî: 2 polîsên tîmên taybet mirin
09/08/2020
20:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina kolanan bi dawî bû
20:15 Li Lubnanê wezîrekê din îstîfa kir
19:54 Li Îdirê wesayîta eskerî qulipî: 6 esker birîndar bûn
19:42 Li Beyrûtê ji bo 21 kesên winda hêvî nema
18:52 Polîsan mudaxileyî endamên Grûp Yorûmê kirin
18:02 Ahmed Davutoglu bi rûpoşekî din hat Amedê: Sozên 4 sal berê nehatin bîra wî
17:29 Aram Tîgran bi stranên xwe hat bibîranîn
17:17 Şêx û rûspîyên Girê Spî: Divê aqilmend destûr nedin fîtneyên dijmin
17:02 Di Çemê Kizilirmakê de 2 zarok xeniqîn û bav winda ye
16:43 Xelatên pêşbirka Rojnameger Denîz Firat dan xwediyê wan
16:23 Agir bi daristana Qereqoçanê ket
15:33 Malbatan kevirê Goristana Sîsê nû kirin: Zarokên me ne bê xwedî ne
15:01 Meclîsa 'Bila Munzûr azad biherike' Ji bo Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan kirin
14:29 'Li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin'
14:08 Piştî teqîna li Libnanê Wezîra Ragihandinê îstîfaya kir
13:57 Tevgera Azadî: Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin
11:46 Hêjmara Xwebûn a 34'an bi manşeta 'Ziman şîrhelal e' derket
10:36 Şerê li Şêbê didome
10:29 Yureklî: Divê CPT êdî gavên çareseriyê bavêje
09:41 Ji ber çi li Rojavayê xebatên yekîtiyê giran pêş ve diçin?
09:13 Parêzer: Divê lêpirsîna ji bo windakirin, revandin û kuştinê bidome
09:04 Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve
09:02 Bajaroka Çavûşlûyê bi tesîsan hatiye dagirkirin
09:01 Esnafên Mêrdînê: Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN
08:10 Eskeran ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir
07:58 Otobusa rêwiyan qeza kir: 5 rêwî mirin 26 rêwî birîndar bûn
08/08/2020
21:31 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 829
17:04 Zarokê 16 salî ji aliyê pastarên Îranê ve hat îşkencekirin
16:44 Li Bedlisê şewat li gundekî hat vemirandin lê li gundekî hê jî didome
16:16 Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike: Em ê destûr nedin
16:07 Esker mewlîda kurdî di nivîde birî: Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne
16:04 Li Edeneyê bertek nîşanî binçavkirin dan
15:23 Li Edenê ciwanek din hat binçavkirin
15:06 Derp heye, rapor tuneye
14:53 Bal kişandin ser rewşa Bûlût ku li gel raporê nayê berdan
14:37 DFG'ê 3 rojnameger bi bîr anî: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
14:13 Dayika rojnameger Tepe 27 sal in li benda edaletê ye
14:11 Li Sîncanê rewşa tenduristiya 4 girtiyên jin krîtîke
13:54 MKGP: Em ê bibin pênûs û kameraya Deniz Firat
13:48 Paylan tenê pirsek ji Albayrak kir: Hûn difikirin ku îstîfa bikin?
13:26 Li Kanîreşê pevçûn: Jinek birîndar bû
13:09 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehên Marmarayê hat aşkerakirin
12:47 Hefteya 600’emîn: Heta windayê dawîn bên dîtin wê têkoşîna me bidome
12:29 Mîraçê 4 salî 9 rojin winda ye
12:18 Li gundê ku Goristana Xerzanê lê bû şewat derket
12:06 Bû 28 sal: Me Huseyîn Denîz ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin
11:45 Jinên li Îzmîrê hatin îşkencekirin: Emê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
10:58 Hevberdevkên HDK’ê: Kilîda demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye
09:59 Merasîma ‘Plaketên Edaletê yên Rêwiyên Xelayan’ hat qedexekirin
09:09 Li dijî ÇAYKÛR'ê wê li cem hilberîneran be
09:07 'Heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin'
09:07 'Ligel şewatan ne tenê darek, hemû mîkroorganîzmayên zindî tune dibin'
09:07 Li Amedê rewşa Covîd-19'ê
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
07/08/2020
22:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 3
21:22 Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes bi Covîd-19'ê ketine