Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin

  • rojane
  • 09:47 14 Tebax 2020
  • |
img

AMED - Polîsên ku bi xeletî ser mala welatî Suleyman Arikan de girtin, ew derb kirin. Arikan, diyar kir ku polîsan ji wî re gotine ‘heke tu gilî bikî wê ji bo te qet ne baş be. Em ê te ji alîkarîdayîna rêxistinê bigirin.”

Polîsên tîmên taybet duh saet 05.00'ê sibê de bi ser mala Suleyman Arikan (25) ê li Taxa Fatîhê ya navçeya Rezan a Amedê de girtin. Polîsan piştî zanîn ku ser navnîşaneke xelet de girtine, ji bo Arikan wan gilî neke gef li wî xwarin. Arikan derbarê bûyera ku bi serê wî hat de,  ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
‘BI QONTAXA TIVINGÊ LI PIŞTA MIN XISTIN’ 
 
Arikan ê 25 salî, diyar kir ku di saetên sibê de polîsên tîmên taybet bi ser mala wî de girtine û wiha got: “Di saetên serê sibê de bi tund li deriyê min xistin. Min çawa derî vekir 10 kesên bi çek, ketin hûndir. Piştî ketin hûndir min nû zanî polîs in. Ji min pirsa hinek kesên din kirin, min jî got ‘ez nas nakim.’ Dûre ez birim terasa malê û bi erdê re dirêj kirim. Heqaret li min kirin. Min got ‘hûn şaşitiyê dikin heta niha tu zirara min ne gihiştiye kesekê’ lê zêxteke zêde li min kirin. Xeber gotin û bi qontaxa tifingê li pişta min xistin. Dema ez li erdê dirêjkirî 4-5 kesan li pişta min xistin. Piştî ku min ji wan re got ‘sûcê min çiye?’ ji min re gotin ‘ne axive’ û heqaret li min kirin. Min nedikarî biaxivim ji ber ku çiqas axivîbûma zêdetir li min dixistin.”
 
‘MIROV SUCDAR BE JÎ EV MUAMELE LÊ NAYÊ KIRIN’
 
Arikan, anî ziman ku mirov sûcdar be jî, divê ev muamele lê neyê kirin û wiha bilêv kir: “Carna dibêjin em welatekî wisa wisa ne. Lê muameleya li min hat kirin gelek cuda bû. Min ji wan 2 kesên ku heqaret û îşkence li min kirin re got ‘ez ê we gilî bikim.’ Dûre yekê ji wan ez birim aliyê mutbexê û got ‘heke tu giliyê bikî ji bo te wê qet ne baş be. Em ê te ji alîkarî dayîna rêxistinê bigirin. Tu dê zirarê bibînî. Li ku derê gilî bikî bike.’ Ez dixwazim van tiştan mirov bizanin. Îro bi serê min hat sibê dibe ku bi serê kesek din jî were.”
 
‘XELETÎ ÇÊBÛYÊ’
 
Arikan, da zanîn ku polîsan bê destûr ser mala wî de girtine û wiha berdewam kir: “Polîs bê destûr ketin mala min û li her derê geriyan û tevlîhev kirin. Ez rencîde kirim. Ligel ku dizanîbûn ku kesên lê digerin ne ezim jî, dîsa ser min de hatin. Bi dijminane nêzîkî min bûn. Herî dawî ji min re gotin xeletî çêbûye. Min jî ji wan re got ‘mirov sûcdar jî be hûn nikarin muameleyeke wisa lê bikin.’ Lêborîn jî ji min nexwestin. Li gel vê du kes nava wan de hebûn gotin ‘vî jî bigirin em ê li qereqolê pêre eleqedar bibin.’”
 
‘QEREQOLÊ TIŞTEK NEKIR’
 
Arikan, dest nîşan kir ku ji bo serlêdana sûc çûye Qerekola Şehîdlîkê û wiha lê zêde kir: “Ji bo serlêdana sûc ez çûm Qereqola Şehîdlîkê, lê tiştek nekirin û gotin ‘here serî li dozgeriyê bide’ û ji wir jî ez hatim malê. Ez ê serî li dozgeriyê bidim. Ji ber ku ez îro bêdeng bimînim dibe ku sibê tiştên nebaştir bibe. Dibe ku bi gilîkirinê tiştek dernekeve holê, lê tişta ji destê min were ez ê bikim.”
 
Polîsên ku piştî saetekê ji mala Arikan derketin bi ser mala Seyfettîn Kardaş ê cîranê wî de girtin û ji ber parvekirinên medya civakî Kardaş binçav kirin.
 
MA / Fahrettin Kiliç - Arjin Dilek Oncel
 

Sernavên din

17/08/2020
16:33 Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
16:03 Ji ber parvekirina medya civakî hat binçavkirin
15:50 Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin
15:04 22 saetan li benda hatina dozger man
14:54 Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin