Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan

img

ENQERE – Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, têkildarî kêşeya Kurd bang li hêzên muxalif kir û wiha got: “Rêya çareseriya kêşeya Kurd rêbaza diyalogê ye. Muxatabê kêyeya Kurd diyar e. Hêzên qala çareseriyê dikin divê vê rastiyê qebûl bikin." 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî Civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, bal kişand ser geşedan û rageşiya li Rojhilatê Derya Spî û wiha got: "Ev nîşan dide ku qeyran hem li derve û hem li hundir neye. Li aliyekî li hundir qeyrana rêveberiyê, qeyrana aborî heye. Li aliyê din îqtîdara Tirkiye, li her alî Tirkiye dixe nava şer. Îqtîdarê Tirkiye li Libya, Suriye, Iraqê xist nava celba şer. Tirkiye dixin nava lîstikek pir talûke. Geşedanên ku niha li Rojhilatê Derya Spî pêş dikevin, nîşan dide ku koalîsyona AKP-MHP'ê îqtîdara şer, rant û talanê ye. Îqtîdara AKP'ê û sermayedarên AKP’ê li ser vê ranta şer xwe xwedî dikin. Li Sûriye, Rojava Iraq û Başûrê Kurdistanê bi salan e li ser dijminantiya Krud şer dikin." 
 
Gunay, da zanin ku di demên dawî de li herêma Ege û Akdenizê rageşiyek heye û wiha axivî: “Banga AKP'ê ya diyalog û diplomasiyê, an nîşana niyetek xerab e, an jî bandora şovenizmê ye. AKP û rêxistinên DAÎŞ, El Nusra, Tevgera Îhvanê bi hevre tev digerin. Bi Komên bi pere û militaristre tev digerin. Ev rêxistin bi temamî hevkarên AKPê yên koalisyona herêmê ne. Dostên îqtîdara AKP-MHP'ê hêzên tarî ne. Piştre bêyî şerm wekî hêzên mîllî pênase dikin. 
 
GELÊ ME RASTIYA AKP'Ê DIBÎNE
 
Gunay, destnîşan kir ku wekî HDP'ê dê her tim li dijî talankirin, wêrankirin, rant û şer, têbikoşina aştî, demokrasî û edaletê pêş bixin û wiha lê zêde kir: “Her kes rastiya îqtîdara AKP-MHP'ê zane. Her kes dizane ku AKP-MHP'ê Tirkiye xistiye çi halî. Êdî siyaseta şer jî wan rizgar nake. Derdê me ewe ku em şer, kuştin, mirin, êş, xizanî û betaliyê bi dawî bikin. Xwe wekî çakûş, hemû kesî jî wekî bizmar dizanin. Hêviya gel ji vê koalîsyonê tune ye." 
 
BANG LI HÊZÊN DIJÎ ŞER KIRIN
 
Gunay, bang li hêzên li dijî şer jî kir û wiha berdewam kir: "Em bang li kesên ku şer naxwazin, xizanî, xwînê û betaliyê naxwazin dikin. Em bang li hemû mirovên li ser vê axê dijîn dikin. Werin em hemû bi hevre li dijî polîtîkayên şer dawestin. Ji bo aştî, demokrasi û azadiyê çi hewce be em bikin. Em bi hevre jiyanek azad û wekhev ava bikin. Ne şer, aştî. Ne bê edaletî, edalet. Ne bêdengî derketina kolanan. Ne koletî azadî. Em bi hevre jiyanek hevpar ava bikin em dikarin bi ser bikevin."  
 
ÊRÎŞA SÎHA ŞERMEZAR KIR
 
Gunay, êrîşa SÎHA ya TSK'ê ku li dijî Iraqê pêk anî jî şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû welatên ereb ev êrîş şermezar kir. Tirkiye hişyar kirin. Em bi mehan in diyar dikin ku ev operasyon ne çareserî ne. Em nişan didin ku operasyon ne çareserî ne. Li hundir û derve şerek heye. Ev şerê li derve û hundir aboriya Tirkiye xistiye halek pir xerab. Bi milyonan mirovên me birçî û betal in. Lê Wezîrê Xezînê û Maliyê radibe dibêje ‘Ma meaşê we bi dolaran tê dayîn? Ma deynê we yê dolar hene? Çi karê we û dolaran bi hev heye?' û gel tawanbar dike. Qerfê xwe bi milyonan mirovên birçî dike. Misqala wîcdan bi wan re tune ye. AKP hem welat xist bin deynê dolaran hem jî qerfê xwe bi gel dike. 
 
40 SALIN KURDAN BI KURDAN DIDE KUŞTIN
 
Gunay, bal kişand ser kêyeşa Kurd û wiha lê zêde kir: "Yek ji sedema ku welat li ser sinar e neçareseriya kêşeya Kurd e. 40 salin Kurdan bi Kurdan dide şerkirin û kuştin. Êdî dawiya vê polîtîkayê tune ye. Di rojên dawî de kêşeya Kurd dîsa tê rojevê. Êdî pêdivî bi çareseriyê heye. Tenê rêyek heye. Ew jî diyalog û muzakere ye. Dîplomasî ye. Ew jî bi muxatabê wê çareser dibe. Muxatab diyar e. Yên îdea dikin ku pirsgirêka Kurd çareser bikin divê bi muxataban re rûnên. Em banga xwe ya her tim dubare dikin. Em amade ne ku ji bo çareseriyê hemû berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Ji bo ziman, nasname, çand û azadiya Kurdan çi difikirin. Amade ne ku dest ji înkar, îmha û şer berdin. Rêya çareseriyê diyalog û dîplomasî ye. Divê vê rastiyê qebûl bikin. 
 
ÇEND PÊŞNIYAR 
 
"* Divê ji bo çareseriyê meclîs rola xwe bilîze. Divê li ser esasê maf û azadiyan perspektifa çareseriyê pêş bixe. 
 
* Heta niha ji bo çareseriyê gelek gav hatin avêtin. Divê şaşiyên ku rê li pêş van girtinan girtine bibînin û dubare nekin. Divê heyeta çavdêriyê ku ji hemû beşên civakê pêk tên ava bikin. 
 
* Divê hemû hêzên li pêş çareseriyê dibin asteng dînin aliyekî û wan teşîr bikin. 
 
* Divê hemû hêzên li ser esasê demokrasiyê tev digerin bibin yek. Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek û vîna xwe dînin holê. 
 
* Divê dawî li polîtîkayên darbe yên bi qeyûmê vînê xesp dikin bînin. 
 
Em wekî HDP'ê ji bo çareseriyê amade neku bibin xwedî înisiyatif û rolê bidin ser xwe. 
 
 
LI 7 NAVENDAN ZINCÎRA MIROVAN
 
Gunay, herî dawî bernameya Têkoşîna Demokratik jî parve kir û wiha bi dawî kir: “Em wekî HDP'ê dê têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê ya li dijî îqtîdara AKP'ê berdewam bikin. Li gorî vê yekê Têkoşîna me ya Demokrasiyê ji 3 pêngavan pêk tê. Em di 19'ê Tebaxê de li dijî xespa Qeyûm bi şîara ‘Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê pêş bixin' dê li Mêrdîn û Stenbolê dest bi çalakiyan dikin. Fînala rêzeçalakiyên me jî dê di 1'ê Îlonê roja Aştiya Cîhanê de li 7 navendan bidome. Em dê li 7 navendan zincîra mirovan a herî mezin ava bikin. Li Stenbol, Amed, Riha, Edene, Wan, Îzmir, Enqere û Antalyayê dê Zincîra Aştiyê ava bikin. Em parazvanên “Li dijî şer aştî" dê kom bibin. Polîtîkaşên şer êdî canê me tevan diêşîne. Werin em hemû bi hevre li dijî vê polîtîkaya îqtîdarê ya şer rawestin" 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/08/2020
16:33 Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
16:03 Ji ber parvekirina medya civakî hat binçavkirin
15:50 Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin
15:04 22 saetan li benda hatina dozger man
14:54 Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin