‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’

  • rojane
  • 09:03 15 Tebax 2020
  • |
img

AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku di pêvajoya vîrusa coronayê de zext û îşkenceyên girtîgehan didomin û got: “Polîtîkayên hikumete ji destpêkê heta niha tecrîdkirina girtîgeha ne.”

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz, der barê zêdebûna zext û îşkenceyên girtîgehan de axivî. Temîzyuz, bibîr xist ku piştî vîrusa coronayê derketiye holê, bala her kesî çû ser girtîgehan û got: “Cihê ku nexweşî herî zêde lê belav bibin girtîgeh bûn, ji ber wê yekê hem di cîhanê de hem di Tirkiyeyê de saziyên sivîl fikarên xwe yên der barên girtîgehan de anîn ziman. Me jî wê demê ji gelek cihan re daxwazname şandin û serîlêdanên me çêbûn. Hikumetê di serî de ji bo ku wekî gavina davêje nîşan bide hinek qanûn derxistin. Wekî Qanûna Înfazê. Piştî ku ev derket holê jî me lê nêrî ku ji bo kesên ku xwestin berdin re derxistine.”
 
‘DIVÊ HIKUMET JI BER VÎRUSÊ TEDBÎRÊN CIDÎ BIGIRE’
 
Temîzyuz, bal kişand ser belavbûna nexweşiya vîrusa coronayê û got: “Wexta em li daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dinêrin dê di rojên pêşiya me de ev nexweşî bigihe asta herî jor. Heke li derve ligel tedbîran evqas belav bibe, wê di girtîgehan de rewş çawa be? Ji ber vê yekê em dibêjin ji bo çareserkirina pirsgirêka girtîgehan hewce ye ku hikûmet rol û mîsyonekê bigire ser xwe û qanûnan biguherîne. Bi deh hezaran girtî hene niha nikarin beşdarî dadgehê bibin û bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Aktîvîteyên girtiyan bi temamî hatine rakirin. Ji ber wê em dibêjin hikûmet her tiştî ji xwe re dike fersend. Banga me ew e ku di girtîgehan de hikumet ji ber vîrusa coronayê tedbîrên cidî bigire.”
 
‘GELEK GIRTÎ NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ’
 
Temîzyuz, anî ziman ku Wezareta Dadê daneyên girtiyên bi vîrusa coronayê ketine rast nade û wiha berdewam kir: “Çawa li derve dane rast nayên dayîn, yên girtîgehan jî rast nayên dayîn. Em jî agahiyan ji malbatan digirin, ew jî ne agahiyên fermî ne. Gelek girtî ji ber şert û mercên girtîgehê naçin nexweşxaneyê. Kesê ku diçe nexweşxaneyê 14 rojan di karantînayê de dimîne. Odeya ku girtî lê tên karantînakirin jî weke hucreyê ye, ji xeynî nivînê tiştek li wê odeyê nîne. Paqijî jî nîne. Ji ber wê girtî, heya mecbûr nemînin naçin nexweşxaneyan. Li gor daneyên ku di destê me de tu girtiyek siyasî bi nexweşiya vîrusa coronaye neketiye. Li hinek girtîgehan encama testan nadin girtiyan. Vedişerin. Ji ber wê jî dane di destê me de tune ne.”
 
‘NAHÊLIN GIRTÎ ASÎMANAN BIBÎNIN’
 
Temîzyuz, da zanîn ku li girtîgehên Aksaray, Afyon, Xarpêt, Beşîkduzu, Turkoglû û yên nû vebûyî îşkence tê kirin û got: “Li vir çi derdikeve holê dewlet ji girtiyan re dibêje hûn ê îteatî min bikin. Mesele di odeyeke ku 3 girtî tê de dimînin, gardiyan diçin dibên ‘gereke hûn li ser lingan hejmarê bidin.’ Piştî ku girtî li dijî vê yekê derketin jî li wan dane û ew xistine hucreyê. Diçin cem bijîşk, lê ew jî rapor nade wan. Serî li dozgeriyê didin dozgerî biryara aleyha girtiyan de dide. Bi dehan mînakên bi vî rengî hene."
 
Temîzyuz, bilêv kir ku girtiyên ku ji girtîgehekê sewqî girtîgeheke din tên kirin, mehekê wan di hucreyê de dihêlin û got: “Li Girtîgeha Tekîrdagê ser hewadariya du odeyan fîle kirine. Nahêlin ku girtî asîmanan jî bibînin. Li hemberî van pêkanînan jî girtî dikevin çalakiyên grevên birçîbûnê. Rewşa niha ya girtîgehên Tirkiyê tecrîdkirin e. Rewşa hiqûqê û binpêkirina mafan li holê ye. Polîtîkayên hikumete ji destpêkê heta niha tecrîdkirina girtîgeha ne.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaban
 

Sernavên din

17/08/2020
16:33 Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
16:03 Ji ber parvekirina medya civakî hat binçavkirin
15:50 Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin
15:04 22 saetan li benda hatina dozger man
14:54 Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin