Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir: Kesên dixwazin pirsgirêka kurd hel bikin, divê Ocalan esas bigirin

  • rojane
  • 09:04 19 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, bal kişand ser daxuyaninên CHP, Partiya Deva û Partiya Gelecekê yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd û got, kesên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, divê Ocalan muxatab bigirin. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan, rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû yên der barê pirsgirêka kurd de nirxandin. Bayindir, dest nîşan kir ku yên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, ewilî divê Ocalan muxatab bigirin. 
 
‘TIRKIYE TECRÎDÊ QEBÛL DIKE' 
 
Bayindir bal kişand ser rapora CPT'yê ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de û got: "CPT, cara ewil e ku ev qasî zlal pergala tecrîdê ya Îmraliyê pênase dike. Tesptkirina tecrîda sîstematîk û berfireh a li Îmraliyê girîng e. Her wiha gava CPT der barê girtîgehên welatekî de raporekê amade dike, heya ew welat qebûl nekin, nikara rapora amade kiriye parve bike. Loma tespîta ku der barê pergala Îmraliyê de hatiye kirin, bi pesendkirina Tirkiyeyê hatiye weşandin. Ev jî tê wateya ku Tirkiye bi awayekî fermî jî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl dike." 
 
‘TESPÎTÊN CPT'YÊ GIRÎNG IN LÊ TÊR NAKE' 
 
Bayindir, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke ku li tu devera cîhanê tuneye pêk tê û got: "Helbet tespîtên CPT'yê û nirxandinên wê yên der barê hikmeta Tirkiyeyê de ji bo me ne bes in. Ligel vê ji aliyê saziyeke navneteweî ve bi vî awayî nîşandana pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo me girîng e. Lê raporo xwe 16 meh şûnde xwe weşand. Heya rapor hat weşandin tecrîd kûrtir bû. Belê, tespîtine girîng hatine kirin lê belê tenê qîmanîna bi tespîtan, tê wateya ku çavgirtinê." 
 
Her wiha Bayindir, bilêv kir ku tespîtên CPT'yê yên der barê girtîgehên din de jî kêm in û got, peywira CPT'yê tenê ne weşandina raporan e. Bayindir, anî ziman ku ji bo pirgsirêkên hatine tespîtkirin, divê ji bo liv û tevgerê welatên endamên Konseya Ewropayê hemûyan teşwîq bike. 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Bayindir, bibîr xist ku piştî di 5'ê Nîsana 2015'an de hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin qutkirin, şer giran bûye û got: "Piştî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatn qutkirin krîza aborî kûr bû, rewşa polîtîkaya derveyî û rewşa nebirêvebirinê, zêdebûna zext û zoriyên li ser siyaseya kur hwd. hemû rasterast têkildarî tecrîda li Îmraliyê ne. Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe, dê krîza aborî ya li Tirkiyeyê, rewşa şerê kûr bûye û zextên li ser hêzên demokrasiyê jî bi dawî nebin. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, divê hêzên demokrasiyê bi awayekî hevpar tev bigerin û li ser asasên têkoşîneke hevpar bên cem hev du." 
 
‘DÊ HÎN ZÊDETIR VEQETIN' 
 
Bayindir, anî ziman ku piştî ku îqtidara AKP'ê di sala 2015'an de pêvajoya çareseriyê rawestand, di pratîkên 5 salên dawî de awayekî pir aşkere xuya dike ku dê li Tirkiyeyê rejîmeke çawa bê avakirin û got, îqtidar ji bo rejîmeke yekzilamî di 5 salên dawî de polîtîkayeke êrîşkar esas girtiye. Bayindir, diyar kir ku ji ber vê polîtîkaya AKP'ê hema bibêje tevahiya kadroyên wê yên ava kir jê veqetiyane û got, di pêş de wê ev hejmar zêdetir bibe. 
 
TU QÎMETA DAXUYANIYA WAN TUNEYE
 
Bayindir, desstnîşan kir ku sebeba vê jî piranî Alî Babacan û Ahmet Davûtoglû ne û got, li Tirkiyeyê partiyên ku ji salên 1990'î heya niha hatine avakirin, ji bo derkevin pêş gelo kurd ji xwe re kirine malzeme û got, Partiya Gelecek û Partiya Devayê jî ji vê pozîsyonê wêdetir neçûne. Bayindir, anî ziman ku di bernameya Partiya Deva û Partiya Gelecekê de der barê pirsgirêka kurd de peyvek jî tuneye û got: "Li bara kurdan, bi qasî serê derziyê jî qîmeta daxuyaniyên Partiya Deva û Partiya Gelecekê yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de, tuneye. Kurd, ne li gor gotinên partiyên nû, li gor bernameya xwe ya der barê pirsgirêka kurd de tev digere." 
 
Her wiha Bayindir bibîr xist ku musebîbê şer, rûxandin û komkujiyên di sala 2015, 2016 û 2017'an li bajarên herêmê pêk hatin,  Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû ye. Bayindir got: "Hîn jî ev qewimîn wekî roja ewil di bîra gelê kurd de ye. Davûtoglû, beriya gotinên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de, ewilî divê hesabê rûxandin û komkujiyên li bajarên herêmê bide. Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan jî musebîbê xizaniya li herêmê ye ku hewl dabû gelê kurd bi birçîbûnê terbiye bike. Yanî bi kurt û kurmancî, bêyî nexşerêyeke siyasî û aborî ya der barê pirsgsirêka kurd de, dê tu qîmeta wan li bara kurdan tunebe." 
 
‘MUXATAB OCALAN E' 
 
Bayindir, bal kişand ser axaftina Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglû ku di kongreya partiya xwe de bal kişandibû ser pirsgirêka kurd û got: "CHP, ji sala 1989'an ve der barê pirsgirêka kurd de gelek rapor amade kirine, lê belê di hemûyan de jî wekî meseleyeke serdemî nêzî pirsgirêkê bûye. Der barê çareserkirina pirsgirêkê de pêşnîyarekê wê ya berbiçav tuneye. Gotina wî ya di kongreyê de 'Em ê pirsgirêka kurd li meclîsê çareser bikin', ji bo me tu tiştî îfade nake. Helbet nîqaşkirina pirsgirêka kurd watedar e, lê belê kesên ku pirsgirêka kurd bilêv dikin divê Birêz Ocalan muxatab bigirin."
 
MA/ Erdogan Alayûmat 

Sernavên din

20/08/2020
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan
16:05 Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
15:58 Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da
15:48 Qûrbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
15:32 ‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’
15:14 Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin
15:10 Xebatkarê teknîkê yê nexweşxaneyê ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:56 Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin
14:41 Beştaş: Wê mizgîniya mezin çûyîna te be
14:34 Xebatkarên NÇM’ê: Em ê hunera xwe bidomînin
14:24 Mizrakli: Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe
14:16 Ozturk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
13:51 HDK: Divê kesên çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin bên darizandin
13:35 Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e
13:30 Temellî: Tu mîzgînî wê nekarin welat ji krîzê derbixin
13:28 Li Cizîrê polisan bi ser malekê de girt
12:56 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:55 11 kes di xwepêşandana Zaxo de birîndar bûn
12:43 '2 balafira keşfê yên Tirkiyeyê li Şêladizê ketin xwarê
12:31 Polîsan mudaxileyî jinên xwestin hesabê Îpek bipirsin kirin
12:01 Leşkerên şivan derp kirin, gefa cezayê pere li wan xwarin
11:59 HDP: Em kesên ku çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtine nelet dikin
11:46 Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye
11:37 Ew du polîsên li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin
10:51 HDP: Kerbela remza berxwedanê ya gelê mezlûm e
10:50 Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû: Rêwingî û Avahiya Kevirî û Ên Din
10:20 Feraseta xwe diyar kir
09:45 Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin
09:27 Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê'
09:25 DTO: Li Amedê 3 rojan testa vîrûsê nekirin
09:04 Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin
09:03 Şert û mercên li nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in
09:03 Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane
09:03 3 karkerên bi covît-19 tevî 10 karkeran din dimînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN
07:59 Balafirên TSK'ê Zaxo bombe kir
19/08/2020
21:28 Bûldan starta 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' da: Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşineke pev re
21:00 Hezar û 303 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:33 Polîs daxuyaniya HDP'ê asteng kir
19:21 Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hat girtin
16:50 Ji jinan berteka Î.E.: Hêrsa me ji êşa me mezintir e
16:14 ÎHD: Nameya Î.E. emanete jinan e
14:58 Biryar dan ku çawîşê pispor ê bû sedema mirina Î.E. bê girtin
14:50 Eskerên gor rûxandin bang li malbatê jî kirin ku îfade bidin
14:41 Wezîrê Yewnan: Tirkiye, di bêaramiya herêmê de rol dilîze
13:59 Li Mêrdînê berteka qeyûm: Wê qet nikaribin vîna gel teslîm bigirin
13:01 Endamên meclisê yên HDP'î hatin binçavkirin
12:54 Li Colemêrgê cenazeyê jinekê hat dîtin
12:36 Penaberên afgan bi xapê li şûna Enqere danîn Farqînê
12:25 Hevşaredarê Wanê Avci: Me destpêkê kaniyê nelirêtiyan ziwa kir
10:51 Mizrakli: Heke em îro nebêjin bise wê sibê li her derî pêk bê
10:35 Dadgehê Hevşaredarên Awiskê serbest berdan
10:07 Endamê Meclîsa HDP’ê li ewlekariyê bi malbata xwe hat tehdîtkirin
09:32 Cenazayê Î.E. di bin dorpêça polisan de hat definkirin
09:04 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir: Kesên dixwazin pirsgirêka kurd hel bikin, divê Ocalan esas bigirin
09:02 Xwediyê eywanên dawetan: 2 hezar û 400 kes mexdûr bûn
09:01 Serokê Vansporê ji bo çend qurîş pere HDP'ê sûcdar kiriye
09:01 DMME'yê der barê pankarta 'Ciwan ber bi HPG'ê ve' de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'AN
07:30 Dayika Aştiyê Halime Dilek spartin axê
18/08/2020
23:59 Îtiraza li dijî îadekirina îdianameya çawîşê pispor hat qebûlkirin
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 6 hezar û 16
19:27 Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Kaya hat berdan
19:19 KESK: Endam û rêveberên me demildest berdin
16:38 Hashtaga #MusaOrhanTutuklansın hat vekirin
16:07 Hempîşeyên Tîmtîk û Unsal: Em naxwazin hemîşeyên xwe winda bikin
15:19 Ji SES’ê kampanya ‘Karê ewledar pêşeroja ewle’
15:10 Daxwaza 'Bila Davutoglu di doza Pirsûsê de bê guhdarkirin' red kirin
14:37 Guven: Divê têkoşîn bê hevparkirin
14:23 430 xizmetkarên tenduristiyê li Amedê bi vîrûsa covît-19 ketin
13:43 Li Qoserê mirina bi guman a jinekê
13:20 Egîtîm-Sen: Binçavkiriyan berdin
13:05 Serokên baroyan serdana Tîmtîk û Unsal kirin
12:56 İ.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kiribû jiyana xwe ji dest da
12:23 HDP: Çareserî bi bidawîkirina tecrîdê dibe
12:13 Di şerê navbera 2 gundan de kesekî jiyana xwe ji dest da
11:46 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
11:27 Wê HDP zîncîra aştiyê ava bike
11:08 Dolar ji 7,40’an derbas kir û reqor şikand
10:31 Ji Banqaya Navendî pêngaveke din
10:21 Dayika Aştiyê Halîme Dîlek jiyana xwe ji dest da
10:14 Koçyîgît: Çavkaniya pirsgirêkên li welat polîtîkaya tecrîdê ye
09:30 Banga ji bo Rihayê: Li hemberî senaryoya xirab amadekarî
09:26 Walî ji karker re got: Patron dibêje ez nahêlim DÎSK were fabrîkeya min
09:25 Li Colemêrgê 12 kes hatin girtin
09:21 Şert û mercên karkerên findeqan
09:17 Turfent û Ataman der barê Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn
09:10 Li sêpiyan tûrikan çêdike
09:08 Çopên eskerên di karantînayê de li derdorê belav bûne
09:04 Li Wanê rojê 800 kes bi gumana Covîd-19'ê serî li nexweşxaneyê didin
09:02 Zilamê ku hevjîna xwe û keça xwe birîndar kir, gef li zarokên xwe xwar
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN
17/08/2020
21:30 Hejmara pêketîyên Covîd-19'ê bi ser 250 hezarî ket
19:19 Heyeta KCD û DBP'ê li Mêrdînê seredana rêxistinên civaka sivîl kir
17:14 Li Şirnexê 5 kes hatin girtin
16:34 Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê hat binçavkirin