Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye

  • rojane
  • 09:00 21 Tebax 2020
  • |
img
WAN - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ji malbatekê 3 kes (2 bira û kurekî wan) di manzela A-31'ê de girtî ne. Dadgehê li her yekî 6 sal û 3 meh ceza birî ye. Di ziyareta dawî de dema Dayika Nihat Ozek û Hevjîna Arafat Ozek hatin ziyareta girtiyan, gardiyan bi gotina "Dayik ne ziyaretvana te ye" destûr neda ku dayik Hulya Ozek kurê xwe Nihat Ozek ziyaret bike. 
 
Zext û tundiya li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Dema gardiyan û rayedarên girtîgehê zextan li ser girtiyan zêde dike mînakên pir trajedîk û binpêkirinên li dijî hiqûqê derdikevin holê. Yek ji vê mînakê jî rewşa girtiyên ji malbata Ozek a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye. Rojnameger Nedîm Turfent ku li menzela tenişta 3 girtiyên xizmên hev ên ji malbata Ozek e, li ser çîrok û rastiya wan nûçeyek çêkir. Nûçeya Nedîm Turfent wiha ye: 
 
DÎWAREK Û MALBATEK 
 
Ji roja ku xaka kurdan ji aliyê hêzên dagirker û bişafker ve parî bi parî hatiye dabeşkirin, heta vê sedsalê, darê zordestiyê û zilmê tu carî ji van deran dur neketiye. Bi taybetî jiyana welatiyên ku li ser sînorên hişk dijîn, ne tenê ji bo nûçeyekê, lê nemaze ji bo romaneke serkaniyeke bêhemna ye. Çawa ku jingeha wan a li ber qetandinê bi sepanên wekî meşext koçber û koçber kirin, gund vala kirin, dîlgirtinê ve malbatê jî perçe perçe kirine. Malbata Ozek ji van malbatana ku ji salên 90 ve li gel hemû pêkutiyan çong nedanîye û dibe ku ji ber vê sedemê zindan bûye mala wan a duyemîn. 
 
XALA HEVBIRÎNÊ: A-31
 
Anaha ji vê malbata Colemêrgî, Nîhat Ozek (27) Bavê wî Arafat Ozek (68) û Apê wî Abdulkerim Ozek (57) girtî ne, di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê menzela 3 kesî A-31'an de ten girtin. Her 3 jî beriya niha careke din ji hatibûn girtin û di girtigehên Colemêrg, Wan, Mûş û Gîresûnê de mane. Di pêvajoya darizandinê de, ji her yekî re 6 sal û 3 meh ceza tê birîn û serbest tên berdan. Piştî ku cezayê wan hatin erêkirin, Nihat 2017, Herdu burayên temen mezin Arafat û Abdulkerim jî rêşemiya 2018'an dîsa tên girtin û di minzela A-31'an de digihişin hevdû. Her çiqas, cara yekemîn  di dîrok û dosyayên cuda de hatibin girtin jî rêya wan li vir hevbir (gihişt hev). 
 
JI GUZAŞERÊ HETA WARGEHA MEXMÛRÊ
 
di sala 1995'an de Gundê wan ê bi navê Guzereş (Girêdayî Colemêrgê) tê valakirin û Endamên Malbatê mecbûr dimînin ku koçî Colemêrgê, navçeyên Gever û Çelê, bajarê Wanê û Wargeha Mexmûrê bikin. Dema ji gund tên derxistin, mal û xanî ax û zeviyên wan bê xwedî dimînin. Malbatên Arafat û Abdulkerîm jî berê xwe didin Navenda Colemêrgê. Ji 8 xuşk û birayên wan 6 kes di demên cuda de girtî mane. Di sala 2012'an de Arafat bi kurê xwe Nîhat re di Zindana Mûşê de dimîne. Dema malbata wan tê hevdîtina wan, di ketina Mûşê de qezaya trafikê derbas dikin. Di vê qezayê de brayên Arataf Mustafa û Heci birîndar dibin û birazyê wî Mehmet jî jiyana xwe ji dest dide. 
 
'EM HEVALÊN HEV IN'
 
Min bi nîşeyekê ve diwar û têlên direhî derbas kir û ji Arafat pirs kir. "Tu bi kur û birayê xwe re di heman menzelê de dimîne, gelo jiyan û têkiliyên we çawa ne?"  Wî jî bi heman rêbazê ve bersîv şand: "Dema ku mirov li cîhanê dihere, ne pêkan e ku mirov minaken wisa bi hêsanî bibîne. Lê, îro rasteqîna civaka Kurd ev e. Zindan in. Heya ku em hemû bi destê hevdu negirin, yekîtiya xwe neafirînin, ne xaka me, ne jî zimanê me azad nabe. Ê ca, ger ku em li xwe binerin, têkiliyên me, têkiliyên rêhevaltiyê ne. Em hevalên hev in. Axaftin û parvekirinên me jî bi vî awahî ne. Nêzikatiyekî germ, heye û sînorê hezdarî û sohmeta me nîne." Ji xwe di gazikirina hevdû de bi gelekberî peyva 'Heval'î bikar tinin. 
 
TANSIYON, ASTIM, GUARTIN Û GELEK NEXWEŞIYÊN DIN... 
 
Nîhat destnîşan dike ku di kar û paqijiyê de bav û apê wî pir çalak, aktif û jêhatîne û didome: "Ez dikim û nakim timî alîkariya min dikin. Ew destûr nadin ku ez cilên wan bişom, lê ez ji destûr nadim wan ku firax û amanan bişon. Dema em bi hevalên kêlekê re diçin werzîşê, bav û apê min, xwe dûr naxin û bi qasî hêz û heza xwe ve tev li maşê dibin." Hêjayî gotinê ye ku Arafat xwediyê nexwiyên wekî tansiyon, astim, bêhntengî û guatira bi jahr e. Li gel van nexweşiyan dest ji dengêbiya xwe bernedaye û carna ji bo hevalên xwe kilaman distrê0. 
 
Şaşwazîtiya psîkologê 
 
Par Nihat jî, li gel hezaran girtiyan ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û 87 rojan di greê de mabû. Li van rojan carekê psîkologa girtîgehê menzela wan û ji Nîhat dipirse: "Ev çalakî ji bo tenduristiya te xeternak e. Divê tu baş bifire! Gelo haya malbata te pê heye? Ew bizanibin dê çi bertek bidin?" 
 
Nîhat Arafat û Abdulkerim Kerîm, herse bi hevre dikenin, Pskolog jî sedema kenê dipirse. Nîhat bav û apê xwe nîşanî wê dide û dibêje "Ji wan bi xwe bipirse, rêzdar Psikolog. Ev bavê min e, ev jî apê min e," Psîkolog şaşwazî dibe û Arafat berdewam dike. "Min jî gelek dixwest ku Ez tevlîbibim. Lê mixabin ji ber nexweşî û temenê min destûr nedan." Psîkolog heyrî dimîne, dikene û diçe. 
 
'DAYIKA TE NE SERDÊRÊ TE YE!' 
 
Her sê bi hevre derdikevin heman salona hevdîtinê, bi giştî bav û kur li ser eynî maseyê Abdulkerîm jî li ser maseya kêlekê serdêrên xwe pêşwazî dikin. Nîhat diyar dike ku par carekê dîsa diçin hevdîtnê û didome: "Apê min li kêlekê, li cem serdêrên xwe bû. Dayika min Hayat wekî serdêrê (ziyaretvan) bavê min, û birayê min jî wekî serdêrê min dikeve hundir. Em ê dîsa bi herve rûniştana, lê gardiyanekî destur neda. Got, dayika te ne serdêra te ye! Sêrdera bavê te ye. Ji bo te qedexe ye! Lê bi gelemberî vê yekê nakin û em bi hevre rûdinên." 
 
Jiyana wan a girtî û hevaltiya wan a 31'an dê heya demekî din jî bidome. Arafat di 7'ê Adara 2021'an, Nîhat 19'ê Gulana 2021'an û Abdulkerim jî 20'ê rêbendana 2022'an tahliye dibe. Cezayê Nîhat û Arafat ketiye bin salekê û serî li serbestiya bi veneran dane. Lê heta niha tu bersîvên erênî nehatiye dayîn. 
 
MA / Nedîm Turfent - Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê 

Sernavên din

24/08/2020
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN
23/08/2020
21:57 ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist
21:50 Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin
19:46 Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye
19:13 Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e
17:51 Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne
16:54 Ji şifêrên li Xabûrê 4 daxwaz
16:14 HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin
15:36 Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive
14:23 Li Pendîkê jinek hat kuştin
14:19 Li Artemêtê taviya baranê
12:49 Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin
12:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
11:53 'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin'
11:22 Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
11:22 Li Giresûnê hejmara miriyan derket 4'an
11:11 Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye
10:07 Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin
10:06 Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev
09:31 Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?
09:06 Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn
09:06 Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket
09:05 Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn
09:05 Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye
09:05 Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
09:04 Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
09:04 'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN
22/08/2020
21:26 Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun
20:47 22 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:54 HDP'î li Çewligê seredana odeyan û rêxistinên pîşeyî kirin
18:31 Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome
17:00 ‘Tevahiya kurdan tên tecrîdkirin’
16:58 'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin'
15:24 Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin
Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in
15:06 Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan