Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê

img

MÊRSÎN – Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çarçoveya pêngava sêyemîn a kampanya HDP'ê de li Mêrsînê bi Dayikên Aştiyê re hat cem hev.  Guven, di ziyaretê de bal kişand ser nêzîkatiyên partiyên nû tên avakirin û wiha got: "Berê partî dihatin avakirin diçûn Qebra Ataturk (Anitkabir). Lê niha partiyan ava dikin diçin Amedê. Niha kêşeya Kurd tenê bi kongreyan çareser nabe. Divê gavên şênber û bi bawerî bên avêtin."

Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP'ê di pêngava sêyemîn de bi dirûşmeya "Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê xurt bikin" bi tevlêbûna nûnerên KCD, HDK, HDP û DBP'ê ya gera bajaran didome. Heyeta Partî û rêxistinan îro bi tevlêbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, berdewam kir. Heyeta KCD û HDK'ê li Mêrsînê Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ziyaret kir. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî di ziyaretê de cih girt. Li salona otela ku ziyaret lê pêk hat de pankarta "Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê xurt bikin" vekirin. 
 
UGURLU: ARMANCA WAN TÊKOŞÎNA JINÊ TUNE BIKIN 
 
Bernameya ziyaretê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu mafê axaftinê girt û wiha got: "Faşîzma AKP-MHP'ê, dixwaze li ser jinan faşîzmê rewa bike. Dewlet bi rêya qeyûmê êrîşa li dijî jinan berdewam dike. Ev berdewama polîtîkayên şer ên taybet e. Ev berdewama dijminantiya Kurdan a sedsalan e. Êrîşên dewletê ya li dijî jinan didome. Armanca rakirina Peymana Îstanbul ewe ku têkoşîna jinê xelas bikin û jinan di malê de hepis bikin. Jinan bersîv da vê yekê û bersîvan didin. Divê li dijî vê yekê jin bêtir xwe bi rêxistin bikin û bêtir dengê xwe bilind bikin."  
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bal kişand ser têkoşîna “Sara, Sevê, Arîn Mîrkanan û wiha got: "Sara, Sêvê û Arîn Mîrkanan têkoşîna me heta îro anî. Em soz didin wan ku, cihê wan têkoşîn lê hiştiye emê li ji wir bigirin û bilind bikin. Em têkoşîna azadiyê dididin. Hemû hêzên serdest ewil êrîşî têkoşîna jinan dikin. Ji jinan dixwazin ku tenê zarokan çêkin û karê malê bikin. Dixwazin bi van êrîşan jinan di malê de hepis bikin. Em li dijî vê hişmendiyê têkoşînê bililind dikin." 
 
'EM EWIL BI FELSEFEYA OCALAN HIŞYAR BÛN'
 
Guven, bal kişand ser fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: "Em ewil bi felsefe û fikrên birêz Ocalan hişyar bûn. Her kes carekê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Lê jinên Kurd 2 caran 3 caran bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Em berê razabûn. Birêz Ocalan em ji vê xewê hişyar kirin. Me di têkoşîna Kurdistanê de azadiya jinê dît. Îro her çendî Birêz Ocalan tecrîdkirî be jî fikrên Ocalan azad in. Îro fikrên Ocalan di nava me de azad in. Dema em wekî TJA'yê xebatan dikin, em dixwazin jinên Tirk jî di nava xebatan de cihê xwe bigirin. Îro demokrasî ji bo hemû kesan lazim e. Em qala tecrîdê dikin. Bê guman emê her tim qala tecrîdê bikin. Ji ber ku Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Bê guman ji bo tecrîdkirina wî bi dawî bibe em têdikoşin." 
 
ŞOREŞA ROJAVA 
 
Guven, bal kişand ser koçkirina Kurdan a metrepolên Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Gelê Kurd ji ber zextên dewletê koçî metrepolên Tirkiyeyê kirin. Lê gelê me li vir jî bi bişaftinê re rû bi rû ma. Gelê me her tim li dijî bişaftinê têkoşiya. Îro metrepolên Tirkiye bûne wekî bajarê Kurdistanê. Yê vê yekê pêş dixin dayik in. Em jin û dayikên Kurd dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Jina Kurd di têkoşînê de gelek bedelên giran dan. Şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bû hêz û bawerî. Têkoşîna jinan li Rojava pêş xist gelek girîng e. Jinan bi perspektif û nerîna Birêz Ocalan têkoşiyan. Şoreşa li Rojava bi têkoşîn û fedekariya jinan bi ser ket. Ji ber em hem Kurd in û hem jî jinin em gelek pirsgirêk jiyan. Cewherê herduyan jî bi kêşeya Kurd ve girêdayî ye." 
 
Guven, bal kişand ser feraseta partiyên ku nû tên avakirin û nêzikatiya li hemberî gelê Kurd jî û wiha got: "Kesên di nava sazumankariya AKP’ê de cih girtin, piştî qetiyan, partiyên nû ava kirin. Ahmet Davutoglu û Ali Babacan di demên dawî de qala kêşeya Kurd dikin. Peyaman didin gelê Kurd. Polîtîkayên wan diyar in. Qirkirina Kurd û jinan armanc dikin. Berê partî dihatin avakirin diçûn Qebra Ataturk (Anitkabir). Lê niha partiyan ava dikin diçin Amedê. Niha kêşeya Kurd tenê bi kongreyan çareser nabe. Divê gavên şênber û bi bawerî bên avêtin."  
 
 
 

Sernavên din

27/08/2020
13:41 Ji AYM’ê biryara Kûşkonar: Faîl ne diyarin, bila tazmînat bê dayîn
13:32 Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin
12:39 Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:27 Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim
10:49 Yuksekdag: Em dikarin bi piştevaniyê Tîmtîk û Unsal bidin jiyîn
09:53 Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin
09:04 DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir
09:04 5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin
09:04 Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye
09:03 Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan
09:03 Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
26/08/2020
21:28 Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye
19:46 Koca: 20 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin
18:17 Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
16:54 Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir
16:06 Guven: Em hemû hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin
15:38 Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê
15:33 Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir
15:32 Ozturk: Muxatabê çareseriya kêşeya kurd birêz Ocalan e
15:10 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin
13:47 Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike
13:15 Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were
13:13 Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin
12:37 Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e
11:51 Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye
11:40 Başaran: Derket holê ku kî tecawizkar diparêz e
11:39 YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye
11:37 ‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’
11:07 Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe
11:00 Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike
10:39 Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar
09:58 Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin
09:52 Romana 'Çerxa Xedar' heqîqetê ronî dike
09:16 Çawîşê Pispor ê bû sedema kuştina Îpek Er serbest berdan
09:05 Ev gund, bi salan e bê av e
09:05 Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
09:05 Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye
09:05 Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt
09:04 Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e
09:04 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin
09:04 Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
07:41 80 penaber noqî deryayê bûn
01:45 Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan
25/08/2020
20:13 Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne