Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin

img
ŞIRNEX - Li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek qeydên ji bo qursên kurdî dest pê dike. Yek ji xebatkarên komeleyê nivîskar Bahattîn Robar, diyar kir ku ji bo pêşxistin û hînbûna ziman ew dixwazin her kes tevlî qursên wan bibin.
 
Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek a ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di sala 2019’an de hat vekirin, bi pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re navber da bû qursên xwe û li ser medyaya civakî xebatên xwe birêve dibir. Komeleyê bi pêvajoya asayî re, ji nû de dest bi xebatên xwe yên qursan kirin. Komele wê çend hefte şûnde, dest bi dersên kurdî bike û bi bernameyên cur bi cur xebatên xwe yên ziman bi rêve bibe. Komeleyê di vê çarçoveyê de dest bi qeydên qursên xwe dike. Yek ji xebatkarên komleyê nivîskar Bahattîn Robar derbarê mijarê de axivî. Robar, diyar kir ku ji bo pêşxistin û hînkirina ziman ew li benda piştgiriyê ne û bang li gel kir ku li dijî êrîşên heyî, fêrî zimanê xwe bibin.
 
QEYDÊN QURSÊN ZIMANÊ KURDÎ DEST PÊ KIRIN 
 
Robar, anî ziman ku di demên pêşiyê de, ewê bi bernameyên cur bi cur xebatên xwe dewam bikin û wiha axivî: "Di vê pêvajoya pandemiyê de bi taybetî li Cizîrê, ji ber ku nexweşî zêde bibû, me wekî saziya Ziman û Çand Hûnerê ya Birca Belek demek dirêj navber da xebatên xwe. Lê dîsa xebatên me yên takesesî hebûn. Gelek hevalên me li ser mamikan, peyvên winda, gotinên pêşiyan û li ser dengbêjiyê xebatên xwe meşandin. Dem bi dem li ser medyaya civakî bernameyên wekî wêjeyî hatin lidarxistin. Piştî hinek rewş asayî bû, rêveberiya me jî biryar da ku êdî em xebatên xwe xurtir bikin. Lewra di meha pêşiya me de tê armanckirin ku em dest perwerdehiya dersên qursa zimanê kurdî bikin. Em ê li gorî rewşa nexweşiyê hemû bergiriyên xwe bigirin. Di çarçoveya parastina tenduristiya civakî de em ê dest bi qursan bikin. Dîsa emê weke saziya çand û ziman heftiyê carekê helbestên Melayê Cizîrî şîrove bikin. Ev wê ji aliyê mamosteyeke erebî, farisî, kurdî û tirkî dizane ve wê bên şîrove kirin."
 
‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BI QEYDKIRINA QURSÊN ZIMANÊ KURDÎ BERSIV BIDIN’
 
Robar, da zanîn ku li hemberî êrîşên li dijî ziman pêwîste gel xwedî derketina xwe mezin bike û wiha dom kir: "Mixabin di van rojên dawî de rêveberiya dewletê raste rast  êrîşên xwe yên li ser zimanê kurdî dijwar kirine. Ev jî tê wê wateyê ku politikaya ‘Em birayên hev in’ derewe û neyartiya zimanê kurdî ye. Ziman zimanê civakê ye, civak ji ber zimanê xwe nikare were sucdar kirin. Bi taybetî divê gelê me li hemberî van pêkûtî û zextan xwe bi qeydkirina qursên zimanê kurdî bersivê bide. Ji ber ku gava ku ziman çû, rih diçe. Gava ku ziman çû çand diçe. Kesê ku nikare bi zimanê xwe bijî, dibe kesek din. Ji ber vê divê em ji rihê xwe dernekevin û rihê xwe bidin jiyan kirin. Rihê me zimanê me ye.” 
 
ŞEVBÛHERKA HELBESTAN 
 
Robar, dest nîşan kir ku ji bo bi hêzkirina wêjeya kurdî ew ê hefteyê carekî şevbûherkên helbestên kurdî li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê helbestên kesayetên mîna Baba Tahirê Uryan, Melayê Cizîrî an jî helbestkarên me yên nûjen Berken Berhen, Arjen Arî wan werin girtin û herî kêm 2 helbest werin xwendin. Li ser wan helbestan wê kesayet û hûndirê wêjeya nivîskî bê nirxandin. Dîsa kesên ku bixwazin helbestên xwe bixwînin û yan jî helbestek cuda bixwîne dikare bike. Bi vî awayî em ê hem hewl bidin helbestkarên xwe yên pêşeng nas bikin û hem jî helbestvanên nû nas bikin. Em ê ji vê hefteyê pê de dest pê bikin. Ji bo perwerdehiya ziman em bang li her kesên ku dixwazin hînî zimanê xwe bibin bila werin serlêdanên xwe bikin. Li gorî texmînî em ê  dora 15-20 îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

27/08/2020
13:41 Ji AYM’ê biryara Kûşkonar: Faîl ne diyarin, bila tazmînat bê dayîn
13:32 Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin
12:39 Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:27 Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim
10:49 Yuksekdag: Em dikarin bi piştevaniyê Tîmtîk û Unsal bidin jiyîn
09:53 Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin
09:04 DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir
09:04 5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin
09:04 Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye
09:03 Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan
09:03 Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
26/08/2020
21:28 Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye
19:46 Koca: 20 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin
18:17 Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
16:54 Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir
16:06 Guven: Em hemû hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin
15:38 Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê
15:33 Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir
15:32 Ozturk: Muxatabê çareseriya kêşeya kurd birêz Ocalan e
15:10 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin
13:47 Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike
13:15 Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were
13:13 Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin
12:37 Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e
11:51 Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye
11:40 Başaran: Derket holê ku kî tecawizkar diparêz e
11:39 YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye
11:37 ‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’
11:07 Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe
11:00 Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike
10:39 Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar
09:58 Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin
09:52 Romana 'Çerxa Xedar' heqîqetê ronî dike
09:16 Çawîşê Pispor ê bû sedema kuştina Îpek Er serbest berdan
09:05 Ev gund, bi salan e bê av e
09:05 Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
09:05 Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye
09:05 Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt
09:04 Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e
09:04 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin
09:04 Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
07:41 80 penaber noqî deryayê bûn
01:45 Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan
25/08/2020
20:13 Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne