Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand

  • rojane
  • 09:53 31 Tebax 2020
  • |
img

HEWLÊR - Rojnamevan Weysî Tallî diyar kir ku her ku diçe alozî û êrişên Tirkiyê yên li dijî deverên Herêma Kurdistanê girantir dibe û got: "Yekane yek ji sedemê vê yê herî berbiçav jî nebûna helwesta pêwîst a Hikûmeta PDK’ê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye. Dîsa daxuyaniyên ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û li ser navê PDK’ê tên dayîn, êrişên Tirkiyê rewa dike." 

 
Beşa Rojnamevaniyê ya Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK’ê 25’ê Tebaxa 2020’an daxuyaniyeke sosret da ku ti pîvanekî li xwe nagire parve kir. Di vê daxuyaniyê de têkoşîna PKK’ê ya di serî de ji bo azadiya gelê Kurd û demê dawî di pêvajoya êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê ji nedîtî ve ji ber êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî PKK'ê sûcdar kir. Her wiha hedefnîşandana Mexmûr û Şengalê gumana êrişên nû yên ji aliyê Tirkiyê ve pêk werin radixe ber çavan. Ji xwe bi daxuyaniyên wiha êrîş li ser Mexmûr û Şengalê bi dawî nabin û tim dike armanca xwe. Rojnamevan Weysî Tallî yê li herêmê geşedanan dişopîne rûdanan nirxand. 
 
Tallî da zanîn ku Rêveberiya PDK'ê bi daxuyaniyên xwe dever nîşan dide û got: "Ew didin nîşandan û dewleta Tirk a dagirker jî êriş dike. Mînaka vê ya herî berbiçav jî êrîşa li ser rayedarên Iraqê ya li devera Bradost a Kaleşîn ku têde Fermandarê Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî û Fermandarê Tugaya 2'an Mihemed Reşîd hatibûn qetilkirin, bûn. 
 
Her wiha rojane qurbanîdana welatiyên sivîl ên li ser sînor li aliyekê şewitandina bax û baxçeyên welatiyên herêmê ku yekane çavkaniya debarê ye ev ji aliyê PDK’ê ve nayê dîtin, tim çavê wê hedefnîşandana Tevgera Azadî ya Kurd e. Ev jî dihêle ku hê zêdetir êrîş bibe û sivîl bibin qûrbanî. Ji xwe herêmên navborî ji îstixbarata navxweyî bigire heta MÎT’a Tirk hatiye tijekirin û bi vî rengî dixwazin herêmê bêdeng bikin û rehet bikarin êrîşên li ser herêmê bê nîşandan." 
 
XELKÊ HERÊMÊ NERAZÎ YE 
 
Tallî bal kişand ser hêrsa xelkê herêmê û wiha got: "Dema em li aliyê din dinêrin, di serî de helwesta gel a netewî ya di serî de li dijî dagirkerî pey wê re li dijî sîstema xirab a rêveberî, siyasî û aborî xwedî helwestekî cidî û redîkal e. Ji xwe di serî de xwepêşandanên li Bradost, Şêladiz, dîsa pey wê re li Silêmanî û navçeyên wê herî dawî li Zaxo kir ku ev helwest hê zêdetir bê nîşandan û vegere daxwazên giştî yên gel, ne tenê aliyekê. Di hemû çalakiyên ku tên kirin, de nerazîbûnên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê û dîsa nebûna xwedî helwest a di serî de PDK û aliyên siyasî yên hikûmeta Başûr e.
 
Di van çalakiyan de aliyê din ê gel nerazî û xwedî helwest e, nebûna xizmetgûzarî ya li herêmê ye. Bi taybet çalakiyên li Silêman, Ranya, Helebce, Kelar, Germiyan û hwd hatin kirin, daxwaza ximetê û alîkariya civakî dikin. Mixabin siyaseta bertîlxwerî û diziyê ya di nava hikûmetê de kiriye ku taybat piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Başûrê Kurdistan û herêmê giştî kir ku ev êşa civakî mezintir bibe. Hikûmeta PDK’ê û Başûrê Kurdistanê ji bo serî li raperîn û dîsa li dijî hikûmetê nerabin tim gel neçarî siyaseta birçîtî û mûçe kiriye. Lê mixabin demê dawî giha wê astê ku hikûmet dest daniye ser heqdestê karmendên Başûrê Kurdistanê. Di serî de heqê wan kirin nîvî û niha jî bi şêwazê paşxitinê dixwazin gel neçarî bêdengiyê bikin. Lê di vê mijarê de gel bi biryar e û daxwaza heqê xwe dike." 
 
'ERDOGAN Û BAHÇELÎ DIXWAZIN PERGALA XWE LI BAŞÛR BICIH BIKIN' 
 
Tallî destnîşan kir ku dema gel bi çalakiyan jî daxwaza heqê xwe dike di serî de deverên ku weke "Zer" ango PDK tê nasîn ji hemû cûre çalakiyan re hatiye qedexekirin û wiha domand: "Dema çalakî tên kirin jî di serî de pêşmergeyên taybet ên girêdayî PDK’ê dîsa pêşmergeyên bi navê ‘Roj’ ên xelkê Rojavayê Kurdistanê ne hatine perwerdekirin û ji bo karên qirêj ên hikûmetê tên bikaranîn, dixin dewreyê. Ev yek me di xwepêşandana Zaxoyê de vekirî dît. Çawa êrişî gel dikir. Di van çalakiyan de gelek rojnamevan, welatiyên sivîl hatin binçavkirin. Dîsa piştî wê gelek rojnamevan, çalakvanên siyasî yên li van deverên navborî banga çalakiyan dikin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li ser malên wan de digirin û binçav dikin. Heta niha bi dehan kes hatine binçavkirin û ti agahiyek ji aqûbeta wan jî nîne. Her wiha li Hewlêr jî gelek nûner û endamên Partiya Tevgera Azadî ya fermî ye ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine binaçvkirin û bi vê yekê dixwazin rêgiriyê li çalakiyên rewa û mafdar bigirin. Sîstema ku rejîma AKP a bi pêşengtiya Erdogan û Bahçelî li Tirkiyê tê kirin, heman sîstem bi versyona Kurdî li Başûrê Kurdistanê di meriyetê de ye." 
 
'PDK BÛYE PARÇEYEK ŞIRÎKIYA TIRKIYÊ' 
 
Tallî bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên li herêmê û wiha axivî: "Yek ji aliyê din ên êrîşên li ser Başûrê Kurdistan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye ku dema em di roja îro de lê dinêrin dibînin ku PDK bi temamî bûye parçeyek ji hevkariya dagirkeriya Tirk. Aloziyên di serî de di bin navê parastina sînor a ji nexweşiya şewba Koronayê ya ji aliyê Îranê ve ku pêşmerge li Zînê Wertê hatin bicihkirin û pey wê re êrîşên 15’ê Hezîrana 2020’ê ya hemwext li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir ku îro em bêjin ew yek pêngava yekem a êrîşên dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistan û hemû destkeftiyên Kurdan e. Çima ez vê wisa dibêjim; ji ber ku piştî van êrîşan yekcar êrîşên esmanî û bejahî di astekî herî jor de ne tenê bi sînorên Başûr ve ma girêdan heta bi balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî, Hewlêr, Dihokû Zaxo rojane toran davêjin û heta qetlîamê dikin. Mînaka vê jî êrişa li ser seyrangeha Kunemasî ya li Şarbajar a Silêmaniyê ku malbatek tev bûn qûrbanî. 
 
PDK di warê îstixbaratî de agahî dide dewleta Tirk a dagirker û li ser wî esasî êriş tê kirin. Her êrîşa ku SÎHA’yên Tirk li sivîlan dike ne tesaduf in û ne ji rêzê ne. Qetilkirina ciwanên Şêladizê û dîsa fermandarên Iraqî ne hincet PKK û gerîla ye. Rast e rast hedefkirin û li ser wan re peyam didin. Hedefkirina sivîlan durxistina ji Tevgera Azadiya Kurd û alîkarî nedana gerîlayan e. Dîsa hedefkirina fermandarên Iraqî du peyam dan, yek ji bo eşîrên Bradost û Behdînan a duduyan jî peyam dana Iraqê ye ku li dijî PKK’ê nebin xwedî helwest û li gel me tevger nekin wê hedef bin. Bi vê yekê dixwain bi kevirekê çend çûkan bixin. Lê mixabin ev hesabê wan jî ma erdê. Ji ber ku di serî de Iraqê û dîsa gelê herêmê ev yek dît û li dijî vê bûn xwedî helwestên tund." 
 
'BEROVAJÎKIRIN HEYE' 
 
Tallî di dewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: "Mixabin halê hazir di vê mijarê de PDK pir ketiye nava qirêjiyê û siberoja vê jî giran dixuyê. Ji ber ku têkoşîna gerîla îro dike pêşiya dagirkeriyê digire û gel diparêze. Lê PDK vê yekê tim dixwaze bi ragaihandina xwe berovajî bike û vê rastiyê binixûmîne. Ji bo vê tim daxuyaniyên sostret dide û dixwaze pêşmerge û gerîlayan bîne beramberî hev mîna şerekî 1997’an a şerê ‘Birakujiyê’. PKK jî ji bo ev yek carekî din dubare nebe pir hesas tevger dike, PDK jî tim dixwaze ji vê hesasyetê sûdê bigire ku bike PKK êrîşî pêşmerge bike û li ser vê xwe bide jiyîn. Niha hemû hewldana vê di milê siyasî û leşkerî de dike. Lê beşek mezin pêşmerge û gelê herêmê li dijî vê ye, ji bo wê PDK nikare zû bi zû vê armancê pêk bîne. Lê li aliyê Tirkiyeyê dixwaze vê bike." 
 
KRÎZA ABORÎ Û SIYASÎ
 
Tallî da zanîn ku pirsgirêka aborî û siyasî ya navbera partiyên Başûr a li gel Bexda û dîsa navxweyî heye û wiha got: "Mijara dahata petrolê û dîsa mûçeyê ku hikûmeta Bexda bide Başûrê Kurdistanê taybet ji 2014’an û şûnde mijareke serê xwe bûye girêkorek û niha jî gelek ji pirsgirêkên civakî û siyasî yên hikûmeta Başûr hene çavkaniya xwe ji vêdigire. Mixabin polîtîkayên şaş ên siyasî çi YNK û PDK dike, dihêle ku gel ji vê ziyan bibîne. Başûr weke du hêlan hatiye parçekirin û YNK li aliyê xwe û PDK jî li aliyê xwe dikişîne. Ne li hev dikin û ne jî çareseriyê dibînin. Bi vî rengî hewl didin bimeşînin heta karî bibin. 
 
Hikûmeta Bexda ji Başûrê Kurdistanê dixwaze dahat petrolê ji bo Bexda bê şandin û Bexda jî li gorî para dikeve ber Başûrê Kurdistanê bişîne. Li gel vê jî taybet Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî bi soza ku wê dawî li dizî, gendelî û nelirêtiyê bîne dest bikar kir, di vê mijarê de israr e. Di hejmara karmendên Başûrê Kurdistanê hejmarek sabit dixwaze û dîsa têkiliyên Başûr li ser Bexda ne li gel Tirkiyeyê bên kirin. Di vê mijarê de bi dehan civîn hate kirin, lê ti encamekî berbiçav nehatiye girtin." 
 
MESELEYA KERKÛKÊ 
 
Tallî bal kişand ser pirsgirêka Kerkûkê jî û wiha got: "Ev jî bi serê xwe mijarekî hesas e ku di nava Hikûmeta Başûrê Kurdistan û Bexda de mijarekî her dîrokî ye ku dikeve çarçoveya Madeya 140. Piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ku Kerkûk bi temamî bi hevkariya Pêşmerge û gerîla ketibû destê hêzên Kurdî, lê piştî êrîşa 17’ê Cotmeha 2017’an bi hevkariya Hêzên Heşdî Şebî û Iraqê li ser lihevnekirina aliyên PDK’ê û YNK’ê kete destê Iraqê û hebûna pêşmergeyan a li gorî peymanê li wir bimînin ji holê rabû. Ji wê rojê heta niha gelek caran hewldanên ku pêşmerge dîsa vegerin herêmê lê di serî de aliyê Tirkmen ê di bin serokatiya Erşad Erşad Salih ku yek ji serçeteyên komê çete ku dewleta Tirk ew pewrwede kirî ji bo her ihtimaleke êrîşa li ser Kerkûkê bikarin deverê kontrol bikin xwe nerazî dike ji bo hebûna pêşmerge ya li Kerkûkê." 
 
DAIŞ XWE LI KERKÛKÊ ZINDÎ DIKE GELO?
 
Tallî diyar kir ku metirsiya DAIŞ'ê ya li Kerkûk, herêmê û gundên derdorî wê pir zêde bûye û got: "Rojane nebe jî di nava hefteyê de DAIŞ êrişî gundên Kerkûkê dike û welatiyên sivîl direvînin. Valahiya siyasî û leşkerî ya li Kerkûkê kir ku zû DAIŞ xwe li herêmê ji nû ve zindî bike û dest bi kirinên xwe bike." 
 
METIRSIYA DESTKEFTIYÊN KURDISTANÊ
 
Tallî di dawiya axaftina xwe de vê nirxandinê kir: "Dema mirov li vê hemû dinêre, metirsiya herî mezin derdikeve pêş ew jî ji destçûna destkeftiyên giştî Kurdistanê ye. Lê mixabin gelek alî hê ji vê yekê dûr in û neketine ferqa vê yekê yan jî bi zanabûn vê yekê dikin. Li gel vê jî di warê netewî û hestê civakî de xelkê Başûrê xwedî kerametekî mezin e û tim vê yekê di çalakiyên xwe de dîne ziman. Ji bo vê demê dawî di aliyê rewşenbîr, nivîskar, kesayetên oldar û naskirî ji bo dawî li dagirkeriyê bên anîn ketine nava hewldanan. Ev jî di nava civakê de rê li ber kêfxweşiyê vekiriye û di mijara yekîtiyê de hewldan didomin. Ji bo dawî li hemû cûre êrîş û qirkirinên ku Kurdan dike hedef bê anîn şerêt yekem û karê yekem yekîtiya Kurdî ye. Ji bo vê gel û rewşenbîr û aliyên siyasî çiqasî xwe bidin ber yekîtiyê wê ewqas zûtir pêşketin pêk were û di warê statûyê de jî Kurd cihekî xwe bigire. Mînaka vê jî şoreşa Rojava ye. Hêvîdarim ku hemû aliyên siyasî û welatparêzekî/ê Kurd vê bibîne û li gorî wê bikeve tevgerê.
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

03/09/2020
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir
02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe
10:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:27 Li Stewrê operasyona eskerî
09:01 Bîlmez: Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek
09:00 Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin
09:00 Di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonan tevli Gola Wanê dibin!
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'AN
07:40 Doktorekî din li Rihayê bi covît-19 mir
31/08/2020
22:33 Li Dêra Zorê êrîş birin ser serokê meclîsê
22:19 Ehmed: Me li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê nîqaş kir
21:53 Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kevok firandin
20:34 Koca: Hezar û 587 kesên din jî bi şewbê ketine
17:05 MSD`ê encama civîna bi wezareta Rûsyayê re aşkere kir
16:59 Çîçek ê hatibû îşkencekirin hat girtin
16:46 Rapora Girtîgehên Wanê: Girtî di rîskê de ne
16:24 Derket holê ne qezaye cînayet e
15:56 Melîha Kaya ya li Şemrexê hatibû kuştin hat definkirin
15:21 Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin
15:09 'Pergala tenduristiyê hilweşiya ye'
14:59 'Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin'
14:52 MEBYA-DER: Wesayîtên cenaze nadin malbatan
14:16 Wekilên HDP'ê: Bi şewata daristanan dixwazin gel bidin koçkirin
13:53 Piştî îmzekirina peymanê bi Lavrov re hevdîtin kirin
13:07 Li Rûsyayê muzakereya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel hat îmzekirin
13:03 Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin
13:01 Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye
12:23 Li Idlibê rageşî û tansiyon zêde dibe
12:16 Bavê Unsal: Hewara min bibihîsin, gav bavêjin
11:59 Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye
11:24 Eskeran Hevşaredarê HDP’ê yê qeyûm tayînî cihê wî kirin, binçav kirin
10:42 Peymana Stenbolê naxin meriyetê: Di 10 rojan de 13 jin kuştin
10:26 Şandin mirinê
09:53 Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand
09:45 Li Xoresanê cenazeyê zaroka 2 salî hat dîtin
09:42 Esnafên Akdenizê: Şaredariya AKP’î esnafan tîne hemberî hev
09:05 Kujer Ekrem Ozel ê Meliha kuşt ji holê winda bû
09:02 Tecawizkar li ser îtîraza derengmayî serbest berdan
09:02 Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
09:01 Şaredariya AKP'ê li şûna xaniyên welatiyan xaniyên Osmanî ava dike
09:01 Akademisyenê Aştiyê Tekîn: Pêşeroja Tirkiye tenê bi aştiyê dikare bê avakirin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê mifteya çareseriyê Îmrali ye
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'AN
30/08/2020
22:10 Ji Unsal name: Têkoşînê mezin bikin
21:54 TÎP: Divê wezîrê Karên Hundir heddê xwe zanibe