5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin

img

ŞIRNEX – Bi ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ewilî hat ragihandin re 5 sal derbas bûn. Tevî ku 21 kes hat kuştin jî le hêj birînên Cizîrê nehatine pêçandin. Dayika Cemîle ya 10 salî ku cenazeyê wî xistin sarincê Emîne Çagirga got: “Ez ê qet wan rojan ji bîr nekim. Ez bang li dayîkên hemû cîhanê dikin, bila destê xwe bidin hev û aştiyê bixwazin. Kuştin tiştek nade destê kesî. Heta ku ez hebim ez ê şopdara doza Cemileya xwe bim.” 

 
Di 4’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hat dorbeçkirin û ji aliyê Walitiya Şirnexê ve bi ragihandina qedexeya derketina derve re êriş û topbaran hat destpêkirin. Li navçeyê êrişan 9 roj berdewam kir. Di 12’ê Îlonê de qedexe hat rakirin. Di encama êrişan de 21 welatî hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. 
 
Ji 21 kesên ku hatin qetilkirin yek jê jî dayika bi navê Maşallah Edîn û bûka wê Zeynep Edîn û her wiha Cemîle Çagirga ya 10 salî bû.
 
Cemîle Çagirga li hewşa mala xwe dibe armanca êrişan û tê guleberankirin û li hewşa malê jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku nehiştin cenazeyê Cemîleyê rakin nexweşxaneyê, ji bo ku cenaze xera nebe, dayika Cemîleyê dest û porê keça xwe hine kir û di sarincê de veşart. Di lêpirsîna mirina Cemîleya biçûk de encam derneket û dosyeya wê bi hêceta dem bihûriye hat betalkirin. 
 
Her wiha dosyaya Maşallah Edîn jî ku di "Rapora Lêkolîna Arşîvê" de tu tomar tune, hin jî vekirî ye. Ji dosyaya Edîn re jî biryara “Lêgerîna Daîmî” hat dayîn.
 
Bi ser qedexeya li navçeyê re 5 sal derbas bûn lê hêj birîna Cizîrê nehatiye kewandin. Dayik û bavê Cemîle Çagirga û xwesûya Maşallah Edîn bi wesîleya salvegera 5’emîn a qedexeyê ji ajansa me re axivîn. 
 
JI BO CENAZE XERA NEBE DIXIN SARINCÊ 
 
Bavê Cemîlayê Ramazan Cagirga wiha qala wan rojan kir: “9 rojan taxa me hat dorpeçkirin. Şerê herî giran li taxa Nurê qewimî. Li vê taxê gelek kes hatin kuştin. Van qedexeyan û êrişan bandorek neyînî li ser navçeyê kir. Navbera mala me û taxa Nurê kîlometreyek heye. Di warê xwe parastinê de mala me bi ewletir bû. Me hewl dida xwe ji guleyên çekên giran biparasta. Lê em dîsa jî bûn hedef. Cemîle jî li gel diya xwe û birayê xwe li hewşê rûniştibûn. Di wê kêliya ew li hewşê rûniştî ne, mala me ji aliyê hêzên tîmên taybet ve hat gulebarankirin. Di encama êrişê de Cemîle jiyana xwe ji dest da. Li gel Cemîlayê cîraneke me jî hat gulebarankirin. Me bang li ambulansê kir nehatin. Me kir û nekir me rê nedît ku em cenaze jî rakin nexweşxaneyê. Ji bo ku cenaze xera nebe, em neçar man ku em cenazeyê xwe di sarincê de veşêrin.” 
 
‘DOZGERIYÊ XWEST WEKÎ KU PKK’Ê KUŞTIYE NÎŞAN BIDE’
 
Cagirga anî ziman ku dewlet kujerên keça wî diparêz e û got: “Me 3 rojan cenazeyê Cemîla di sarincê de veşart. Piştî 3 rojan li ser hewlêdanên HDP’ê me cenaze ji sarincê derxist û rakir nexweşxaneyê. Wextê me xwest em cenaze rakin ambûlansê lê me jî gulebaran kirin. Cenazeyê me 10 rojan li nexweşxaneyê bêkes ma. Pişt re li me geriyan gotin ‘hûn dikarin cenazeyê xwe werbigirin.’ Me jî biryar da ku em cenazeyê xwe bi merasîma cenazeyên welatiyên din re veşêrin. Roja qedexe rabû bi girseyî cenaze hatin veşartin. Dozgeriyê bang li me kir. Di lêpirsînê de wekî ku PKK’ê kuştiye nişanda bûn. Me bi wan re gengeşe kir me got em dizanin kujer kî ne. Min ji dozger re got dema keça min hat qetilkirin ez li wir bûm.” 
 
‘EZ WAN ROJAN QET JI BÎR NEKIM' 
 
Cagirga xwest ku kujer bên darizandin û got: “Doz hêj niha jî didome. Em heta dawiyê şopdarên vê dozê ne. Kujerê kesekî nehatiye dîtin. Ji ber ku edelet, hiqûq nema ye. Hewceye ku daraz serbixwe û bêalî be. Serxwebûna darazê li ku maye? Em dixwazin ev kujerên xwînmêj bên dîtin û darizandin. Ger bi ya wan bûya ew ê keça min wekî ‘terorîst’ nîşan bidina. Gelo miroveke 10 salî dibe terorîst? Daxwaziya me cezakirina van kujeran e. Ez heta emrê xwe yê dawiyê wan rojan jibîr nekim.”
 
‘PIŞTÎ AXÎNIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA' 
 
Dayika Cemîle, Emîne Cagirga bal kişand ser wan rojên qedexeyê û got: “Bi ser qedexeyê re 5 salên me qediyan. Cemîle zarok bû diçû dibistanê. Cemîle gelek jêhatî û serkeftî bû. Êvara duşemê dengê çekên giran dihat. Em jî li hewşê rûniştibûn. Me dît ku gule li me hatin reşandin. Me got qey xwelî dibare. Min lê niherî Cemîle li erdê hatiye dirêjkirin. Hingî min got Cemîle Cemîle bersiva min neda. Piştî ku axînê jê çû jiyana xwe ji dest da.” 
 
DAYIKÊ CENAZEYÊ KEÇA XWE DI SARINCÊ DE VEŞARTIBÛ 
 
Cagirga destnîşan kir ku piştî ku Cemîlayê jiyana xwe ji dest da wê şevê heta serê sibehê bajar hatibû bombebarankirin û wiha got: “Piştî ku bû serê sibehê me telefonî emnîyetê, nexweşxanê kir ku ambûlansê bişînin û bihêlin em cenaze bibin nexweşxanê. Me bang li her derê kir lê ji me re gotin ‘Qedexe heye’ nehatin. Me cenazeyê wê şûşt. Cemîleyê gelek ji hineyê hez dikir. Min dest û pora wê hine kir. Pişt re ji bo ku cenazeyê wê xera nebe me di sarincê de veşart. Piştî 3 rojan me bang li dewletê kir ku bihêlin em cenaze bibin. Ji me re gotin; cenaze bînin ser cadeyê wê ambulans bê pêşiya we. Me heta ser rêya Hezexê cenaze bir. Pişt re ambulans hat û cenaze girt. Me kir û nekir destûr nedan yek ji me bi cenaze re biçe. Nehiştin ku em bi cenazeyê xwe re biçin. Cenaze birin Şirnexê. Pişt re nexweşxane li me geriya gotin ku ‘em ê cenaze bişûn û li vir veşêrin.’ Me qebûl nekir. Me got me cenazeyê xwe şûştiye û kefen kiriye. Piştî 9 roj derbas bûn, em çûn me cenazeyê xwe girt.” 
 
‘JI BO AŞITIYÊ TEBIKOŞIN’
 
Dayika Emîne bang li hemû dayikan kir ku ji bo aştiyê tebikoşin û got: “Em êdî aştî û aramiyê dixwazîn. Ewqas dilê me şewitî, bila dilê tu dayikên din neşewite. Kezeba her dayikê wek hev dişewite. Destê xwe bidin hev. Em bang li dayikên cîhanê hemû dikin, bila destê xwe bidin hev aştiyê bixwazin. Tiştek bi kuştinê û mirinê nayê safîkirin. Heta ku ez hebim ez ê şopdara doza Cemileya xwe bim.” 
 
EW Û BÛKA XWE BI HEV RE TÊN KUŞTIN 
 
Di êrişan de dayika bi navê Maşallah Edîn û bûka wê Zeynep Edîn jî hatibûn qetilkirin. Xesûya Maşallah Edîn, Zekîye Edîn jî wiha qala wan rojan kir: “Maşallah hatibû mala me. Hevjînê wê li Iraqê dixebitî. Hevjînê wê lê geriya. Hevjînê wê jê re got 'Maşallah nebî hedefa guleyan, li xwe baş binêre.' Piştî ku telefon girt, me got were çayê vexwe. Wê got ‘Wele zarokên min li malê bi tenê ne, niha ditirsim ez ê biçim gel wan.’ Derketin hewşê. Lê bûka wê pêşiya wê derket derve. Dema ku bûka wê derket ji derve, gule lê reşandin. Dema ku bûka wê ket erdê, Maşallah kir qêrînî û ber bi bûka xwe ve çû. Ew çû hawara bûkê lê wê jî gulebaran kirin. Neviyê wê Berxwedan li ber milê wê bû. Neviyê wê jî birîndar bû. Ji ber gulebaranê destûr nedan em serê xwe derxin, cenazeyê wan heta şêvê li erdê man. Xelk serê sibehê hat û cenaze rakirin. Ew pitik di nav wan cenazeyan de sax ma. Zarok birçî mabû.”
 
MA  / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can

Sernavên din

06/09/2020
09:01 'Şideta Dîjîtal' çi ye, divê jin çi bikin?
09:01 Yilmaz: Wêneyê li Moskovayê peyama ji bo Tirkiyê û Amerîka ye
09:01 Cotkar ji krîza aborî bêtir di krîzê de ne
09:00 Gola Sixkê ziwa dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN
05/09/2020
19:45 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Platforma Jinan a Şahmeranê: Em ê li dijî her cureyên tundiyê bitêkoşin
17:48 Walî ji karkeran re gotiye 3 êrişkar hatine binçavkirin
17:17 Li Geliyê Godernê paqijiya derdorê kirin
17:02 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
17:00 Tifaqa Kurdistanî dê biçe serdana karkerên kurd ên êrişî wan hat kirin
16:54 Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin
16:08 ÎHD: Êrîşên li Sakarya berdewama polîtîkaya înkarê ye
16:01 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrişa li Sakaryayê şermezar kir
15:47 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek ji nexweşxanê hat derxistin
15:23 Xwestin girtiyê nexweş Kasim Karataş were berdan
15:00 Girtiyê nexweş 20 salin li bendêye bê emeliyatkirin
14:37 Eskeran gundê karkeran dorpêç kir
14:14 Li Çiyayê Cûdî şewat belav dibe
14:11 Keskîn êrişa li Sakaryayê nirxand: Nijadperestî nexweşî nîne, awayê pergalê ye
13:54 Dîwar bi ser de hilweşiya û jiyana xwe ji dest da
13:53 HDP: Emê şopdarê êrîşên li dijî karkerên kurdan bin
13:52 Birayê winda: Emê heta nefesa dawî ji dewletê hesab bixwazin
13:07 Sakçi û Tosûn jî li Sakaryayê hatin qetilkirin
12:44 Ocalan di çareseriyê de û îqtîdar jî di tecrîtê de israr dike
12:22 Xizmên windayan aqûbeta Aras pirsîn
12:11 Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin
11:11 Li çoltera Payîzava sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin
10:53 Ji ber laçika kesk, sor û zer 24 saet di binçavan de ma
10:33 Êrîşa li dijî karkerên kurd wê bibe rojeva Meclîsê
10:27 'Bûyerên 6-7'ê Îlonê îro jî li ser civakê didomin'
10:12 Li Tarlabaşiya Stenbolê jiyan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe
10:03 Parêzer: Îdîanameya derbarê Mehmet Demîr de fiyaskoye
10:02 Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne
09:55 Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir
09:39 Ji minareyan cudakarî olan dide!
09:38 Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN
04/09/2020
20:10 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:11 Ji bo Mesût Issi yê parêzer Boylû kuşt muebbeta giran hat xwestin
15:24 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:05 Dîsa Sakarya û dîsa êrişî karkerên kurd kirin
14:56 Parêzer Aytaç Unsal dawî li çalakiya xwe anî
14:46 Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
14:45 Tuncel: Pirsgirêka gelê kurd li dadgehê nayê çareser kirin
14:45 ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e
14:15 Ji ber karantînayê biryar dîsa nehat dayîn
13:54 Ji bo Ozbek a krîza dil derbas kir biryara berdanê hat dayîn
13:50 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Bila dewlet şerm bike
13:44 Pirtûka bîranînên Apê Mûsa di refan de cihê xwe girt
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:53 Girtiyê nexweş ji ber dermanên şaş jehrî bû
10:33 Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek
10:01 Barzanî îro dê bi Erdogan re bicive
09:57 Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin
09:45 Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
09:18 22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê
09:02 Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin
09:01 Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin
09:01 Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn
09:01 Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin
09:00 Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
09:00 Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN
08:05 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir
03/09/2020
23:16 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin
23:01 Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin
20:50 49 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:58 Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê
18:25 Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
16:31 'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’
16:30 Xwestin Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ‘lêborîn’ bixwazin
16:18 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 5 kes birîndar bûn
15:55 Endamê Grûp Yorûm Araci hat berdan
15:43 HDP’ê derbarê Akkalê heqaret li Demîrtaş kir de, gilî kir
15:30 Doza Derya Elbasan hat lidarxistin
15:04 ‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’
14:17 Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
14:11 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:42 Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin
12:50 Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?
12:18 Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye
11:47 Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin
11:15 Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan
10:40 Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da
10:32 Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin
10:25 Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir