Ji minareyan cudakarî olan dide!

img

MÊRDÎN – Li Mêrdînê dema kesek jiyana xwe ji dest dide di hoperlorên mizgeftan de tenê bi tirkî û erebî agahiyan didin. Cudakariya li dijî zimanê kurdî xwe di vir de jî radixe ber çavan. 

 
Li Tirkiyê nepejirandin û cudakariya li dijî kurdan û zimanê wan her roj bi awayek din xwe dide nîşandan. Ji ber kurd bi kurmancî diaxivin tên kuştin û bi êrişan re rûbirû dimînin. Dibistan û komeleyên ziman tên girtin û qeflekirin. Ji ber ciwanên kurd stranan dibêjin bi êrişan re hevrû dimînin û dîsa tên kuştin. Kurd dixwazin şîrketên operatorên telefonan bi kurdî xizmetê bidin lê bes Turk Telekom bi rehetî ji dayikekê re dikare bêje “divê tu ya bi birkî yan jî bi erebî biaxivî” û vê yekê lê ferz dike û destûrê nade xwe bi zimanê xwe bîne ziman. Ev gişt di rojevê de cihê xwe digirin. 
 
Bajarê Mêrdînê ku bi dîroka kevnare, xweşî û bajarê ziman û baweriyan tê zanîn gelek netew bi hev re li vî bajarî dijîn. Ji sedî 65 nifûsa Mêrdînê ji kurdan pêk tê û her wiha ereb, suryanî, ermen, tirk, tirkmen û baweriyên wek misilmanî, xirîstiyan û êzîdatî lê heye. Lê belê bi salane sepanek heye ev sepan jî cudakariya li dijî kurdan dide nîşandan û eşkere radixe ber çavan. 
 
TENÊ BI EREBÎ Û TIRKÎ HEYE 
 
Li navçeyên Artûklû, Stewr, Rişmil, Mehsertê û Midyadê dema ku welatî jiyana xwe ji dest didin ji mînareyên mizgeftan tenê ragihandinên bi zimanê tirkî û erebî tê kirin û derbarê wî/wê miriyê de agahî tên dayîn. Her wiha piştî selatan jî tenê bangên bi tirkî û erebî tên kirin. 
 
Li van navçeyan bi piranî nifûs kurd in jî lê li gel vê yekê jî bi zimanê kurdî bang nayê kirin û cih nadinê. 
 
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Dêrik û Kerboranê jî ku nifûsa wan ji sedî 80’ê kurd in jî dema piştî selatên tên xwendin tenê bi zimanê tirkî bang tê kirin. 
 
RAYEDARÊ MIFTÎTIYÊ: EM NIZANIN 
 
Em têkildarî mijarê li Miduriyeta Ayînzan (Miftîtî) a Mêrdînê geriyan û ji wir rayedarek diyar kir ku ji Serokatiya Karên Diyanetê di mevzûatê de dê çawa sela werin xwendin hatiye diyarkirin.
 
Rayedar wiha dibêje “Xwendina selatan ne bi darê zorê ye. Wek kevneşopiyekê ye. Lê tenê bi du zimanan têrê nake. Di mevzûatê de jî nehatiye diyarkirin ku wê piştî xwendina selatan bangên tên kirin, tenê bi du zimanan be. Lê çima cih nadin kurdî em nizanin.” 
 
MELE MIHEMED: JI BER NIJADPERESTIYÊ YE 
 
Mele Mihemed Oncu jî diyar kir ku selat bi dînî ne mecbûrî ye û lê we kekvneşopiyek tê dewamkirin û got: “Bi selat û bang bi erebî û tirkî tê xwendin lê çima nayê xwendin? Ev jî nijadperestiya wan dide nîşandan.” 
 
Oncu destnîşan kir ku nêzîkatî û helwesta ku kurmancî pêre hevrû maye ne nû ye û got: “Seranserî dîrokî pirsgirêka herî mezin a kurdan ew e ku zimanê wan hatiye qedexekirin. Dixwazin ku kes bi kurdî neaxive, nenivîsine û kurmancî neynin ziman. Dixwazin ku her kes bi tirkî biaxive. Di dîn de nijadperestî nîne. Zimanê gelê kurd mafê wan herî sereke û xwezayî ne. Kes nikare vê qedexe bike.” 
 
MA  / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

06/09/2020
09:01 'Şideta Dîjîtal' çi ye, divê jin çi bikin?
09:01 Yilmaz: Wêneyê li Moskovayê peyama ji bo Tirkiyê û Amerîka ye
09:01 Cotkar ji krîza aborî bêtir di krîzê de ne
09:00 Gola Sixkê ziwa dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN
05/09/2020
19:45 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Platforma Jinan a Şahmeranê: Em ê li dijî her cureyên tundiyê bitêkoşin
17:48 Walî ji karkeran re gotiye 3 êrişkar hatine binçavkirin
17:17 Li Geliyê Godernê paqijiya derdorê kirin
17:02 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
17:00 Tifaqa Kurdistanî dê biçe serdana karkerên kurd ên êrişî wan hat kirin
16:54 Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin
16:08 ÎHD: Êrîşên li Sakarya berdewama polîtîkaya înkarê ye
16:01 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrişa li Sakaryayê şermezar kir
15:47 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek ji nexweşxanê hat derxistin
15:23 Xwestin girtiyê nexweş Kasim Karataş were berdan
15:00 Girtiyê nexweş 20 salin li bendêye bê emeliyatkirin
14:37 Eskeran gundê karkeran dorpêç kir
14:14 Li Çiyayê Cûdî şewat belav dibe
14:11 Keskîn êrişa li Sakaryayê nirxand: Nijadperestî nexweşî nîne, awayê pergalê ye
13:54 Dîwar bi ser de hilweşiya û jiyana xwe ji dest da
13:53 HDP: Emê şopdarê êrîşên li dijî karkerên kurdan bin
13:52 Birayê winda: Emê heta nefesa dawî ji dewletê hesab bixwazin
13:07 Sakçi û Tosûn jî li Sakaryayê hatin qetilkirin
12:44 Ocalan di çareseriyê de û îqtîdar jî di tecrîtê de israr dike
12:22 Xizmên windayan aqûbeta Aras pirsîn
12:11 Jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin
11:11 Li çoltera Payîzava sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin
10:53 Ji ber laçika kesk, sor û zer 24 saet di binçavan de ma
10:33 Êrîşa li dijî karkerên kurd wê bibe rojeva Meclîsê
10:27 'Bûyerên 6-7'ê Îlonê îro jî li ser civakê didomin'
10:12 Li Tarlabaşiya Stenbolê jiyan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe
10:03 Parêzer: Îdîanameya derbarê Mehmet Demîr de fiyaskoye
10:02 Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne
09:55 Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir
09:39 Ji minareyan cudakarî olan dide!
09:38 Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN
04/09/2020
20:10 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:11 Ji bo Mesût Issi yê parêzer Boylû kuşt muebbeta giran hat xwestin
15:24 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:05 Dîsa Sakarya û dîsa êrişî karkerên kurd kirin
14:56 Parêzer Aytaç Unsal dawî li çalakiya xwe anî
14:46 Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
14:45 Tuncel: Pirsgirêka gelê kurd li dadgehê nayê çareser kirin
14:45 ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e
14:15 Ji ber karantînayê biryar dîsa nehat dayîn
13:54 Ji bo Ozbek a krîza dil derbas kir biryara berdanê hat dayîn
13:50 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Bila dewlet şerm bike
13:44 Pirtûka bîranînên Apê Mûsa di refan de cihê xwe girt
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:53 Girtiyê nexweş ji ber dermanên şaş jehrî bû
10:33 Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek
10:01 Barzanî îro dê bi Erdogan re bicive
09:57 Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin
09:45 Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
09:18 22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê
09:02 Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin
09:01 Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin
09:01 Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn
09:01 Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin
09:00 Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
09:00 Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN
08:05 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir
03/09/2020
23:16 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin
23:01 Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin
20:50 49 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:58 Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê
18:25 Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
16:31 'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’
16:30 Xwestin Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ‘lêborîn’ bixwazin
16:18 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 5 kes birîndar bûn
15:55 Endamê Grûp Yorûm Araci hat berdan
15:43 HDP’ê derbarê Akkalê heqaret li Demîrtaş kir de, gilî kir
15:30 Doza Derya Elbasan hat lidarxistin
15:04 ‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’
14:17 Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
14:11 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:42 Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin
12:50 Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?
12:18 Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye
11:47 Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin
11:15 Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan
10:40 Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da
10:32 Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin
10:25 Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir