Mirina bi guman a jina ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe

img
AMED – Li navçeya Hênê ya Amedê, dayika G.A. ku 5 xizmên wê bi awayekî sîstematik dest dirêjî wê kirin F.A. piştî dest dirêjiya dawîn a li keça xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Hênê ya Amedê, 5 xizmên G.A. (21) di nav salekê de bi awayekî sîstematik dest dirêjî wê kirin. Xizmên wê yên tecawizkar gef li G.A. xwarin ku bûyerê vebêje û piştî ku G.A. ducanî ma destdirêjiya lê hatibû kirin, derket holê. Dayika G.A. ku destdirêjî lê hatiye kirin F.A. piştî ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe, felç derbas kir û ji axaftin bû. Herî dawî li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, bi awayejî guman jiyana xwe ji dest da. Lê derbarê mirina bi guman F.A. de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.
 
Li gel ku G.A. navê 5 xizmên xwe yên ku dest dirêjî wê kirine daye dozgeriyê û giliya wan kiriye jî dozgeriyê tenê serî li gotinên A.D. daye. Piştî giliya wê, tecawizkar û bavên xwe gefa kuştinê li G.A. ku li gundê xwe dijiya xwarin. Li ser vê yekê G.A. ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve li mala stargehê hat bicihkirin. Lê ji ber ewlehiyê G.A. neçar maye ku heta niha 5 malên stargehê biguherîne.
 
DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE 2 CARAN BI MEHRA OLÎ HAT ZEWICANDIN
 
Dema ku G.A. li gundê Nerib Şeyno yê Hênê jiyaye, di 16 saliya xwe de 2 caran derveyî vîna xwe bi mehra olî hatiye zewicandin. Piştî zewaca xwe ya yekemîn ku salek berdewam dike, bi qasî hefteyek şûnde bi kesekî din re tê zewicandin. Vê zewaca wê jî salek didome û G.A. di dawiya sala 2017’an de vedigere cem malbata xwe. Piştre pismamê wê Î.A. di sala 2018’an de dest dirêjî wê dike. Piştî destdirêjiyê, Î.A. ku zewicandiye, ji bo ku destdirejiya lê hatiye kirine ji kesî re nebêje gefa kuştinê li G.A. dixwe.  Î.A. li axura wan û nav erdan gelek caran dest dirêjî G.A. dike. Piştre jî Î.A. xizmên xwe A.D., M.A., Ş.A. û Î.A. jî digihîne xwe û gelek caran dest dirêjî G.A. dikin.
 
PIŞTÎ KU DUCANÎ MA DERKET HOLÊ 
 
Di demên cuda de her pênç xizmên wê hem bi komî hem jî cuda cuda destdirêjî G.A. dikin. Ji ber tirsa kuştinê G.A. destdirêjiya li xwe ji tu kesî re nabêje û bûyer piştî ku ji ber nexweşiyê diçe nexweşxaneyê dertê holê. G.A. li nexweşxaneyê hîn dike ku ducanî ye û diçe malên zilamên ku dest dirêjî wê kirine û bûyerê vedibêje. G.A. li malan hem ji aliyê tecawizkarên xwe ve hem jî ji aliyê bavên wan ve tê derbkirin û gefa kuştinê lê tê xwarin. 
 
MIRINA BI GUMAN A DAYIKÊ 
 
Her penç xizmên G.A. ku tê derpkirin, destdirêjiya xwe ya li mala malbata G.A. derbasî axura wan û nav erdan dikin. Dayik F.A li malê dibe şahidê destdirêjiya M.A., Ş.A. û A.D.. Dayik F.A. li hemberî bûyerê ji xwe re sar dibe û ji ber lêdana tecawizkarên keça xwe felc derbas dike û nikare biaxive. Piştî k udi 1’ê cotmeha 2019’an de li nexweşxaneyê tê razandin 23 şûnde bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dide. G.A. diyar kir ku piştî ku dayîka wê li nexweşxaneyê hatine razandin demeke dirêj jê agahî negirtiye û ji ber derbkirinê dayika wê jiyana xwe ji dest daye.
 
MIRINA KRONÎK!
 
Xizmên F.A. derbarê mirina wê ya bi guman de axivîn û diyar kirin ku dema wê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê, F.A. ne li ser hişê xwe bûye û destpêkê wê birine beşa lezgîn û piştre jî sewqî beşa nurolojiyê hatiye kirin. Xizman, da zanîn ku li gel ku bijîjkê nurolojiyê tespît kiriye ku derb di serê F.A. de hene û pirsa ku ‘Ev jin hatiye derpkirin?’ jî raporeke edlî neyatiye amadekirin. Sedema mirina F.A. weke nexweşiya kronîk derbasî rapora mirinê hatiye kirin.
 
'JI BER TIRSIYAN BÊ DENG MAM’ 
 
G.A. ku me xwe gihandê, serboriya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. G.A., derbarê destdirêjî û tundiya ku lê hatiye kirin û gefên kuştinê ku lê hatine xwarin de ev tişt got: “Salekê bi gefa kuştinê dest dirêjî min kirin. Gef xwarin ku wê bavê min, kekê min û dayika min bikujin. Ji ber tirsiyam bêdeng mam. Hin bûm ku ducanî me. Fikirîm ku bavê zarokê min A.D. ye, lewre destpêkê çûm mala bavê wî. Li vir ji aliyê bavê A.D. ve hatim derpkirin. Heta demekê ji ber tirsê neaxivîm. Min xwest ku zarokê xwe ji ber xwe bikim. Lê nizanibûm ku biçim kuder.”
 
DEMA KU BI 5 MEHAN DUCANÎ BÛYE JÎ DEST DIRÊJÎ WÊ KIRINE 
 
Di raporên nexweşxaneyê de tê fêmkirin ku G.A. dema ku bi 5 mehan ducanî bûye jî dest dirêjî lê hatiye kirin. G.A. diyar kir ku piştî vê destdirêjiyê nexweş ketiye û ev tişt got: “Dema ku ez ducanî bûm, pismamên min M.A., Ş.A. biraziyê wan A.D. bi hev re dest dirêjî min kirin û dayika min bû şahidê vê destdirêjiyê. Ez û birayê xwe yê ji mêjî û laşî ve asteng e tenê li mal bûn. Derê me lê ket û pismamên min û biraziyê xwe hatin malê. Destpêkê pirsa kekê min kirin, piştî ku hîn kirin kes li malê tuneye êrîşî min kirin û li ber çavê birayê min ê asteng dest dirêjî min kirin. Dema ku va her sê kesan dest dirêjî min dikirin dayika min hat malê. Dayika min dît ku destdirêjî li min tê kirin. Destpêkê dayika min ji xwe re sar bû û piştre jî hewl da ku min ji destê wan rizgar bike. Li dayika min dan û sîle avêtinê. Dayika min ket xwarê û gef lê xwarin. Zimanê dayika min lal bû, heta demekê neaxivî. Li ser derba ku xwar ji ser hişê xwe ve çû. Di vê navberê de ew reviyan. Bavê min hat malê, min tiştekî ki bavê xwe re venegot. Dayika min rakirin nexweşxaneyê.”
 
G.A., diyar kir ku li nexweşxaneyê dayika xwe ziyaret kiriye û derbarê rewşa dayika xwe û gefên ku di heman rojê de li nexweşxaneyê lê hatine xwarin de ev agahî da: “Hişê dayika min li serê wê bû, lê nikaribû biaxive. Di heman rojê de li nexweşxaneyê bavê tecawizkarên min E.A. çekê kir serê min û gefa kuştinê li min xwar. Ez çawa ji nexweşxaneyê veqetiyam çûm dozgeriyê û gilî kir. Mirina dayika min bi guman e. Divê bê lêkolînkirin.” Piştî giliya G.A. Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê re nivîs dinivisîne û qeydên dîmenên roja gefxwarinê dixwaze. Lê dîmen nehatine bidestxistin. 
 
G.A., bi lêv kir ku piştî bûyerê malê terk kiriye, destpêkê çûye Çewlikê û xwestiye li Miduriyeta Polisan a Çewlikê giliya tecawizkarên xwe bike, lê miduriyetê wê aresteyî Amedê kiriye û wiha pêde çû: “Malbatên xizmên min ên ku dest dirêjî min kirin mi şopandin. Bi rengekî ji min re agahî dişandin. Ji ber ku A.D. ezeb bû zextê li min kirin û xwestin ku ez tenê giliya wî bikim. Li ser vê di 11’ê îlona 2019’an de min li Qereqola Hênê giliya A.D. kir. Bi fermana dozger gotinên A.D. hatine girtin, lê ji ber ku sûcdariyên li xwe red kir hat berdan.”
 
GOTINÊN GUMANBARAN NEHAT GIRTIN
 
G.A. bi daxwaza ku ji Serdozgeriya Komarê ya Hênê re bê şandin, di 18’ê mijdara 2019’an de bi daxwaznameyekê serî li Dozgeriya Komarê ya Çewlikê da giliyê 4 pismamên xwe kir. Mînakên DNA’yê yên pitika ku G.A. wê welîdand û tecawizkarê wê A.D. ku giliya wî kiribû hev dû negirtin. Li ser vê yekê dozgeriyê, serî gotinên çar zilamên ku G.A. bi sûcdariya “êrîşa zayendî” giliya wan kiribû, neda. Dîsa ji bo diyarkirina bavê pitikê dozgeriyê,  mînaka DNA’yên gumanbarên din jî negirt û tu kirariyek neda destpêkirin. G.A. ku gotin da Dozgeriya Komarê ya Hênê, diyar kir ku ji ber gefên kuştinê yê bavê 2 tecawizkarên wê E.A. tirsiyaye ku navê tecawizkarên xwe aşkera bike. Piştî demekê G.A. derbarê tecawizkarên xwe Î.A., M.A., Ş.A. û Î.A de gilî kir û destnîşan kir ku li mala stargehê dimîne û pitika wê dane malbatekê û ji ber ku gelek caran dest dirêjî lê hatiye kirin nizane ku bavê biyolojîk ê pitika wê kî ye. 
 
GELO HEWL TÊ DAYÎN KU DOSYA BÊ GIRTIN? 
 
Li gel gilî û serboriyên G.A. jî tenê ji gumanbaran gotinên A.D. hatine girtin. Hat hînbûn ku derbarê 4 gumanbarên destdirêjiyê de tu kirarî nehatiye kirin. Hat hînbûn ku kekê tecawizkarekî polis e. G.A. destnîşan kir ku ji polisan bigire heta dozgeran kes jê bawer nake û ev tişt got: “Ewlehiya min a jiyanê tuneye. Salekê ye qaçax dijîm. Hê jî ewlehiya min a jiyanê tuneye. Banga hestyariyê li raya giştî dikim. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

10/09/2020
11:13 Pêketiyên vîrûsê 28 mîlyonî derbas kir
10:55 Kiryarên destdirêjiyê hatin berdan
10:17 Turkdogan: Serdana Spano asta hiqûqa Modernetîya Kapîtalîst nîşan dide
10:15 Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
09:58 Cûdî 3 mehin dişewite: Nehêlin bênefes bimîne
09:04 Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
09:03 Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e
09:03 Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin
09:03 Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin
09:03 Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN
09/09/2020
19:41 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:36 Biryara der barê doza rojnamevanan de hat aşkerekirin
18:16 Hevşaredara Giyadînê Yaşar hat berdan
16:53 Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan
16:18 Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da
15:45 Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin
14:57 Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne
14:40 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin
14:25 Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan