Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê

img

STENBOL - Koma Xebatê ya Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Neteweyên Yekbûyî (NY), der barê 30 kesên di salên 90'î de hatine windakirin de agahî xwestibûn. Lê belê Tirkiyeyê tenê der barê 9 kesan de bersiv daye. Bersivên ku dane jî bersivine sosret in. Tirkiyeyê ji bo Fehmî Tosûn ku di sala 1995'an de hatiye windakirin gotiye gava di girtîgehê de bûye "reviyaye derveyî welêt" û ji bo Abdulselam Çelîk ku di sala 1997'an de hatiye windakirin jî gotiye, "di sala 1988'an de di nifûsê de mirî dixuyê." 

Li gorî daneyên ne fermî li Tirkiyeyê di salên 1990'î de 17 hezar bûyer û cineytên kiryar nediyar qewimîne. Malbatên kesên hatine windakirin jî ji ber ku li Tirkiyeyê rêya hiqûqa navxweyî xitimiye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê dane. Gelek dozên di vî warî de hîn li DMME'yê ne. Li ser vê xizmên windayan di sala 2014'an de serî Koma Xebatê ya Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dabûn. 30 malbat di navbera 2014-2018'an de bi rêya ÎHD û YAKAYDER'ê ji bo xizmên hestiyên wan bên dîtin û kiryar bên darizandin serî li vê saziya navbirî dabûn. Li ser vê Koma Xebatê ya NY'yê der barê 30 kesên hatine windakirin de ji Tirkiyeyê agahî xwestin. Koma Xebatê ya NY'yê jî di 21'ê Tebaxa 2020'an de nameyek ji malbatên serlêdêr re şandin û ew serwext kirin. Di nameyê de bersivên ku Tirkiyeyê dane jî cih girtine. 
 
TENÊ DER BARÊ 9 KESAN DE AGAÎ DANE     
 
Di nameya Koma Xebatê de jî kifş e ku heya niha tenê 8 danişîn hatine lidarxistin û her wiha Tirkiyeyê tenê der barê Fehmî Tosûn, Ahmet Akbaş, Abdûlselam Çelîk, Abdullatîf Yagizay, Ahmet Yetîşen, Hiznî Bîlmen, Ahmet Ustun, Kemal Bîrlîk û Ahmet Şahîn de agahî dane. 
 
DERPÊŞ KIRIYE KU GAVA DI GIRTÎGEHÊ DE BÛYE 'DERKETIYE DERVEYÎ WELÊT' 
 
Yek ji van kesan malbata Fehmî Tosûn e. Tosûn di 19'ê Cotmeha 1995'an de di binçavan de hatiye windakirin. Malbata wî di 10'ê Cotmeha 2014'an de serlêdana xwe kiriye. Koma Xebatê di heman salê de ji Tirkiyeyê der barê aqûbeta Tosûn de agahî xwestine. Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî ji bo Tosûn gotiye, di 11'ê Adara 1992'yan de ji Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê terka Tirkiyeyê kiriye. Lê belê li gorî agahiyên malbata wî dane, Fehmî Tosûn di heman dîrokê de di Girtîgeha Dîlokê de bûye. 
 
BERSIV LI SER BERSIVÊ HAT XWESTIN
 
Li ser vê bersivê Koma Xebatê cardin agahî ji Tirkiyeyê xwestine û Tirkiyeyê gotiye: "Kesê navbirî di sala 1995'an de ji malê reviyaye û piştî bi telefonê bi hevjîna xwe re axiviye winda bûye. Fehmî Tosûn di saala 2002'yan de daxilî nav lîsteya windayan bûye. Hevjîna wî Hanim Tosûn di sala 2008'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê daye û ragihandiye ku windaye." PIştî vê bersivê Koma Xebatê cara sisêsyan ji Tirkiyeyê agahiyan dixwaze û Tirkiye dibêje: "Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê bi hejmara dosyeya 1997/13776 lêpirsîn daye destpêkirin û di 26'ê Cotmeha 2015'an de ji ber demboriyê biryara neşopandinê daye. Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4'an a Bakirkoyê biryara heyî di 14'ê Kanûna 2015'an de pesend kiriye." Tirkiyeyê di bersiva xwe ya çara de gotiye: "Di sala 1995'an de piştî winda dibe, di dosyeya wî ya lêpirsînê de der barê windakirinê de tu agahî nehatine dîtin û der barê mirina wî de tu raporên otopsû saziya tibba edlî negihaştine serdozgeriya komarê. Serdogzeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê di 26'ê Cotmeha 2015'an de biryara neşopandinê da. Xizmên Tosûn li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4'an a Stenbolê îtiraz kirin. Dadger jî di 14'ê Kanûna 2015'an de îtiraza wan red kir." 
 
Li ser daxwaza Koma Xebatê Tirkiye cara pênca bersiv da û di bersiva xwe ya pêncemîn de got: "Hîna tu geşedan tunene. Li gor qeydên polîsan kes wekî kesên winda dixuyê û hîna jî lê tê gerîn." 
 
LÊPIRSÎNA DER BARÊ AKBAŞ E 
 
Kesê din ê Tirkiyeyê der barê wî de bersiv daye Ahmet Akbaş e. Akbaş di 1'ê Çileya 1995'an de gava li navçeya Xozat a Dersimê şivantiyê dike esker tên wî binçav dikin û careke din xeber jê nayê girtin. 
 
Bersiva ku Tirkiye der barê Akbaş de daye jî bersiveke ecêb e. Tirkiye ewilî der barê Akbaş de gotiye: "Dozgeriya komarê der barê windakirina kesê navbirî de lêpirsîn daye destpêkirin û hîna jî aqûbeta kes tê lêkolînkirin. Hejmara dosyeyê 2018/141 e." Wezareta Dadê di bersiva dudoyan de gotiye: "Yekeya dozgeriyê ya girêdayî Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, îdiaya ku kes bi darê zorê hatiye windakirin daye ber lêpirsînê û di 6'ê Mijdara 2014'an de bi dosyeya jimare 2014/181 biryara neşopandinê daye û dû re meqama edlî jî red kiriye. Herî dawî Dozgeriya Komarê ya Xozatê jî li ser îdiayên dibe ku ji aliyê kesên derî eskeriyê ve hatibe revandin lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîna jimara dosyeya wê 2018/141 hîna jî didome." 
 
JI BO ÇELÎKÊ KU DI 1997'AN DE HATIYE REVANDIN GOTIYE 'DI 88'AN DE MIRIYE' 
 
Kesê din ê Tirkiyeyê der barê wî de bersiv daye Abdûlselam Çelîk e. Çelîk, di sala 1997'an de li Amedê tê revandin û careke din xeber jê nayê girtin. Malbatê di 10'ê Îlona 2014'an de ji bo Çelîk jî serî li Koma Xebatê ya NY'yê kiriye. Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ewil de gotiye: "Dozgeriya Komarê ya Tirkiyeyê lêpirsîn kiriye." Li ser vê Koma Xebatê cardin agahî xwestiye û Tirkiyeyê di bersva xwe ya dudoyan de gotiye: "Yekeyên polîsên tirk, ragihadine ku kesê navbirî li gor qeydê nifûsê di 14'ê Tebaxa 1988'an de miriye." 
 
BERIYA WÊ WINDAKIRIN BI MEHEKÊ HATIYE BINÇAVKIRIN 
 
Wezareta Dadê ji bo Abdûllatîf Yagizay ê ku di 18'ê Mijdara 1995'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê 4 kesên xwe wekî polîsan didin naskirin ji malê tê wergirtin û careke din xeber jê nayê girtin jî 4 caran bersiv daye Koma xebatê ya NY'yê. Wezaretê di bersiva ewil de gotiye: "Der barê vî kesî de tu agahî tunene." Di bersiva dudoyan gotiye: "Li gorî agahiyên ku polîsên tirk bi dest xistine, ev kes di 19'ê Cotmeha 1995'an de bi gumana ku pêwendiya wî bi rêxistina terorî re heye hatiye inçavkirin û dû re Dadgeha Ceza ya Mêrdînê ew serbest berdaye. Ji wê çaxê ve xeber jê nehatiye wergirtin." Koma Xebatê ku qîma xwe bi van bersivan neaniye, cara sisêyan agahî xwestine. Tirkiyeyê di bersiva sisêyan de jî gotiye: "Li gor Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê; der barê vî kesê ku tê îdiakirina di sala 1995'an de winda bûye tu serlêdan nehatine kirin. Lê belê lêpirsîna cezayî ya ewil, li ser serlêdana saziyeke civaka sivîl di sala 2013'an de li Serdozgeriya Komarê ya Fatîhê hatiye destpêkirin. Li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê ji bo aqûbeta kes lêpirsînek heye." Di bersiva dawî de jî wiha hatiye gotin: "Lêpirsîna hatiye destpêkirin bi neşopandinê hatiye bidawîkirin." 
 
QEBÛL NEKIRIYE KU 'HATIYE WINDAKIRIN' 
 
Tirkiyeyê der barê Ahmet Yetîşen de jî bersiva Koma Xebat ya NY'yê daye. Yetîşen, di 14'ê Midjara 1994'an de li Êlihê hatiye windakirin. Di bersiva ewil de hatiye gotin: "Lêpirsîn hatiye destpêkirin. Dû re gotiye: "Piştî hevjîna kesê navbirî serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Êlihê daye, di 10'ê Mijdara 2014'an de lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara neberdewamiyê hatiye dayîn. Gumanên ku jiyana wî di xetereyê de ye yan jî miriye hene." Di bersiva sisêyan de jî hatiye derpêşkirin ku tevli PKK'yê bûye û hatiye gotin: "Kes di şert û mercine talûke de winda bûye." 
 
‘DI NIFÛSÊ DE MIRÎ DIXUYÊ'! 
 
Koma Xebatê ya NY'yê der barê Ahmet Şahîn de jî du caran bersiv xwestiye. Şahîn, di 18'ê Adara 1993'yan de li Licêya Amedê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin û careke din xeber jê nehatiye girtin. 
 
Di bersiva ewil de hatiye gotin ku lêpirsîna der barê Şahîn de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê didome û di bersiva dudodyan de jî hatiye gotin li gor qeydên nifûsê yên 10'ê Tîrmeha 1993'yan de "mirî dixuyê." 
 
TU AGAHÎ BI DEST NEKETINE! 
 
Yek ji kesên der barê wî de agahî hatine xwestin jî Hiznî Bîlmem e. Bîlmem, di 14'ê Gulana 1995'an de li gundê Bûdakli yê Midyada Mêrdînê hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan. Dû re eskeran ew bi wesayîtê revandiye û careke din xeber jê nehatiye girtin. Tirkiyeyê di bersiva ewil de gotiye lêpirsîn hatiye destpêkirin lê belê bi "neşopandinê" hatiye bidawîkirin û di bersiva duyemîn de jî gotiye "tu agahî bi dest neketine." 
 
HEMAN BERSIV
 
Ahmet Ustun jî di sala 1993'yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatiye binçavkirin û careke din xeber jê nehatiye girtin. Tirkiyeyê ji bo Ahmet Ustun jî heman bersiv dane.
 
AGAHÎ NEHAT DAYÎN 
 
Tirkiyeyê der barê Kemal Bîrlîk de jî bersivine ecêb dane. 
 
Bîrlîk, di 29'ê Adara 1995'an de gava ji Girtîgeha Qoserê tê berdan, li ber deriyê girtîgehê tê revandin. Di sala 2014'an de li Qoserê di kolandinekê de hestiyek wî tê dîtin. 
 
Tirkiye di bersiva xwe ya ewil de gotiye: "Di sala 2014'an de li herêma Mêrdînê li devereke gorî de hin hestiyên mirovan tên dîtin. Piştî analîzên DNA'yê tê tespîtkirin ku ji van hestiyan hin jê aydî Bîrlîk in. Hestiyên wî teslîmî malbata wî hatine kirin û li goristaneke Mûtkî ya Bedlîsê hatine definkirin." 
 
Piştî vê bersivê dertê holê ku der barê Bîrlîk te lêpirsîn nehatiye destpêkirin. 
 
WÊ DANIŞÎN DI 21'Ê ÎLONÊ DE BÊ LIDARXISTIN 
 
Wê danişîna din a Koma Xebatê ya NY'yê di 21-30'yê Îlona 2020'an de li bajarê Cinêw ê Swîsreyê bê lidarxistin. 
 
MA / Erdogan Alayûmat 

Sernavên din

08/09/2020
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
15:05 Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin
15:04 Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike
14:51 Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê
14:37 KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne
14:27 Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir
09:02 Mirina bi guman a jina ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe
09:00 Rojnameger Abdula: Dewleta tirk ji azadiya Ocalan re ne amade ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2020'AN
06/09/2020
20:34 Di TIR’a ku agir pêket de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
20:28 53 kesên din jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:20 Li Rihayê polisan binçavkiriyan îşkence kir
20:05 Sancar li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya: Wê hesab bê pirsîn
15:09 Li Cizîrê TIR’a qeza kir agir pêket
14:30 HDK û ÎHD: Bûyerên 6-7’ê Îlonê bi ‘planên çongşikandinê’ didome
14:04 Odeya Dermanxaneyan a Amedê: Ji ber ku kurd bûn êrîş li karkeran hat kirin
14:04 Bûldan: Bila miha Muharremê bibe wesîleya aştî, azdî û yekitiyê
13:47 Di mehekê de 560 jinan serlêdana alîkariyê kirin
13:10 AKP’iyan parvekirina wêneyên xwe yên bi Serokê DMME’yê re jêbirin
13:08 Ji daxuyaniya Walitiya Sakaryayê êrîşa li dijî karkeran derket
13:05 Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya
11:48 Bertek nîşanî wêneyê Serokê DMME’yê Spano yê bi AKP’iyan re dan
11:29 HDP: Divê rastiya komkujiya 6-7’ê Îlonê derkeve holê
11:14 Gotinên karkeran êrîş li wan hatibû kirin derketin holê
10:46 Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya derketina kolanan
10:01 Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran weke yên şahidan bigire
09:18 'Tirkiyê 350 zarok ji Sûriyê şandin şerê Lîbyayê'
09:06 Li bajêr tekane jina karsaza qehwexanê: Min guh neda çavên şaşwaz
09:06 Hêj der barê doza esker Mustafa Araz ê bi guman mir de pêşketin tune
09:04 Nexweşê Covîd-19'ê mecbûr ma bi dolmîşê biçe nexweşxaneyê
09:03 ‘Êrîşa nîjadperest encama atmosfera siyasî ye'
09:03 Dengbêj Faîkê Kifîfê: Dixwazim heya nefesa dawî bistrêm
09:03 Maçîn: Gel ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze
09:02 AYM, ji bo îşkenceya bibelge got 'delîl tuneye'