Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in

  • rojane
  • 09:02 12 Îlon 2020
  • |
img
STENBOL – Prof. Dr. Serhat Guvenç ji bo poltîkaya derve ya Tirkiyeyê ku mîlîtarîze bûye got: "Berteka YE'yê ya li dijî Tirkiyeyeke ev qasî mîlîtarîze bûye rast e. Heger hûn ji min bipirsin, heta berteka tê dayîn pir qels e." 
 
Rageşiya li Rojhilatê Behra Spî ji zû de ye didome. Komîsyona Kar û Barên Derve ya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê, têkildarî mijarê li Brukselê civînek li dar xist. Wezîrî Kar û Barên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû jî tevlî civînê bû. Fransa jî ji bo hin mueyîdeyên de rbarê Tirkiyeyê de bi 6 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên peravên wan bi Behra Spî ve ne (Fransa, Îtal, Îspanya, Portekîz, Malta, Kibrisa Başûr, Yûnanîstan) li Korsîkayê civînek çêkir. Wê di 24-25'ê Îlonê de li Korsîkayê jî civîna Koseya Ewropayê bê çêkirin û tê gotin wê welatên endamên YE'yê bi heman helwestê tevlî vê civînê bibin. Gava mirov van geşedanan tîne ber çavê xwe, wisa xuyaye dê meseleya Rojhilatê Behra Spî heya meha Îlonê miajra herî zêde bê nîqaşkirin be. 
 
Ji Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Kadîr Hasê Prof. Dr. Serhat Guvenç, sedemên rageşiya li Behra Spî û encamên wê yên muhtemel nirxandin. 
 
XETA NETEWPEREST 
 
Guvenç, bibîr xist ku ji ber erdhejên sala 1999'an navbera Tirkiye û Yûnanîstanê xweş bûye û got, ev serdema sakîn a di navbera her du welatan de girêdayî çend faktoran e. Guvenç, bilêv kir ku yek ji van faktoran jî namzetiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê û pêvajoya muzakereyê bû û got: "A din jî nexasim piştî krîza aborî ya 2008'an, Yûnanîstan bi temamî vekişiya qalikê xwe û pêşî li ser aboriya xwe hûr bû û neyteke wê ya ku ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêk tunebû. Yanî ji bo pirsgirêkên wê dorfirehtir nebin xwe ji Tirkiyeyê dûr xist, ji bo pirgirêkan. Tirkiye jî ji bo namzetiya YE'yê, polîtîkayeke ku bi cînaran re tu prisgirêk çênebin esas girt. Tirkiye di vê pêvajoyê de bêtir bala xwe dabû ser Rojhilata Navîn û ji ber îsyanên ereban Yûnanîstanê ji nav hedefên xwe yên ewil derxistibû. Lê belê piştî ku rengê netewperestiyê xwe li siyaseta Tirkiyeyê girt, tu bikî nekî meseleyên Ege û Behra Spî bêtir ketin rojevê û bêtir deng vedan." 
 
TÊKILIYA BI YE'YÊ RE 
 
Guvenç, bilêv kir ku pêvajoya YE'yê ya Tirkiyeyê ji binî ve bêbandor maye û got: "Tenê di du waran de têkiliya Tirkiyeyê bi YE'yê re maye. Yek ji vana jî peymana yekîtiya gumrikê ye ku di dema şerê sar de hatiye çêkirin û ya din jî peymana penaberan e. Ji xeynî van her du mijaran ne mimkun e ku mirov bi awayekî sazîbûyînî behsa têkiliya Tirkiye û YE'yê bike. Her wiha li Yûnanîstanê jî piştî Krîakos Mîçotakîs ku li ser siyaseta berê tev dgere, hat ser kar, nîşan da ku wê nêrîna wan a li Tirkiyeyê jî ne wekî ya berê be. Ev krîzên niha diqewmin jî çawa ku hikûmeta nû hat ser kar rû dan û di çapemeniya Tirkiyeyê de xwe da der ku dê avabejahiyê ya Behra Îyonê bibe 12 mil û heta wê ev yek li Gîrîtê jî bê pêkanîn." 
 
HAT BINPÊKIRIN
 
Guvenç, destnîşan kir ku piştî Qadên Karbidestiyê yên Behrê hatin binpêkirin, aktoran jî dengê xwe bilind kiriye û got: "Yûnanîstan ku Qadên KArbidestî yên Behrê bin pê kirin, di aleyha Tirkiyeyê de polîtîkaya berfirehkirinê esas girt. Tirkiye jî di vir de daxilî nav krîza Lîbyayê bû. Geşedanên li Behra Spî, kir ku îqtidar di ser Lîbayayê re xwedî li rojeveke bi vî rengî derkeve û da der ku ji bo li Lîbyayê bigihê armanca xwe tev digere û wxest vê yekê bi raya giştî bide qebûlkirin. Jixwe di çaçroveya Kibrisê, di meseleya parvekirina çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilatê behra Spî de, ji ber pêngavine ku Tirkiye daxilî nav nayê kirin rageşiya niha xwe da der." 
 
ÇEND SEDEMÊN BERTEKÊ HENE 
 
Guvenç, bal kişand ser daxuyaniya welatên endamên YE'yê ku gotibûn "Divê Tirkiye bê mueyîdekirin" û got, çend sedemên bangawaziya welatên YE'yê hene. Guvenç, bilêv kir ku yek ji vana jî ew e ku Yûnanîtan ji sala 1981'ê ve endamê YE'yê ye û got: "Ya dudoyan jî di navbera welatên endamên YE'yê de peymana piştevaniyê heye. Yanî ev welat mecbûr in piştevaniya hev bikin. Ya sisêyan jî îmzevanên Hiqûqa Behrê ya Neteweyên Yekbûyî ne. Tirkiye ne îmzevanê bê hiqûqê ye. Îjar gava em evana gişan hesab bikin ne cihê şaşmayînê ye ku çima ev welat piştgiriya Yûnanîstanê bikin. Lê ev jî nayê wateya ku îdiayên Yûnanîstanê bi temamî tên destekkirin." 
 
‘POLÎTÎKAYEKE MÎLÎTARÎZEBÛYÎ' 
 
Guvenç, anî ziman ku tişta muhîm a li Rojhilatê Behra Spî ew e ku Yûnanîstan li hêla Girava Mîlosê bi qasî 40 kîlometreyê Behra Spî wekî herêma aborî û bergeha parzemînê îlan kiriye. Guvenç, destnîşan kir ku Yûnanîstan di vî warî de desteka ku dixwest wernegirtiye û got: "Lê belê Girava Mîlosê, bi awayekî ku qadên karbidestî yên Tirkiyeyê yên li hêla Rojhilatê Behra Spî pir sînordar bike, derfetekê dide ber Yûnanîstanê. Îjar gava mesele tê ser vê welatên YE'yê pir ligel Yûnanîstanê nasekinin. Jixwe komîsyona jî diyar kiribû ku ev nexşe pozîsyona fermî ya YE'yê nade der. Lê meseleya sereke ew e ku, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê jî mîlîtarîze bûye. Berteka YE'yê ya li dijî Tirkiyeyeke ev qasî mîlîtarîze bûye rast e. Heger hûn ji min bipirsin, heta berteka tê dayîn pir qels e. Her hal amûrine YE'yê yên li ser Tirkiyeyê bandorê bikin nemaye, dibe ku ev yek ji ber vê be." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

15/09/2020
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
15:44 Xebatkarekê tenduristiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:34 '40 sal berê çi bû îro jî heman tişt pêk tê’
15:27 Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan
14:59 Destûr nehat dayîn tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya DYA’yê
14:36 Hewldana 78’an: Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin
14:30 Li gundê Girherrîn bûyer narawestin
14:10 ‘Heke ziman û nasnameya kurdî were nasîn, wê Tirkiye pir rengîn bibe’
13:55 Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn
13:28 Ji 2 kolberên derbasî Wanê bûn agahî nayê girtin
13:19 Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin: 12’ê Îlonê didome
13:17 Şaredariyê bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax kir
13:01 Çalakiya rûniştinê di roja 3'yemîn de ye: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
12:40 Birayê Bariş Çakan hat binçavkirin
12:36 Hat xwestin cezayê Tîtîk a nexweş were taloqkirin
12:35 HDK’ê bertek nîşanî girtinan da
12:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Kamîl Bîlgeç pirsîn
12:13 Îtîraza berdana tecawîzkar hat redkirin: Gilîdar nikare îtîraz bike
11:51 Li navçeya mirin lê zêde bûne biryara kinkirina selatan hat dayîn
11:04 HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê rihê 12'yê Îlonê dewam dike
10:51 Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize
10:27 Li erdê ku serokê AKP’yî desteser kiriye avahiya qaçax li ber qedandinê ye
09:52 Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe
09:40 Nameya ku HDP’ê ji Farisogûllari re şand hat desteserkirin
09:07 ‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e'
09:02 Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in
09:02 Bijîşk Tûran: Gava tenduristkar bi şewbê dikevin kêfxweş dibin
09:01 Qeyûm, Nûrbakiyê ku jinan bi 'fuhûşê' tawanbar kiribû anî ser serokatiya daîreyekê
09:00 Çalakiya karkeran didome: Em ji bo pêşeroja xwe li ber xwe didin
09:00 Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin
09:00 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Dengê wî bibihîsin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN