‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e'

  • rojane
  • 09:07 12 Îlon 2020
  • |
img

ENQERE - Helbestvan Ahmet Tellî ku di dema Darbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê de ji mamostetiyê hatibû îxrackirin got: "Faşîzma 12'ê Îlonê hîn jî di nava jiyana me de ye, hîn jî li kuçeyan e û hatiye ketiye nava mala me." Akademîsyen Cenk Yîgîtler ku piştî 15'ê Tîrmehê hat îxrackirin jî got, xelasiya ji kevneşopiya darbeyî, bi tevgereke aştiyê ya civakiyî û xurt pêkan e.

 
Yek ji serdemên tarî yên Tirkiyeyê jî Darbeya Eskerî ya 12'ê Îlon a 1980'yî ye. Di dema vê darbeyê de hêzên sosyalîst, sendîka û tevgera kurd hedef hatibû girtin. Armanc û hedefa darbeyê, piştî wê jî ji aliyê hemû hikûmetan ve hatin pêkanîn. Di ser 12'ê Îlonê re 40 sal derbas bûn, lê belê ne hikûmetên hatins er kar ne jî partiyên siyasî û koalîsyon dev ji Qanûna Bingehîn a Darbeyê berdan ne jî îşkence, miameleyên xirab û binpêkirinên li dijî azadiya fikr û ramanê yên ji dema darbeyê mayî ji holê rabûn. Her wiha di pirsgirêka kurd de jî hîn jî neçareserî tê ferzkirin.
 
Rewşa Awarte ku di Qanûna Bingehîn a 1982'yan de hîmê wê hat avêtin û di sala 1983'yan de bû qanûn, ji sala 1987'an heya 2002'yan dewam kir. Meclîsê, Rewşa Awarte 46 caran dirêj kir û li bajarên herêmê heya 2002'yan dewam kir. Lê piştî AKP, hat ser kar Rewşa Awarte bi dawî bû. Lê belê 15 sal şûnde vê carê AKP bi xwe Rewşa Awarte îlan kir. AKP'ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, di 20'ê Tîrmehê de, Rewşa Awarte îlan kir û 7 caran dirêj kir.
 
Di dema pêvajya 12'ê Îlonê de yek ji tişta ku di bîra mirovan de maye jî hewldanên 1246 rewşenbîran bûn ku Azîz Nesîn û Prof. Husnu Goksel serekê vê yekê bûn. Rewşenbîran di sala 1984'an de xwestibûn bi sernavê "Çavdêrî û xwestekên der barê pergala demokratîk de" bi navê xwe yê dîtir "Daxwaznameya Rewşenbîran" berpêşî generalê darbekar Kenan Evren bikin. Lê belê Evren, ev yek qbeûl nekiribû û di mîtînegeke Manîsayêd e gotibû: "Me gelek rewşenbîr dîtin, xiyanet li welêt kirin."
 
Piştî ev qas sal vê carê jî akademîsyenên ku danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn, hatibûn tawanbarkirin. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan di 12'ê Çileya 2016'an de gotibû: "Hey musvedeyên rewşenbîr, hûn tarî ne, tarî. Hûn ne rewşenbîr menşewbîr in. Niha em bi xiyaneta qaşo rewşenbîrên ku piranî jê meaşê xwe ji dewletê digirin û nasnameya vê dewletê di bêrîka wan de ye, re rû bi rû ne."
 
Helbestvan Ahmet Tellî ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de ji mamostetiyê hatibû îxrackirin û di nava 1246 rewşenbîran de cih girtibû û akademîsyen Cenk Yîgîter ku îmze danîbû bin "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û ji Zanîngeha Enqereyê hatibû îxrackirin, her du pêvajo nirxandin.
 
Ahmet Tellî ku ji mamostetiyê hatibû îxrackirin, anî ziman ku pêvajoya pê re rû bi rû mabûn di helbesta xwe ya "Av Riziya" de aniye ziman. Tellî, diyar kir ku şahidiya wê demê bixwe jî wehşet bû.
 
Tellî wiha behsa atmosfera pêvajoyê kir: “Heta salên 70’î tevgera şoreşegerî ya Tirk hinek netewperest mabûn. Gotina bijî biratiya gelên tirk û kurd a Denîz gelek tiştan guhert. Êdî gelê kurd jî şiyar bûbû û di serê govendê de bû. Nasnameya xwe danîbû holê. Tirsa herî mezin a serdestan ew bû ku tevgera azadiya gelê kurd ava bûbû. Ji bo wan kabûs bû. Di encama vê kabûsê de di 12’ê Îlonê de mekanîzmaya darbeye xistin dewrê.” 
 
‘KAREKTERÊ DARBEYAN DIŞIBIN HEV’ 
 
Çawa ku di 12’ê Îlonê de karmend ji karên xwe hatin îxrackirin, di hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2015’an de jî ku OHAL hat ragihandin bi hezaran akademîsyen û kedkarên cemaweriyê ji karên xwe hatin îxrackirin. Her çiqas aktor guherîbin lê sepan neguherîn. Akademîsyen Ceng Yîgîter ê hat îxrackirin jî da zanîn ku tişta ku Tirkiyê bir pêvajoya 15’ê Tîrmehê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û ji 12’ê îlonê vir ve şerek qirêj di dewrê de ye. Yîgîter anî ziman ku di serdema 2015-2016’an de li bajarên hilweşandin û pişt re jî li cihên wek Stenbol, Enqereyê di 15’ê Tîrmehê de bi çekên giran bikar anîn û heke esker ewqas fersendê bibîne wê bixwaze ku darbeye pêk bîne. 
 
Tellî jî wiha got: “Li welatê mîna yê me demokrasî kêm e, li welatên dîktatoriya wêzêde ye karekterê darbeyan dişibe hev. Piştî 12’ê Îlonê bi hezaran însan ji kar hat derxistin. Bêtir şoreşger bûn. Evren cahîlek ku di şaşîtiyên xwe israr dikirbû. Yên ku îro 15’ê Tîrmehê veguherandin fersendê ne jîr in lê belê pirs xasûk in. 15’ê Tîrmehê şerê dabeşkirina îqtîdarê bû. Her çiqas wan di nava hev de şer kir, lê di armanca wan hêzên serwer de şoreşger dîsa hebûn û bi biryarnameyan bi hezaran însan ji pîşeya xwe bûn.” 
 
‘PÊKANÎNÊN WISA DI 12’Ê ÎLONÊ DE JÎ NEBÛN’
 
Yîgîter anî ziman ku piştî ragihandina OHAL’ê ya 20’ê Tîrmehê sepanên li pey xwe anî ji sepanên 12’ê Îlonê jî derbas kiriye û tiştên îro diqewimin tiştek wiha di 12’ê Îlonê de tune bûye. Yîgîter got dema vê yekê dikin jî ji qada navnetewî jî kes ji bo van kirinên Tirkiyê nebû asteng. 
 
‘JI SIYA XWE DITIRSIN’ 
 
Tellî diyar kir ku wan xwestiye Muzeya Şermê ya 12’emîn a li Îzmîrê wêneyên Mazlûm Dogan û şoreşgerên hatine darvekirin daliqînin lê hatine astengkirin û got: “Êdî wisa bûye ew ji siya xwe jî ditirsin. Nehiştin em wêneyê Mazlûm Dogan bixin Muzeyê. Ev yek nîşan dide ku hêj faşîzma 12’ê Îlonê di nava jiyana me kuçe û malên me de ye.” 
 
AKP DARBEYÊ MAYÎNDE KIR 
 
Qanûna bingehîn û saziyên 12’ê Îlonê hêj hebûna xwe diparêz in. Piştî rakirina OHAL’a 2016’an her çiqas di tîrmeha 2018’an de hat rakirin jî lê belê yasayên wê OHAL’ê di dewrê de ne û bûne mayînde. 
 
Yîgîter anî ziman ku Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de parçeyek darbeye ne û ji bo birêvebirina îqtîdarê pêdiviyê bi şer dibînin. Yîgîter da zanîn ku rakirina mekanîzmayên darbeye di çareserkirina pirsgirêka kurd de derbas dibe û pêdivî bi tevgerek ked, demokrasî û aştiya civakî ku bi hêz be heye. Yîgîter got heke AKP biçe wê pêdivî bêtir bi vê tevgerê hebe. 
 
Tellî jî herî dawî destnîşan kir ku îqtîdar û muxalefet heman zimanî bikar t îne û muxalefet difikire ku wê îqtîdar ji ber xwe ve biçe, ev yek rê li ber bêçalakîbûnê vedike û bêçalakîtî tiştek xerab e û divê gotinên muxalîf werin li pêşxistin. 
 
MA / Bêrîvan Altan - Emrûllah Acar
 

Sernavên din

15/09/2020
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
15:44 Xebatkarekê tenduristiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:34 '40 sal berê çi bû îro jî heman tişt pêk tê’
15:27 Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan
14:59 Destûr nehat dayîn tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya DYA’yê
14:36 Hewldana 78’an: Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin
14:30 Li gundê Girherrîn bûyer narawestin
14:10 ‘Heke ziman û nasnameya kurdî were nasîn, wê Tirkiye pir rengîn bibe’
13:55 Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn
13:28 Ji 2 kolberên derbasî Wanê bûn agahî nayê girtin
13:19 Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin: 12’ê Îlonê didome
13:17 Şaredariyê bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax kir
13:01 Çalakiya rûniştinê di roja 3'yemîn de ye: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
12:40 Birayê Bariş Çakan hat binçavkirin
12:36 Hat xwestin cezayê Tîtîk a nexweş were taloqkirin
12:35 HDK’ê bertek nîşanî girtinan da
12:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Kamîl Bîlgeç pirsîn
12:13 Îtîraza berdana tecawîzkar hat redkirin: Gilîdar nikare îtîraz bike
11:51 Li navçeya mirin lê zêde bûne biryara kinkirina selatan hat dayîn
11:04 HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê rihê 12'yê Îlonê dewam dike
10:51 Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize
10:27 Li erdê ku serokê AKP’yî desteser kiriye avahiya qaçax li ber qedandinê ye
09:52 Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe
09:40 Nameya ku HDP’ê ji Farisogûllari re şand hat desteserkirin
09:07 ‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e'
09:02 Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in
09:02 Bijîşk Tûran: Gava tenduristkar bi şewbê dikevin kêfxweş dibin
09:01 Qeyûm, Nûrbakiyê ku jinan bi 'fuhûşê' tawanbar kiribû anî ser serokatiya daîreyekê
09:00 Çalakiya karkeran didome: Em ji bo pêşeroja xwe li ber xwe didin
09:00 Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin
09:00 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Dengê wî bibihîsin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN