Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin

  • rojane
  • 17:28 12 Îlon 2020
  • |
img
ŞIRNEX- Çalakiya rûniştinê ya Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ku ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî hatî destpêkirin, îro bi tevlîbûn û piştgiriya parlementerên heremê bi dawî bû.
 
Çalakiya ku rûniştinê ya Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ku ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî hatî destpêkirin îro di roja 3'yemîn de bi piştgirî û tevlîbûna parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz, Nuran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên Sêrt, Êlîh, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Dayîkên Aşitiyê, TJA, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe û Paltforma KESK'ê bi dawî bû.
Çalakî di roja xwe ya 3'yemîn de bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû. Mprat Ozbey li ser navê Platforma Şaxa KESKê ya Şirnexê daxuyanî xwend.
 
Ozbey, bal kişand ser şewatên daristanan û got: "Mîna her sal, îsal jî Cûdî, Gabar û Besta şewitandin û ev şewat hê jî didomin. Tirkiye jî bi polîtîkayên nêçîrvaniyê jiyana ekolojîk hedef digire. Em tu carî qebûl nakin ku debar û debara gelê me ji rantxwiran re were pêşkêş kirin. Mîna ku bi salan ne bes bû ku gel çavkaniyên xwe yekpare bikin, ew niha hewl didin ku dîroka gelê herêmê tune bikin. Bi vê minasebetê, em wekîlên xwe û kesên ku bi rojanin li qadan li hemberî şewata daristanan disekinin pîroz dikin. Ev têkoşîn dê berdewam bike, heya ku em li dijî zîhniyeta talanker jiyana ekolojîk ava bikin."
 
'EM Ê BERTEKÊN XWE MEZIN BIKIN'
 
Piştî daxuyaniyê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî, anî ziman ku ev destpêkek e û wiha axivî: "Ji bo ku balê bikêşîn ser şewatan û rayedaran hişyar bikin, me çalakiya rûniştina ya 3 rojî li dar xist. Em di serî de ji bo piştevanî û tevlîbûna rêxistinên me yên Êlîh û Sêrtê, yên navend, navçe, Dayîkên Aşitiyê û hevalên jin re spasiyên xwe pêşkeş dikin. Em ê ji niha û pê ve jî li dijî van şewatan bêdeng nemînin û em ê hesasiyeta xwe bidomînin. Ev destpêkek e. Ji gelê me yê Şirnex û gelên Tirkiyeyê re banagawaziya me heye, çawa ku li rojavayê Tirkiyeyê dema ku şewat derdikeve em dengê xwe bilind dikin, em ji xwezaya Kurdistanê re jî vê hesasiyetê nîşan bidin. Berteka li dijî wêrankirina ekolojîk a ku pêk tê em xurt û bi hêz bikin."
 
'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'
 
Ozgûneş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hikûmeta AKP'ê meşrûiyeta xwe wenda kir. Bi ser navê qanûnê tiştek nehiştin. Çapemenî yekdest kir û hemû dezgehên dewletê veguherand dezgehên faşîzma AKP û MHP'ê. Ew bawer dike ku ew tenê bi siyaseta nakokiya hundurîn dikare li ser kar bimîne. Bi siyaseta xwe ya şer û pevçûnê, ji îro pê ve ketiye nav deynan. Bêkarî li welat sedî 30 zêde bûye. Komkujiyên jinan zêde bûne. Ji serdema komarê de heta niha tu caran ev qas zilm û zordarî nehatiye dîtin. Li Tirkiyeyê bêexlaqî, fuhuş, eroîn di şexsê AKP'ê de li her deverên welat belav bûye. Faşîzma AKP û MHP ji bo Tirkiyeyê veguheriye karesatekê. Em ê têkoşîna xwe ya parastina ekolojiyê, ya demokrasiyê, parastina mafên mirovan berdewam bikin. Em wekî HDP'ê dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê pêûngava xwe ya li dijî şer aşitî, û li dijî tecrîdê azadî mezin bikin. Ji bo ku ev hikûmeta faşîzan biçe em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên, "Cûdî dîrok e, xwedî li dîroka xwe derbikeve" bi dawî bû.
 
Her wiha wê sibê heyeta Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê were herêmê û li gundên ku şewat derketiye lêkolîn bike.

Sernavên din

16/09/2020
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin