Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê

  • rojane
  • 09:10 17 Îlon 2020
  • |
img
WAN – Canan Dûrmaz ku ji bo malbata xwe ya ku 5 kesan pêk tê, bi 70 TL’yî derket danûstandinê, li gel ku berê bi ereboka bazarê derdiket danûstaninê îro ji bo hilgirtina tiştên ku dê bikire pêwîstî bi erebokê nedît. Ev jî nîşan dide ku tişt çi qas biha bûna û êdî mirov kêm tiştan dikirin. 
 
Li Tirkiyeyê ku her diçe qrîza aborî kûrtir dibe, welatî li hemberî bihabûnê weke çareserî di nav helwdanên kêm kirîna tiştan de ne. Li welat zem daîmî tên kirin û her roja ku derbas dibe hejmara bêkaran zêdetir dibe. Tabloya ku hikûmet dixwaze baş nîşanî gel bide jî bawerî pê nemaye. 
 
Ji bo ku em ji nêz ve hêza kirînê ya welatiyan bişopînin, tevlî danûstanên bazarê yên malbata Dûrmaz a ku li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê ya Wanê niştecih e bûn. Mehane dahata malbata Dûrmaz ku ji 5 kesan pêk tê, derdora 2 hezar û 500 TL e. Yanî 150 TL ji sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî ya 2 hezar û 384 TL zêdetir û 5 hezar ji sînorê xîzaniyê yê 7 hezar û 765 TL kêm. Di ser de kesek jê asteng 3 zarokên malbata Dûrmaz diçine dibistanê.  
 
BI 70 TL’YÎ DERKET BAZARÊ
 
Canan Dûrmaz, li malê lîsteya pêwîstiyên malbatê yên hefteyekê amade kir û bi 70 TL’yî derket danûstana wan. Dûrmez, plan dike ku bi vî pereyi hem firîngî, îsot, pîvaz, kartol, kelem, dolmik, belîcan bikire hem jî hinek deynê xwe yê hefteya borî bide û heke bimîne bi perê mayî jî ji bo zarokan xwe fîkî bikire.
 
Li gel ku salên berê Dûrmaz, bi ereboka bazarê derketiye danûstaninê jî diyar dike ku ji ber tiştên  dikirin êdî dikarin bi destan jî hilbigirin pêwîstî bi erebokê nabîne. 
 
LI HEMÛ DEZGEHAN GERIYA
 
Dema em gihîstin bazarê Dûrmaz destpêkê li hemû dezgehan geriya û hewl da ku bihayên guncav bibîne. Ji her dezgehî bihayê tiştan dipirse û piştî ku em li hemû dezgehan geriyan dezgehên ku tişta ji wan bikire diyar kir. Niha dema danûstandinê ye…Destpêkê ber bi dezgehê zêrzewat ve çû. Kîlowa wî bi 2 TL’an 2 kîlo firîngî, kîloya wê bi 4 TL’an 2 kîlo îsotên hêşîn, kîloya wî bi 2.5 TL’an 2 kîlo belîcan, heba wî bi 5 TL’an kelemek, kîloya wan bi 5 TL’an 2 kîlo gizêr, kîloya wan bi 3 Tl’an 2 kîlo kartol û kîloya wan bi 2 TL’an kîloyek pîvaz kirî. 
Dûrmaz, van tiştan hemû bi 44 TL’an kirî û pêre 26 TL ma. Dema ku ji malê derket ji ber ku zarokên wê jê xwestibûn bi 10 TL’an jî pakêtek şekir ji bo wan kirî. Piştre em ber bi dezgehê kincan ê li dawiya bazarê ve çûn. Bi 16 TL’yê ku ji ber danûstandinê wê man jî beşek deynê xwe yê kincên ku hefteyek berê ji vî dezgehî kiribû da. Ji ber ku perê wê têr nekir Dûrmaz, fikî, şînkayî û pêwistiyên xwe yên din jî nekirî û vegeriya malê. 
 
NÎVÊ PÊWÎSTIYÊN XWE JÎ NEGIRT
 
Dûrmaz tiştên ku çend sal berê bi 70 TL’yî dikirî û tiştên ku îro karibû bikire da ber hev û ev tişt got: “Pêwistiyên malê em mehê careke dikirin lê  derveyî van tiştên li ber taştê em heftê carekê dikirin. Bi taybetî îsal her tişt biha ye. Kîloyeke çayê ku berê bi 30 TL’yî dihat kirîn, îro bi 90 TLyî tê firotin. 4 sal berê dema ku diçûm bazarê min bi 50 TL’yî pêwîstiyên hefteyekê dikirî. Ereboka bazarê têje dikir û vedigeriyam malê, lê niha ji bo hemû tiştên ku dikirim pêwistî bi erebokê nabînim. Çûm bazarê lê min nivî pêwistiyên xwe nekirî.”
 
‘KESÊN KU NIKARIN VAN JÎ BIKIRIN HENE’
 
Dûrmaz, herî dawî ev tişt got: “Dîsa rewşa min baş e, hin kesên ku rewşa wan a nikarin van tiştan bikirin jî hene. Li gorî min wê qrîz gelek mezin bibe û bê rewşeke wisa ku dê kes nikaribe zêrzewat bikire.” 
 
MA/ Dîndar Karataş
 
 

Sernavên din

18/09/2020
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin