Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê

  • rojane
  • 09:40 18 Îlon 2020
  • |
img

STENBOL – Gelek kesên navdar û parazvanên mafên mirovan piştgirî dan Deklerasyona HDP'ê ya Banga Aştiyê û xwestin ji bo Tirkiye nefesê bistîne her kes li vê bangê xwedî derkevin. 

 
Di pêvajoya ku tecrîda li Îmraliyê giran dibe, zextên li ser girtiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd zêde dibe, qeyrana aborî kûr dibe de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi deklerasyonekekê Banga Aştiyê kir. HDP'ê ku di 1'ê Hezîranê de Belgeya Helwesta Demokratîk aşkere kir û meşiya Enqereyê û piştre meşên demokrasiyê li dar xist, di 1'ê Îlonê de zincîrê mirovahiyê ava kiribûn û di 1'ê Îlonê de ‘Deklerasyona Banga Aştiyê" aşkere kir. 
 
'DIVÊ BI HEVRE XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
 
Gelek parazvanên mafên mirovan, aborînas û siyasetmedaran piştgirî dan banga HDP'ê û xwest her kes li vê bangê xwedî derkevin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî anî ziman ku herî zêde di dema OHAL,  rewşa awarte û darbeyan de mafên mirovan tên binpêkirin û got: "Di pêvajoyên çareseriyê de jî ji ber zimanê aştiyê pêş dikeve, binpêkirina mafên mirovan kêm dibe. Piştî pêvajoya çareseriyê hat xelaskirin her tişt ser û bin kirin. Di rapora Tîrmeha 2019’an a binpêkirina mafan de her tişt pir zelal û aşkere nîşan dide ku binpêkirina mafan pir zêde bûye. Mafê azadiya raman û îfadeyê ku di pêvajoya aştî û çareseriyê de rewa û asayî bû, ev maf di pêvajoya OHAL û piştî darbeyê de wekî xebatên terorê hatin pênasekirin. "Pêvajoya azadiya raman û îfadeyê berovajî bû. Rêxistinên fermî wekî 'Rêxistinên terorê' hatin pênasekirin. Bi mehan kolan hatin qedexekirin. Mirov li kolanan hatin qetilkirin û îşkence li wan hat kirin. Dewletê pêvajoya heviya aştiyê ku bi Kurdan dest pê kir ser û bin kir." 
 
Yolerî anî ziman ku banga HDP’ê pir bi qîmet e û xwest her kes li vê bangê xwedî derkevin. Pirsgirêka Kurd, tundiya li ser jinan, tecrîd, îşkence, betalî û bê etaledî bi tena serê xwe çareser nabe. Divê hemû rêxistinên civakî bi tevahî li hemû meseleyan binerin û bi hevre çareser bikin. Divê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre têbikoşin û zorê li îqtîdarê bikin. 
 
MUFTUOGLU: POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ ABORÎ FELÇ KIR
 
Aborînas Ozgur Muftuoglu jî anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê polîtîkayên ewlehiyê aboriya Tirkiye felç kir û wiha got: "Piştî pêvajoya çareseriyê zêde pere li parastin û ewlehiyê xerç kirin. Bi vê yekê re betalî zêde bû. Êdî sermayeya biyanî destê xwe ji Tirkiyeyê kişand. Enflasyon rabû. Aborî felç bû. Vê yekê bandor li ser hemû welatiyan kir. Tespîtên ku HDP’ê di 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' de kiriye yek bi yek rast e. Aştî ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Aştî pirsgirêka hemû kesan e. Divê ji xeynî HDP'ê partiyên din ên muxalif jî politikayên aştiyê pêş bixin. Divê daxwaza aştiyê bibe daxwaza civakî. " 
 
KENTEL: TRAVMAYA BÊ DAWΠ
 
Prof. Dr. Ferhat Kentel jî anî ziman ku li Tirkiyeyê şer êdî bûye halê travmaya bê dawî û wiha got: "Polîtîkayên ewlehiyê bandorê li ser civakê dike. Ne tenê kesên çek di destê wan de şer dikin bandor dibin. Kesên çek di destê wan de tune jî bi bandor dibin. Ji bo mirovan bi hêsanî bi rêve bibin, tirsê ava dikin. Şolî dikin û tev li hev dikin. Pîroziyên nû ava dikin. Ji demokrasiyê dûr dikevin. Li ser hemaset û olê sekuler bêtir dikarin xwe xwedî bikin. Hêzên totaliter bi hêsanî dikarin li ser civakên ku ketine bandora olê sekuller û qeyrana aborî xwe bi rêve bibin." Kentel, anî ziman ku banga HDP'ê bi wate û girîng e û xwest HDP bêtir nîşan bide ku aştî ji şer pîroztir e." 
 
EKMEZ: MAFÊ JIYANÊ PÎROZ E 
 
Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Murat Ekmez jî anî ziman ku wekî rêxistinên pîşeyî li dijî şer in u wiha got: "Me berê jî gotibû şer pirsgirêka tenduristiya civakê ye. Mixabin îxtîdar dem bi dem ji bo îxtîdara xwe bidomîne polîtîkayên şer pêş dixe. Divê di mijara aştiyê de mirov betir wêrek be. Jiyana mirovan bêtir pîroz e. Divê mirov bêtir aştiyê bîne ziman û belav bike. Divê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bo aştiyê bêtir berpirsiyariyê bidin ser xwe û bi hevre xwe bi rêxistin bikin." 
 
AKSU: DAXWAZA AŞTIYÊ DIVÊ NE TENÊ DAXWAZA KURDAN BE
 
Aktîvîstê Ekolojiyê Cemil Aksu jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer û ewlehiyê xweza talan û wêran dibe. Aksû xwest hemû tevgerên ekolojiyê aştiyê bixwazin û wiha got: "Şer dengê guleyê ye. Aştî dengê çûk e. Daxwaza aştiyê divê ne tenê daxwaza Kurdan be. Divê daxwaza hemû rêxistinên civakî û partiyên siyasî be. Divê hemû kesên demokrasî, edalet, aştî û mafê kedê dixwaze li aştiyê xwedî derkevin û ji bo aştiyê bi hevre têbikoşin. Divê ekolojist û hemû rêxistinên demokrasiyê jî ji bo civak bêhnê bistînin divê guh bidin vê bangê." 
 
MA / Naci Kaya 
 

Sernavên din

18/09/2020
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin