Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e

img
STENBOL – Welatiyên ku diyar kir ku qrîza aboriyê ya li welat encama polîtîkayên şer ên ku li welat û derveyî welat tên meşandin û bang vegera li pêvajoya çareseriyê kirin. 
 
Li Tirkiyeyê, her roja ku diçe ji ber polîtîkayên şer ku li welat û derveyî welat tên meşandin, qrîza aborî mezintir û kûrtir dibe. Ev jî dibe sedem ku bihayên xurek zêde bibin û heqdesta kirêyan derkevin 2 qatan. Qrîza aborî xwe di zemên ku li av, ceyran û veguhastinê tên kirin de baş xwe dide der. 
 
CIVAK PERÎŞAN BÛYE 
 
Welatiyên ku me li Stenbolê mîqrefonê dirêjî wan kir, diyar kirin ku sedema bingehîn a qrîza aborî pêvajoya şer ku demeke dirêj e tê meşandine.  Welatiyê bi navê Alî Yavûz, diyar kir ku li Tirkiyeyê qrîzeke pir mezin tê jiyîn û wiha got: “Bi karkeran re êdî karsaz jî nikarin debara xwe bikin. Tevahiya civakê perîşan bûye. Em zêrzewat û fikiyê herî erzan dixwin. Mesî û goşt jixwe qedexe ye.”
 
BINGEHA QRÎZÊ ŞER E
 
Yavuz, destnîşan kir ku sedema bingehîn a qrîzê polîtîkayên şer ên ku li welat û derveyî welat tên meşandine û ev tişt anî ziman: “Dema pêvajoya çareseriyê rewşa aboriyê baş bû. Rewşa aboriyê li gorî hewaya siyasetê diyar dibe. Weke pirsgirêkên din di bingeha qrîza aboriyê de jî Pirsgirêka Kurd û şerê kirêt heye.  Ji bo qedandin kurdan her roj top û tankan dikirî. Pereyê ku li şer tê xerckirin heke li sererastkirina aboriyê bê xerckirin dê tu pirsgirêk nemîne.”
 
 2 KÎLO BELÎCAN NAYÊ KIRÎN 
 
Welatiya bi navê Emîne Kavci jî bal kişand ser zemên ku tên kirin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ne kar heye ne hêz. Mirov nikarin debara xwe bikin. Tu nikarî 2 kîlo belîcan jî bikirî. Gundê me şewitandin em hatin di van deran de derketin. Ji ber ku em kurd bûn malên me şewitandin. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin em ê wiha xîzan bin. Hê jî dewlet tê binçav dike û dikuje. Kes jî nabêje ev zilm û neheqî ye. Em aştiyê dixwazin.”
 
ISRARA ŞER 
 
Hazan Bozan, got ku qrîza encama şer e û ev tişt anîn ziman: “Çiqas em dibêjin aştî û demokrasî ew ewqas dibêjin şer. Ew xwişk û biratî, aştî û wekheviyê naxwazin. Heke aştî pê were wê aborî baş bibe. Em di rêya rast, xwişk û biratî û wekheviyê de ne. Banga min li gelê tirk; bila ev pirsgirêk îro bê çareserkirin ji sibê re nemîne. Heke çareser bibe, wê pirsgirêkên aborî û pirsgirêkên din jî çareser bibin. Heke bê çareserkirin wê azadî û wekhevî çêbibe. Her tişt wê baş bibe.”
 
‘EM NIHA ÇARESER BIKIN’
 
Welatiyê bi navê Hecî Huseyîn Çetîn, bi lêv kir ku qrîza xwe li her qada jiyanê dide der û wiha got: “Bêkarî dibe sedema kûrbûna qrîzê. Hatim wê rewşê nikarim dermanê xwe yê ku divê her me bigirim bikirim. Sedema bingehîn a qrîzê xerckirinên leşkerî ne. Her roj ji bo bidawîbûna şer diayan dikim. Bila biqede da ku ev xizanî jî biqede û herkes kêfxweş bibe. Ne zarokên wan zarokên xîzanan dimirin. Di pêvajoya aştiyê de kes nemir. Divê ku tirk jî li kûçeyê îttîrazî vê rewşê bikin. Divê bibêjin bila zarokên me nemirin qrîza aborî çênebe. Ne saet şûnde divê niha çareser bibe.”
 
‘EM Ê LI SER SINDOQÊ BÊN DIYARÎ HEV’
 
Allatîn Ûgûrlû jî da zanîn ku êdî li malan xwarin çênabe û derbarê rewşa aboriya Tirkiyeyê ev tişt anîn ziman: “Zeman serê xwe girtiye û diçin. Me perîşan bûn. Li aliyê din mûçeyan kêm kirin. Sîxorta tuneye. Serokkomar nabîne? Em digirin 2 hezar TL mûçe, em ê bi vî kire bidin, heqê av û gaza sirûştî razînin? Em ê qet tiştekî nexwin? Pêlava min qetiyaye ez bi vî awayî pê digerim. Çima? Ew vê rewşê nabînin? Me perîşan in. Em diziyê bikin? Em ê li ser sindoqê bên diyarî hev.”
 
MA / Mehmet Aslan - Nacî Kaya
 

Sernavên din

22/09/2020
12:43 Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye
11:58 70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin
11:49 Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin
11:43 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
11:20 Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir
11:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
10:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:55 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serlêdan kir
10:51 HDP, bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev
10:45 12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin
10:38 Li Sêrt û Êlihê lidarxistina çalakiyan hat qedexekirin
10:01 Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo 81 bajaran 162 pêşniyazname dan wezîran
10:00 Di bêçareseriya Heftenînê de ‘tampona’ nû
09:12 Parkên li Artûklûyê wêran bûne
09:11 Mirina gumanbar a eskerê kurd: Nîşeya ku ji dêvla wî nivîsandine ji bo lêkolînkirinê şandine
09:10 Projeya 'başkirinê' ya qeyûm rûxiya
09:07 Dozgeriyê ji bo îşkenceya bi darê beyzbolê got 'îdiayeke nedîtbar' û biryara 'neşopandinê' da
09:07 Qedexeya 'du standardî' hezar û 402 roj in didome
09:05 Ciwanan bi derfetên xwe li gund pirtûkxaneyek ava kirin
09:04 Li qûntarên Çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye
09:04 Rojnamevan Babekir: Êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 202'AN
08:17 Osman Şîban bi darê zorê rakirin nexweşxaneya leşkerî
21/09/2020
20:24 Li Tirkiyeyê 68 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:25 6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan
16:10 Çelîkten a 13 roj bûn winda ye kuştî hat dîtin
16:05 Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir
15:20 TJA'yê li Mêrsînê kampanya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin
15:17 Şewata li Çiyayê Gabarê didome
15:12 Siyasetmedarê 65 salî bi hêceta “pergala cemaweriyê’ nehat berdan
14:58 ‘Nebûna êşkenceyê’ derket asta welatî ji helîkoptêrê werin avêtin
14:57 HDP: Em hişyar dikin, hûn ê di bin îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê de bimînin
14:47 HDK: Nexşeya derketina qeyranê rakirina tecrîdê ye
14:33 Parlamenter Temel avêtina gundiyan a ji helîkopterê bir rojeva meclisê
14:24 Navê Ebû Zeynep ê fermana Komkujiya Enqereyê daye di îdianameyê de nîne
13:56 Cendirmeyan bi ser gund girt, gundiyan li hemberî ‘tacîzê’ serî rakir: 21 cerdevanan istifa kir
13:25 Endamê MYK’a HDP’ê Aktûmûr ku hatibû revandin serî li ÎHD’ê da
13:10 Dadgehê kesên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan
12:49 Tîma kurd Dalkurd hat sansûrkirin
12:40 Ji ber ku bi 2 rojan hat sînor kirin gel herikî bazara sewalan
12:16 10 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Karataş hat birîn
11:34 Ji DÎB’ê li dijî êrişên nîjadperest banga têkoşîna yekbend
11:09 Li Amedê zilamek hevjîna xwe ya berê kêr kir
11:02 Piştguhkirina daxwaznameyên berdanê bû sedema mirina wî
10:53 Rojnamevan Azîz Orûç nehat berdan
10:12 Di 18 salî de bi 18 guleyan kuştin
10:02 Ji ber bêhna giran 15 karker ji hişê xwe çûn
09:02 Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn
09:01 Guzel: Pêwîst e jin li dijî qirkirina zayendî xwe bi rêxistin bikin
09:01 ‘Çalakiya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ye’
09:01 ‘Gotinek Ocalan wê aştiyê bîne’
09:00 Rêbaza salên 90’î li Şaxê derket holê: Her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN
20/09/2020
22:01 Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin
19:50 Xelatên Rojnamevaniyê ya Apê Mûsa dan xwediyên wan
19:12 61 kesên din jî ji ber koronayê mirin
18:53 Mezlûm Ebdî têkildarî yekrêziya kurdî daxuyanî da
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Şiban ê îşkence lê hatibû kirin, ji nexweşxanê hat derxistin
17:03 TJA: Em bi bîrdoziya azadiya jinê dikevin rê
16:43 Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 kes birîndar bûn
16:10 Danişîna rojnameger Orûç sibe tê dîtin
15:31 Dayika Şemiyê Guzel Şahîn hat bibîranîn
15:01 ‘Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin’
14:24 Berhema Apê Mûsa bû stran
14:21 Cenazeyê yek ji du birayên winda bibûn, hat dîtin
13:53 Li Mêrdînê daxuyaniya ‘Em xwe diparêzin’
13:40 Apê Mûsa li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn: Pênûsa wî li erdê nema
12:45 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
12:13 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:59 HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî: Çinarê kevneşopiyekê ye
11:01 El Mihbaş: Rapor têrê nake, divê hesap bê pirsîn
10:42 Salek e derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin
10:41 Doza 10’ê Cotmehê: Hiqûq her tim bikêrî DAIŞ’ê hat
10:40 Derbarê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:35 Rêxistinên rojnamegeran: MA'yê berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê
09:34 Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e
09:33 Ajansên nûçeyan ên gelê kurd
09:05 Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz
09:04 Ên dibin dengê aştiyê
09:03 Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî
09:03 Silav li yên ku bi kurdî difîkînin
09:03 Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene!
09:02 Qeyûm rêyên Geverê beton dike!
09:01 ‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye’
09:01 Em cardin li vê derê ne, em ê tim li vê derê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN
19/09/2020
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand
15:43 Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
15:23 ‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin'
15:22 Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin
14:57 Li Amedê di 4 rojan de 62 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn
14:41 'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin'
14:40 Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?
14:06 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî
14:03 Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin
13:47 Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn
13:03 HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin
13:02 Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin
12:15 Xizmên windayan aqûbeta Hakki Kaya pirsî