Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e

  • rojane
  • 09:34 20 Îlon 2020
  • |
img

STENBOL – Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku tê xwestin ser dosyeya Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin were girtin û got: “Paş de vegeriyan serdema Torosên Spî.” Birayê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî got: “Dewleta vê êşê bi me da kişandin niha jî qatilan diparêz e.” 

 
Yek ji kesên di binçavan de hatin windakirin Cemîl Kirbayir e. Kirbayir piştî darbeya 12’ê Îlonê 19980’yî li gundê Okçu yê girêdayî Erdexanê tê binçavkirin û pişt re didin windakirin. Dayika wî Bervo Kirbayir deriyek nema lê neda lê dîsa jî encam wernegirt. Dayika Befo yek ji remza Dayikên Şemiyê ye û ew bêyî lawê xwe bibîne koça dawî kir. Her çiqas dayika Berfo bi Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û Erdogan soza aqûbeta da jî lê ev pêk nehat. Tevî serlêdanên malbatê hemû jî heta niha ne hestiyên Kirbayir û ne jî kujer hatin dîtin û her wiha li gel ewqas serlêdanên fermî û belge û rapor hatin amadekirin û radestî dadgehan hatin kirin jî bi qasî serê derziyê pêşketin çê nebû. Dosyeya Kirbayir li Dadgeha Bilin dli ber lêkolînê ye, lê hêj encam jê derneketiye. 
 
JI ÎMZEKIRINA PEYMANÊ DIREVE 
 
Parêzera malbata Kirbayir, Eren Keskîn diyar kir ku dewlet di hemû bûyêrn di binçavan de windakirin heman helwestê nîşan dide û got: “Tirkiye peymana li dijî windakirinê ya Neteweyên Yekbûyî îmze nekiriye. Çimkî ev ax bi gora hestiyên winda tije ye. Kêliya ev peyman were îmzekirin wê sûc hemû werin lêkolînkirin. Lê Tirkiye ji bo peymanê îmze neke paş de direve.”
 
DEWLETA BERÊ PAŞ DE ZIVIRΠ
 
Keskîn da zanîn ku dewlet paş de vegeriyaye ser aqlê xwe yê kodên parastinê û got: “Yên digotin demek digotin ‘serdema Torosên Spî qediyaye’ niha ew bi xwe vegeriyane serdema Torosên Spî. Ji sazûmankirina dewletê heta îro gelek însan hatin windakirin. Ev polîtîkayek dewletê ye. Yên wê vê polîtîkaya dewletê biguherînin tu demê nebû îqtîdar. Însanan egle kirin. Belê komîsyona Meclîsê ket nava liv û tevgerê, raporek amade kir lê belê îro dixwazin doza Cemîl Kirbayir bixînin. Loma ez her tim dibêjim di nava dewletê de rêxistina îtîhatkar diyarker e. Îqtîdar biguherin jî ev naguhere. Çimkî muxalefetek hêzdar dê li dijî vê derkeve nîne.” 
 
DÊ DEST JI DOZÊ BERNEDIN 
 
Keskîn bi bîr xist ku dosye niha li Dadgeha Bilind e û heke dosyeyê bi dembihûrandinê re rûbirû bihêlin mafê wan ê yê îtîraz bikin heye û her wiha ew mafê wan heye ku dikarin dosyeyê veguhezînin Dadgeha Qanûna Bilind a Tirkiyê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa. Keskîn got wan ji ber darizandina tije ku mafê darizandinê bipê kiriye beriya niha bi demek kin serî li Dadgeha Qanûna Bilind dane. 
 
Keskîn anî ziman ku doza Kirbayir dozek di raya giştî de tê zanînê ye û heke hiqûq û daraz bi nasnameya xwe hiqûqzaniyê tevbigerin ne daxwaza îradeya siyasî divê li gorî hiqûqê divê dozê birêve bibin. 
 
40 SAL IN EV DIOZ DIDOME Û GOR LI BENDA HESTIYAN E 
 
Birayê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî bertek nîşanî hewldana girtina dosyeyê da û got: “40 sal in têkoşîna hiqûqê birêve dibin. Niha jî dixwazin ser têkoşîna me ya hiqûqî bigirin. Her tim me got Cemîl bêxwedî nîne, em niha jî dibêjin. Hêzên dewletê vê êşê bi me dan kişandin. Niha jî ew dewlet qatilan diparêz e. Dixwazin me bêgor bihêlin. Em ê vê qebûl nekin. Hewldana girtina dosyeyê dewama zîhniyeta 12’ê Îlonê ye. Li şûna ku qatil û bepirsiyarên wê demê bigirin lê radibin wan diparêzin. Bi tu awayî nayê ravekirin. Belkî ev dosye di qesra edaletê de were girtin lê wê di qesra hêja cemaweriyê de neyê girtin. Dayika min Berfo 33 sal deriyê xwe vekirî hişt û li benda Cemîl bû. Ji me re got ‘heta hûn hestiyên Cemîl nebînin min veneşêrin.’ Ji ber vê wesyeta wê me gora Cemîl li kêla wê koland. Ew gor hêj vekirî sekinî ye. Dayika Berfo hêj li benda ewladê xwe ye. Ev ne zilm be lê çi ye.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat - Nacî Kaya
 

Sernavên din

25/09/2020
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin
16:30 Ciwanên ji protestoya Bendava Ilisûyê tên darizandin negirtin danişînê
16:30 Li Dîlokê 11 rojin agahî ji 2 keçên Sûriyeyî nayê girtin
16:09 Li Dersimê 13 de cih û war kirin karantînayê
15:57 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat berdan
15:53 TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin
15:29 Bijîjkên Nexweşxaneya Leşkerî: Rewşa Şiban a gotin dayînê tuneye
14:26 Kiliçdaroglû çû serdana TTB’ê: Ji ber rastiyê bûne hedef
14:11 ‘Desthilatdariyê guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye’
13:53 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Vê êşkenceyê JÎTEM’a we ya nû pêk anî gelo?
13:43 Kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê
13:21 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Polîsan daxuyanî asteng kirin
13:21 ÎHD: Di 10 salan de 280 êrişên nijadperest pêk hatin
12:55 HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir
12:52 Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de biryara dewama girtinê hat dayîn
12:43 Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye
11:58 70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin
11:49 Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin
11:43 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
11:20 Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir
11:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin