Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike

  • rojane
  • 12:13 26 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Rêveberiya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir PYNK'yê amade ye beriya hilbijartinan kursiyên xwe bi Rêveberiya Xweser û ENKS'ê re parve bike û piştrast kir ku têkiliyên wan bi tevahiya aliyên ku mudexeleya Sûriyê dikin re hene. 

 
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê dawiyê de gelek pêşketinên girîng rû didin. Jê, civîna ku di navbera ENKS û PYNK`ê de di çarçoveya pêkanîna yekitiya neteweyî de çêbûye. Her wiha serdana nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji herêmê re. Bicihkirina pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li sînorên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.
 
Ji bo nirxandina van geşedanan û naskirina rastiya bûyerên ku rû didin, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hevpeyvînek bi endamê Desteya Rêveberiya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl re çêkir.
 
TÊKILIYÊN PYNK Û ENKS'Ê 
 
Aldar Xelîl têkildarî hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS'ê de wiha şîrove dike: "Di navbera PYNK û ENKS`ê de civînên li ser bingeha lihevkirina siyasî çêbûn. Di wê demê de nîqaş di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ENKS`ê de çêdibûn. Lê piştî ku nêrîna siyasî bû yek, tevahiya partiyên PYNK`ê tev lê bûn, PYD`ê nûnertiya PYNK`ê ya ku ji 24 partiyan pêk tê kir û bi vî şiklî pêvajoya duyemîn a hevdîtinan berdewam kir.
 
Di pêvajoya duyem de sê mijarên girîng lêveger, rêveberî û parastinê hebûn. Girêdayî lêvegerê em dikarin bêjin ku ev mijar temam bûye û tu astengiyên cidî tê de nemaye. Karê wê ew e ku bibe lêvegera bilind a Kurd û dê nûnertiya Kurdan bike. Her wiha dê nûnertiya raya Kurdan di rêveberiyê de bike bi taybet Kurdên li Rojava.
 
Ji aliyê nûnertiyê ve, me xwest ku hemû cihê xwe di vê lêvegerê de bigirin. Li ser vî esasî li hev kirin û bi rêjeya ji sedî 40 ji endamên lêvegerê ji PYNK`ê ne û bi rêjeya ji sedî 40 ji ENKS`ê ne. Rêjeya mayî yanî ji sedî 20 dê nûnertiya partiyên derveyî PYNK û ENKS`ê bike. Lê ji bo rêjeya ji sedî 20 gelek nîqaşên girêdayî rêbazên hilbijartina wê hatin kirin. Di dawiyê de hate lihevkirinê ku ENKS`ê bi rêjeya ji sedî 10 navan pêşkêş bike û PYNK`ê jî bi rêjeya ji sedî 10 navan pêşkêş bike. Bi vî awayî dê rêjeya lêvegerê ji sedî sed be.
 
Hejmara endamên lêvegerê 40 kes dê bi vî awayî werin belavkirin: 16 kes ji PYNK û 16 ji ENKS û 8 kesên din, 4 kes PYNK`ê diyar dike û 4 din jî ENKS`ê diyar dike
 
Piştre em derbasî mijara rêveberiyê bûn. Di vir de dixwazim îşaret pê bikim ku ENKS`ê di dirêjahiya salên borî de li derveyî herêmê bû. Niha jî dê tev li rêveberiya ji gelek salan ve ava bûye be. Ji ber wê mijara rêbaza tevlêbûnê bi awayekî dirêj hate nîqaşkirin. Me dît ku divê destpêkê hilbijartin li dar bikevin û li gorî encamên wê dê ENKS rêbaza tevlêbûna xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan bide. Lê rêveberên ENKS`ê diyar kirin ku hilbijartin dê li ser wan dijwar be û ew heta niha ne amade ne. Ji ber wê hewl dide beriya hilbijartinan tev li rêveberiyê bibe.
 
Divê dema pêkanîna hilbijartinan bê diyarkirin. Heta wê demê mînak heke piştî 9 mehan be yan jî salekê be, ku nîqaş li ser vê tê kirin, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û çawa karê wê dê nûnerên ENKS`ê cihê xwe di hin saziyên rêveberiyê de piştî lihevkirina bi rêveberiyê re, bigirin. Ev cih dê di nava kursiyên kurdan de be. Ruxmî ku yên ku tev li rêveberiyê bûn piştî hilbijartinan tev lê bûn. Lê dîsa ji bo dabînkirina serkeftina vê lihekvirinê û berdewamiya wê em ê alîkariyê ji rêveberiyê bixwazin. Her wiha PYNK`ê diyar kir ku ew amade ye hejmarek ji cihên xwe yên diyar bidin ENKS`ê. Lê dîsa jî dibêjim tu lihevkirinek girêdayî vî warî heta niha tune ye. Nîqaş û civîn girêdayî vê mijarê hîna berdewam in.
 
Heke ev gav bi ser bikeve, ji bo diyarkirina endamên wan di Meclisa Rêveber, Meclisa Edaletê û Meclisa Rêveberiyê de bi rêbazeke guncew li gorî qanûnan, dê rêyek ji bo tevlêkirina wan were nîqaşkirin." 
 
NAOKIYÊN DI NAVBERA ALIYAN DE 
 
Aldar Xelîl li ser nakokiyên di navbera aliyan û daxwazên ENKS'ê rawestiya û wiha got: "Gelek mijarên siyasî hene ku li ser hatine lihevkirin û divê ew qebûl bikin; rêveberî ne tenê ya Kurdan e. Tê de Kurd, Ereb, Suryan û Turkman hene. Ev rêveberî destkeftiyên mezin bi dest xistin. Rêveberî bi xwe destkeftiyek gelên herêmê ye. Mijarên wekî hevserokatî, azadiyê jinê, biratiya gelan û jiyana hevpar hîna nîqaş li ser tê kirin. Em ê bi hev re kar bikin da ku vê rêveberiyê pêş bixin. Heke pêşniyarên wan girêdayî rêveberiyê hebin em dikarin nîqaş bikin. Pêvajoya nîqaşkirina rêveberiyê hîna bi dawî nebûye û bi temamî li ser nehatiye lihevkirin.
 
Pêvajoya sêyem a mijara ewlehî û leşkerî ye. Ev mijar li ser nîqaş nehatiye kirin. Heke em bigihêjin vê pêvajoyê divê gelek mijar werin nîqaşkirin. Ne pêkan e ku du hêzên leşkerî li herêmê hebe ji bo ku kêmasî çênebin." 
 
TÊKILIYÊN ENKS Û TIRKIYÊ 
 
Xelîl bal kişand ser têkiliyên ENKS'ê û Tirkiyê û got: "Belê têkilî di navbera ENKS û Tirkiyê de hene. ENKS'ê hîna endamek di îtîlafa Sûriyê de ye. Ji ber wê bawer nakim ku niha helwestekê li beramberî wê bide, di demekê de ku diyalog di navbera aliyên Kurdî de didome.
 
ENKS hewl dide ji mijarên girêdayî îtîlafa Sûriyê û Tirkiyê dûr bikeve. Em jî ji aliyê xwe ve hewl didin ku di peydakirina mekanîzme û rêbazên pêşxistina diyalogan û derbaskirina pirsgirêkên ku li pêşiya me derdikevin de, aliyekî bin. Hin mijarên hestiyar hene me ji aliyên ENKS'ê re hiştine da ku di pêşerojê de di nav xwe de çareser bike." 
 
TÊKILIYA CIVÎNÊN YEKÎTIYÊ Û BICIHKIRINA PÊŞMERGEYAN A LI SER SÎNOR
 
Xelîl bal kişand ser di serdemek ku civînên yekîtiya kurdî pêk tên û li aliyê din belavkirina hêzên PDK'ê ji aliyê sînorê Sêmalka ve û wiha got: "Di demekê de ku em dixebitin da ku rêbazên yekitiya rêza kurdî peyda bikin, dewleta Tirk êrişî hêzên şoreşger ên li çiyayên Kurdistanê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê dike. Heman demê dagirkerî êrişî gundên Başûrê Kurdistanê dike, gihaşt wê astê ku  êdî şêniyên başûr nikarin di nava zeviyên xwe de kar bikin û sûdê jê bigirin. Li ser sînorê Başûr- Rojava tevgera pêşmergeyan heye. Lê rastî em nizanin sedem çi ye. Ev mijar hemû di demekê de ku hewl dide yekitiya rêza kurdî pêk bînin, çêdibin. Wekî me got, bi rastî hêviyên me ji vê cûda bûn, ji destpêka diyalogan de me hêvî dikir ku ev pirsgirêk hemû bi Başûrê Kurdistanê re derbas bibana, lê berovajî wê derket. Em teqez dikin ku tişta ku diqewime nakokiyan ji bo me çêdike." 
 
SERDANA JEFFREY JI BO HERÊMÊ 
 
Xelîl serdana Nûnerê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey jî nirxand û wiha got: "Serdana Jeffrey sembolîk bû, ya ku hate nîqaşkirin di heman çarçovê de bû ku Amerîkayê tenê di medyayê de behs dike, nîqaş di vê çarçoveyê de bûn û nîqaşên girîng tune bûn.
 
Wekî ku em dizanin, ew bi zelalî naaxivin. Jeffrey di civînê de piştgiriya xwe ji bo diyalogên ku di navbera aliyan de pêk tên piştrast kir. Lê derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmê de bersivên dîplomatîk bûn. Wekî ku me got serdan sembolîk bû. Em dikarin bêjin ku serdana Jeffrey peyamek ji Rûsan, an Tirkan, an rejîmê re ye. An jî peyamek ji me re ye, an jî peyamên siyasî yên Wezareta Derve ya Amerîkayê ne. Lê têkildarî koordîneya di navbera Koalîsyona dijî DAIŞ'Ê û mijarên din de ew didome. Em dikarin bêjin ku serdana Jeffrey peyameke ji bo domandina vê piştgiriyê bû.
 
Careke din em piştrast dikin ku serdana Jeffrey ji bo piştgiriya diyalogên di navbera aliyên Kurdî de ye. Lê di derbarê seredana xwe de tu xalên din zelal nekir."
 
'JEFFREY NEGOT EW NAHÊLIN TIRKIYE ÊRIŞÎ HERÊMÊ BIKIN' 
 
Xelîla di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî serdana Jeffrey wiha got: "Jeffrey negot ku ew nahêlin ku Tirk êrişî herêmê bikin. Lê belê got ku Amerîka wisa digot. Wek hûn dizanin dema Tirkiyê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir lihevkirinek li ser agirbestê çêbû. Amerîka her dem dibêje ku wê bi Tirkiyê re li ser agirbestê li hev kir û ev nabe ev lihevkirin were binpêkirin. Ji ber vê yekê em nikarin hêviya xwe bi wan daxuyaniyan ve girêdin. Erê, ev daxuyanî dikarin bêne nirxandin, lê hemî hêvî li ser wan nabin.
 
Ya girîng di vê merhaleyê de ev e ku em ji her tiştê ku diqewime an dê di rojên pêş de biqewime amade ne û li ser vê bingehê divê mirovên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hay ji xwe hebin, ji ber ku em dizanin ku Erdogan dîsa hewl dide êriş bike û herêmê dagir bike. Divê em baş zanibin ku Erdogan cîranê me ye û em nikarin ji bo her daxuyaniyê pişta xwe bidinê."
 
DERBARÊ ŞANDEYA ENKS'Ê 
 
Xelîl derbarê çûna şandeyek ENKS'ê ku dê biçe Moskovayê an jî Stenbolê got: "Derbarê mijara seredana şandeya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Moskovê an Stenbolê de, di destê me de agahdariyek rast tune, me ji medyayê jî bihîstibû. Bi rastî wan di vî warî de ji me re tiştek agahdar nekiriye.
 
Qebûl e ku civîn û hevdîtinên ENKS li derve hebin. Lê em hêvî dikin ku ev civîn û hevdîtin li ser hesabê destkeftiyên gelê Kurd be. Her wiha em hêvî nakin ku diyalogên aliyên Kurdî bikevin bazaran. Em bawer nakin ku helwesta Tirkiyê li hemberî gelê Kurd erênî be." 
 
TÊKILIYÊN RÊVEBERIYA XWESER Û ŞAMÊ
 
Xelîl bal kişand ser têkiliyê wan ên bi hikumeta Şamê û aliyê mudaxileyî Sûriyê dikin û wiha got: "Her kes dizane ku em xeta sêyemîn temsîl dikin, di vê xetê de de projeya me diyar e. Bi rastî tiştê ku diqewime şerekî cîhanî yê sêyemîn e ku hemû alî beşdar bûne, ji ber vê yekê têkiliya me bi hemî aliyan re heye, em hewl didin ku çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibînin digel hemî aliyên destwerdanê li Sûriyê, ji van partî û aliyan. Şam û yên piştgirî didin wê Rûs in û li erdê jî hêzên wê hene, di heman demê de bandora wê li ser asta cîhanî jî heye.
 
Diyalogên me bi Koalîsyona Navneteweyî re hene, ku ji 78 welatan pêk tê. Bi Rûsyayê re jî diyalogên me hene. Di rojên borî de, Meclisa Sûriya Demokrat serdana Rûsya kir û digel wezîrê derve yê Rûsî civiya. Her wiha aliyekî muxalif nêzîkê Rûsya peymanek bi MSD'ê re îmze kir. Ev peyman ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane helwesteke erênî bû. Li ser vê bingehê me digel hemî aliyan nêzîbûneke heye û em li dijî wan kar nakin.Ji bo rejîmê jî heya niha di vê demê de tu diyalog û civîn tunene." 

Sernavên din

27/09/2020
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir