Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd

img

ENQERE – Hevsroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî operasyona li dijî partiya wan bersiv AKP’ê da û got: “HDP’ê serî netewand. Çond danenî. Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd. Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrişan bibin yek.” 

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî operasyona bi boneya çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatibûn li ser partiya wan hat birêvebirin civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Partiyên pêkahteyên HDP’ê ne beşdarî civînê bûn. Pervîn Bûldan daxuyanî da û diyar kir ku wan di civîna xwe ya MYK’ê ya duh pêk anîn de operasyonê bi berfirehî gengeşe kirine. 
 
Bûldan anî ziman ku wan di civînê de plansaziyek amade kirine û got: “Hevalên me duh binçavkirin demildest anîne Enqereyê. Bi kêliya operasyonê re hem me û hem jî destekvanên me xwedî li hevalên me derketin. Em carek din spasiya partiyan hemû û sazî û kesên piştevaniya me kirine dikin.” 
 
DEWAMA DARBEYÊ 
 
Bûldan operasyonê wek “operasyonek siyasî” pênase kir û got: “Îqtîdara ku hilbijartina 7’ê Hezîranê li xweşa wê neçû, dixwaze ji wê rojê heta îro tola xwe ji HDP’ê hilîne. 
 
Axaftina Bûldan wiha ye: “4 sal in Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me, hevşaredarên me û bi hezaran hevlên me hêj di hepsê de ne. Ji wê rojê ve operasyon li dijî partiya me didomin. Tu demê navber nedanê. Dixwazin destkeftiyên kurdan hemû desteser bikin. Şaredarên me destesrkirin û hevşaredarên me girtin. Her roj operasyon li ser operasyonê pêk tên û rêveberên navenda me, bajaran û navçeyan binçav kirin. Dixwazin me ji siyasetê dûr bikin. Van operasyonan heta kêliya duh jî dom kirin. HDP bi oprasyonek nû re ne rûbirû ye. Ev operasyon dewama operasyonên din e. Ev hewldana darbeyê ye. Di heman demê de ev dewama darbeyên siyasî yên AKP’ê ye. 
 
JI BILÎ PARASTINA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ TU TIŞTEK NEKIRINE 
 
Dema meriv li navê hevalên me duh hatin binçavkirin dinêre pir eşkere armanca operasyonê zelal e. Hevalên me hatin binçavkirin hemû ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têdikoşin. 
 
Ayhan Bîlgen vîna gelê Qersê ye. Ji bilî xizmeta ku ji xelkê Qersê kiriye tu sûcek wî nîne. Sirri Sureyya Onder di pêvajoya aştî û muzakereyê de cih girtiye û hevalek me ku alîkarî daye aştiya welat. Ayla Akat Ata ji bilî xebatên jinan tu têkoşînek din nekiriye û têkoşîna ji bo jinan ne sûc e û nabe sûc. Endamên MYK’a me ya yên berê Altan Tan û Emîne Ayna Nazmi Gûr, Alî Urkut û Beyza Ustun û hevalên me yê din, ji bilî têkoşîna aştî û azadiyê û demokrasiyê tiştek din nekirine. Endamê MYK’a me ya niha Alp Altinors û hevalên me hemû divê gavek beriya gavekê werin berdan. 
 
Ev xencerkirina têkoşîna demokrasiyê ye. Li Tirkiyê demokrasî, hiqûq û edalet hatiye binpêkirin. Di esasê xwe de armanca vê operasyona siyasî diyar e. Ji ber ku AKP nikare welat birêve bibe van operasyonan dike. Di nava alozî û krîzan de ye. Nikare van çareser bike, berê xwe dide HDP’ê û dixwaze peşkê li xebatê me bixe. AKP îro dike nake di tu siyasetê de bi ser nakeve. Ev operasyonek li dijî gelên Tirkiyê hemûyan e.
 
DI WAN ROJAN DE LI DIJÎ BARBARIYA DAIŞ’Ê HÊRS HAT NÎŞANDAN 
 
Wateya xwepêşandên çalakiyên 6-8’ê Cotmehê jî ew e ku têkoşîna gelên Tirkiyê ya li dijî barbariya DAIŞ’ê bû.  Di wan çalakiyan de 53 însan hatin qetilkirin. 47 însan ji wan HDP’yî ne. Tu lêpirsînek nehatiye vekirin. Tenê kesek derdixin pêş û li ser vê dixwazin operasyona îdrakê pêk bînin. Tevî gelek caran me pêşniyazname ji bo 6-8’ê Cotmehê da Meclîsê ku were lêkolînkirin lê AKP’ê bi dengên xwe red kir. Em îro pêvajoyek ku destûra lêkolînê nehat dayîn diaxivin. 
 
Di ser de 6 sal derbas bûye. Mîna ku tiştek nû be dikin rojev. Em ê heqîqeta çalakiyên Kobanê ku AKP dixwaze ji xwe re bike amûra siyasetê, ji gelên Tirkiyê re vebêjin. 
 
HER KU ÊRIŞ DIKIN WINDA DIKIN 
 
Me wek HDP, me wek gelê kurd, me wek jinan, me wek muxalîfan yên berya we jî dît. Em dizanin w eli ser vê axê zilm û îşkenceyên çawa li kurdan kiriye. Em vê ji serdemên bihûrî dizanin. Em Kenan Evren, Tansû Çîlerên we dizanin û nas dikin. Kurd bi salane bi vê zilmê re rûbirû ne. Lê belê tu demê serê xwe netewandin. Îro jî bi heman biryardariyê û heman awayî li vir carek din destnîşan dikin ku em ê qet û qet serî li ber derew û lîstikên we xwar nekin. Em partiyek wiha nîn in. Partiyek girseya wê ku serê xwe li ber we bitewîne nîne. Ev partî xwedî bi milyonan girse ye. Ji 6 milyonî bêtir hilbijarên wê hene. Hêvîya me her demê tazetir dibe. Hûn di her hilbijartinê de xwînê winda dikin û niha jî ji bo hilbijartinek mihtemel dîsa ketine nav rê û rêbazên hîlebaziyê û çawa êriş bikin. 
 
Êdî her tişt eşere ye. Êdî ne ew dema berê ye. Civak û gelên Tirkiyê bi we dizane û we baş nas dike. Hûnê winda bikin, her ku hûn êriş dikin jî hûn winda winda dikin. Civaka Tirkiyê di hilbijartinê de teqez wê hesab ji we bixwaze. Wê civak, partiyên siyasî, jin û aliyên zilma we li ser wan didome teqez dê di çarçoveya hiqûqê de û di sindoqên hilbijartinê de hesab ji we bixwaze. Bila tu gûmana we ji vê tune be. 
 
ME SERÎ NETEWAND Û EM Ê NETEWÎNIN 
 
Heke êriş ji AKP’ê were, divê têkoşîn jî ji muxalefetê were. Îro hin bêtir dem dema yekbûnê, hin bêtir dema em mil bidin milê hev e û divê îro bêtir rê û rêbazên meşa bi hev re werin dîtin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku gelên Tirkiyê wê hemû bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin. Bila şik û gumana kesî ji vê tune be. Yên tên bindestkirin wê serkeftiyê vê pêvajoyê bin. HDP wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve. HDP’ê serî netewand. Çond danenî. Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd. Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrişan bibin yek.” 
 
 
 

Sernavên din

27/09/2020
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir