Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne

  • rojane
  • 09:07 1 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Mûrat Mihçi, diyar kir ku seraktorên şerê di navbera Azerbêcan û Ermenîsatnê de Rûsya û Tirkiye ne û yên vî şerî gur diki her du dewlet in û got: "Di vê derê de zirara mezin digihê gelên her du welatan." 

 
Di 27'ê Îlonê de li Qerebaxê Ermenîstan û Azerbêcan pev ketin. Şerê di navbera her du dewletan de didome. 
 
Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Mûrat Mihçi, şerê navbirî û hesab û kîtabên Tirkiye û Rûsyayê yên di vî şerî de nirxandin. 
 
ŞEREKÎ BIXWÎN 
 
Mihçi, anî ziman ku pirsgirêka li herêma Qerebaxê pirsgirêkeke 30 salî ye û got, her du welat jî bi neyteke baş li dor maseyê rûnenştine. Mihçi, anî ziman ku hin welat vê yekê wekî amûreke tevlîheviyê bi kar tînin. Mihçi, destnîşan kir ku ji ber vê şer diqewime û daxuyaniyên propagandayî yên her du aliyan jî pêşî li ber rastiyan digirin. 
 
Mihçi got: "Her du alî jî ji bo cesaretê li civaka xwe bar bikin, li gor xwe nûçeyan parve dikin. Li gor çavdêriyên em ji rojnamevanên herêmê werdigirin, şer şerekî bixwîn e û bi awayekî giran didome. Ji her du aliyan jî mirî hene. Ev pevçûnên beramber veguheriye şer." 
 
TILIYA TIRKIYE Û RÛSYAYÊ 
 
Mihçi, rola Tirkiye û Rûsyayê ew e ku wekî endamên Koma Mînskê navbenkariyê bikin, lê belê her du dewlet jî rola xwe bi cih naynin. Mihçi, destnîşan kir ku di kûrbûn û dirêjbûna vê meseleyê de tiliya her du welatan heye. Mihçi, anî ziman ku Rûsya cesaretê dide Azerbêcanê û operasyon pesend kiriye û got: "Em dibînin ku Tirkiyeya ku endamê Koma Mînskê ye alî digire. her wiha li wir ÎHA û hin amûrên din ên şer hene. muhtemel e ku eb ji Tirkiyeyê hatine stendin. Jixwe tê zanîn ku Tirkiye li wê derê perwerdehiyê dide. Her wiha tê gotin ku ji Sûriyeyê cîhadparêz jî anîne da ku li dijî Ermenîstanê şer bikin. Yanî di gurbûna vî şerî de tiliya Tirkiye û Rûsyayê heye." 
 
Her wiha Mihçi, anî ziman ku têkiliya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan a bi Rûsyayê re, ne wekî ya serokwezîrê berê Serj Sarkîsyan e, lewma Rûsya di warê şer de cesaretê dide Azerbêcanê. Mihçi got: "A rast, ez dibêjim ev tê wateya hişyarkirina Ermenîstanê. Heger Azêrbêcan destûr ji Rûsyayê negirtina, wê neketa nava tiştekî wisa. Her du welat jî girêdayî Rûsyayê ne. Heger ûrisan bixwest ev mesele bê helkirin, wê di cî de mudaxile bikirana û bidana sekinandin. Lê ez dibêjim, ev pêvajo manewrayeke Rûsyayê ye. Helbet di vê derê de zirar digihê gelên her du welatan." 
 
AKTORÊ EWIL Û AKTORÊ DUYEM 
 
Mihçi, anî ziman ku ji xeynî Tirkiyeyê welatên din hemûyan di daxuyaniyên xwe de bal kişandine ser aştiyê û got: "Pir aşkere ye ku li wê derê aktorê ewil Rûsya û aktorê duyem jî Tirkiye ye. Ev her du aktor ji aktorên Ermenîstan û Qerebaxê li pêştir in. Her wiha Îran jî aktorek e. Wê liv û tevgerên avn aktoran kifş bibe bê ka pêvajo pêvajoyeke bixwîn e yan na." 
 
HEWLDANÊN JI BO KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ 
 
Ev çend roj in çapemeniya nêzî AKP'ê hin nûçeyan serwîs dike ku YPG'î ji bo şer çûne Ermenîstanê. Mihçi ev yek jî nirxand û got: "Li Emenîstanê gelek gel hene. Kurdên êzidî hene. Lê ne Ermenîstanê ne jî cihekî din pesend kiriye ku YPG'î çûne wir. He rdu alî jî dixwazin krîmînalîze bikin ku kurd ligel ermeniyan e. Ez bawer nakim ku ev yek rast be. Lê em dikarin vê bibêjin; êzidiyên li vê derê gotin; 'Em ne şer, em aştiyê dixwazin. Lê hege rşer biqewime em ê li nav refên Ermenî Qerebaxê cih bigirin.' Axirê li wê derê dijîn. Lê belê ev tenê daxuyaniyeke gelê xwecihî yê Ermenîstanê ye. Şer jî li wan nayê ferzkirin." 
 
‘ERMENÎ DI HEDEFÊ DE NE' 
 
Mihçi, destîşan kir ku nûçeyên çapemeniya nêzî îqtidarê û daxuyaniyên siyasetmedarên îqtidarê nefretê gur dikin û got: "Min der barê vê de tweetek parve kir û a rast deng jî veda. Ermenî hedef tên girtin. Li ber patrîkxaneyê meş hatin lidarxistin. Jixwe li gorî lêkolîna Weqfa Hrant Dînk di bilêvkirina nefret de Ermenî di rêza yekem de ne. Hêvîdar im ev yek veneguhere rewşeke xirab. Metirsiyeke me ya bi vî rengî heye. Lê belê ji polîsên li ber saziyên baweriyî xuyaye ku rewş xirab e. Îro sê rojên ji ber ku min gotiye tekane rê diyalog e, gef li min tên xwarin. A rast ev pêvajo ji bo ermenî û gelên din ên li Tiriyeyê pêvajoya herî zehmet e." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 

Sernavên din

02/10/2020
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê