Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir!

  • rojane
  • 11:07 5 Cotmeh 2020
  • |
img
MÛGLA - Sîbel Fîgen Yavûz a li Mîlasê dijî, diyar kir ku ji ber îlanekê kar a li ser înternettê bi Mûtlû Erbey hevdîtinê dike û dûre ji aliyê wî vê tê tecawîzkirin. Yavûz, da zanîn ku piştî Erbey tecawîzê wê dike, dûre bi 150 hezar TL’an radestî çeteya fuhûşê dike. 
 
Sibel Fîgen Yavûz (44) a li navçeya Mîlas a Mûglayê dijî, di 29’ê Sibatê de ji bo “Îlanên kar ên Mîsalê li karkeran digerin 48” a rûpela Facebook (https://www.facebook.com/groups/122039761776293/?ref=share) serlêdana kar dike. Ji bo vê serlêdana Yavûz, zilamê bi navê Mûtlû Erbay pê re dikeve têkiliyê û dûre tecawîzê wê dike. Yavûz, diyar kir ku Mûtlû Erbay xwe gihandiye wê û ji re karê “xwarina masiyan” teklîf kiriye û ew jî di çarçoveya kar de di 4’ê Adarê de çûye hevdîtina wî û got: “Ez çûm cihê karê wî. Cihê karê wî li çewlikekê bû. Li vê derê tecawîzî min kir, li min xist û dûre ez radestî çeteya fuhûşê kirim.” Yavûz, dest nîşan kir ku piştî bûyerê, diçe Serdozgeriya Komarê ya Mîsalê û derbarê Erbay de gilî dike, lê piştî ku îfadeya wî li Qereqola Eskerî ya Mîlasê tê girtin, dûre serbest tê berdan. Yavûz a ku tu encamê bi dest naxwe, serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) dide.     
 
‘TUNDÎ LI MIN KIR’
 
Yavûz, diyar kir ku piştî tê tecawîzkirin, diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Mîlasê û wiha axivî: “Min li nexweşxanê rapora derb û lêdanê girt. Ev kes bi çeteyekê fuhûşê re tevdigere. Li ser vî karî, gelek jin xistine tora çeteyên fuhûşê. Di 3’yê Adarê de, bi Erbay re nêzî 40 deqayan hevdîtine min a li ser kar çêbû. Ji min agahiyên nasnameyê xwest qaşo ji bo sîgorteya kar. Min jî jê re got, ji ber ku dosyayên min ên heczê hene, ger sîgorteya min niha çêbikin, wê dewlet dest dane ser pereyê min. Ji bo vê min jê xwest ku niha sîgorteya min çênekin. Wî jî, ji min got, ‘Çiqas deynê te yê îcarayê heye? Agahiyên wê ji me re bişîne, em ê ji hesapgêrên xwe re bêjin, da ku bi baldar bin.’ Min jê bawer kir û min jêre got bi giştî deynê min 52 TL ye. Dûre roja 4’ê Adarê ji bo hevdîtina kar ez li wesayîta xwe sîwar kirim û birim çewlikekê. Di wesayîtê de 2 kesên din jî hebûn. Dema em çûn çewlikê 2 jinên bi navê Ozlem û Pinar hebûn. Bi istar min xwest ez biçim malê, lê wan destûr nedan min. Ji ber min xwest biçim malê tundî li min kirin.” 
 
‘XWESTIN SENED BIDIN ÎMZE KIRIN’
 
Yavûz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî tundiya li min hat kirin, Erbay ez bi 150 hezar TL’an dam jina bi navê Pinar. Êdî min fêm kir ku ez xistime nava xefikê. Min dîsa îtîraz kir. Jinan bi navê Pinar li ser vê îtîraza min ji Erbay re got; ‘Ka vê keçkê derxîne jor û hinekê pê re bi axive.’ Erbay ez birim odeyek biçûk û li min xist. Dest danî ser telefonam min. 4 caran min xwest bir evim. Piştre Erbay tecawîzê min kir. Piştî van hemû kiryarên anîn serê min Erbay ji min re got; ‘Êdî karê min bi te nema. Ezê niha te bidim radestî zilamekê bikim. Te ez pir kirim zoriyê. Kesekê ku tu wî nas dikî, derbarê te de hemû agahî dane min. Ger tiştê em ji te dixwazin tu nekî, emê dimenên te yên kêliya tecawîzî li her derî balav bikin. Niha ez vê derê te bi kujîm jî, kesek jî pê nahese.’” 
 
‘DÛRE EZ REVIYA’ 
 
Yavûz, der birî ku dûre bi awayekê ji çewlikê karî bireve û wiha bilêv kir: “Keskê bi navê Alî yê bi Pinar re bû, li dû min hat û hewl da min li wesayîtê siwar bike. Ez ketim erdê. Pinar got ‘Biçe keçik mir.’ Kesekê li benzîngehê bû hat alîkarî da min. Dûr e Erbay bi telefonê li min geriya. Min ji wî re got, ger tu bela xwe ji min venekî ezê xwe bi kujim. Te tecawîzê min kir, dîmenên min kişandin û bi van dîmenan te gef li min xwar. Kesê li benzîngehê ez li wesayîtekê siwar kirim û ji min re got biçe gilî bike. Dûre bav û birayê min hatin gel min. Em bi hevre çûn Qereqola Eskerî ya Mîlasê û min gilî kir. Piştî vê bûyerê, heya 3 mehan jî ez nehatim ser hişê xwe. Hîna jî li Nexweşxaneya Hala Bodrum Acibademê tedawiyê dibînim.” 
 
‘KES MIN NA PARÊZE’
 
Yavûz, diyar kir ku ligel giliya min kir jî Erbay li derve bi rehetî digere û wiha rêz kir: “Min serî li ku derê da, dosyeya min paş guh kirin. Dûre min serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da. Li ser gilî û serlêdanên min 4 parazvan dan min. Lê niha yek ji wan jî min naparêzin. Min li cihekê dest bi kar kir. Ji bo vê min parazvan xwestin. Qereqola Navçeya Bodrumê ji bo vê, dosyeya dozê ji min xwest. Min agahiyên cihê karê xwe ji qereqolê re şandin. Piştre telefonên gef xwarinê ji bo cihê karê min hatin.” 
 
WÊ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE YA HIQÛQÎ BERNEDE
 
Sibel Fîgen Yavûz, dest nîşan kir ku li navçeya Mîlasê çeteyên fuhûşê hene û wiha bi dawî kir: “Di nava van çeteyan de gelek kes û hêzên ewlekariyê hene. Lê çi dibe bila bibe. Ez ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedim. Kesên derdora min, ji min re dibêjin ‘Tu vale vale li edaletê digerî. Ji ber ku di nava wan de esker û dozger jî hene. Tu nikarî tiştekê bikî.’ Ez dixwazim her kes, ji bo min bibin alîkar. Ger pêşiya çeteyên fuhûşê neyê girtin, wê hîna gelek jin bikevin tora wan. Ezê tu carî dest ji vê şerê xwe yê hiqûqê bernedim.”
 
‘FÎRMAYAN GILÎ KIRIN’
 
Li aliyê din, derket holê ku zilamê bi navê Erbay nafê çend fîrmeyên “Xwarina masiyan” bi kar aniye. Van Fîrmayan jî derbarê Erbay de li Serdozgeriya Komarê ya Mîlasê gilî kirin. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

08/10/2020
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam
11:42 Şahidê mirina li ser sînor vegot
11:31 'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da'
10:39 Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin
10:11 Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?
09:18 Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye
09:17 Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin
09:17 Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...
09:16 Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim
09:16 ‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê'
09:08 Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin
09:08 Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne
09:04 Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir
06/10/2020
20:32 Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine
20:29 Agirê bi Baxçeyên Hewselê ket hat tefandin
16:56 Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me
16:25 Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e
15:49 Li Ebexê li ser sînor welatiyek hat kuştin
15:34 Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin
15:06 Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
14:50 Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû
14:33 Li El Babê teqînek mezin rû da
14:26 Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
13:51 Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû
13:51 Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir
13:40 ‘MA li vî welatî kok berdaye, êrîş nikarin wê bêbandor bikin’
12:43 Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
12:36 ÎHD: Divê çalakiyên Kobanê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin
12:25 23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye
12:03 Li Rihayê qezaya trafîqê: 15 karker birîndar bûn
12:00 3 kes li Mêrdînê hatin girtin
11:33 Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de
11:11 Jinên kurd ên rojnameger: Em ê pêşengtiya xwe mezin bikin
11:06 Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
11:05 Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn
10:37 Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin
10:24 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:11 Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike
10:10 Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne