Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin

  • jin
  • 09:02 6 Cotmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Jinên TJA'yî yên Şirnexî, diyar kirin  ew ê li herêmê di çarçoveya kampanyayê de balê bikişînin ser şewatên dar û daristanan û gotin: "Dixwazin  şewat û qirkirina xwezayê li me bidin ferzkirin. Lê belê em ê rê nadin van polîtîkayan. Wan heta îro hezar dar şewitandibin, em ê şûna wan darên şewitî sed hezar daran biçînîn. Em xwezaya xwe diparêzin."

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî êriş û polîtîkayên taybet ên li ser kurdan, li gelek bajaran kampanyaya ‘Em Xwe Diparêzin’ da destpêkirin. Yek ji bajarên ku kampanya lê hatiye destpêkirin jî Şirnex e. Li Şirnexê, jin li dijî her cûre tundî,destdirêjî û tunehesibandinê, mal bi mal û tax bi tax xebatên xwe didin meşandin. Li herêmê di çarçoveya kampanayayê de jin dê bêtir balê bikişînin ser şewatên li herêmê. Der barê xebat û naveroka kampanyayê de aktivîstên TJA'yê û hevserokên HDP’ê yên Şirnexê axivîn. 
 
'LI BOTANÊ EM XWEPARASTINÊ BI RÊXISTIN DIKIN' 
 
Aktivîsta TJA’yê Zozan Aksu, diyar kir ku li herêmê li hemberî jinan polîtîkayên taybet tên meşandin û wiha got: "Li dijî qirkirina ziman, çand û wêrankirina xwezayê em ê xwe birêxistin bikin. Pêwîst e em li hemberî îstîsmaran, destdirêjî, tacîz û qirkirina xwezayê xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Weke jinên Botanê em ê di serî de rêxistibûyina xwe xurt bikin. Hewceye ku di serî de em bersiva pirsa,  em jin wê çawa xwe birêxistin bikin? Bidin. Xebatên me yên ewil ew e ku em biçin gel jinan û bi wan re bicivin. Em ê li herêmê li dijî destdirêjiya ku bi destê dewletê pêk tê, jinan perwerde bikin. Ne tenê ji jinan re di heman demê de ji zarokan re jî em ê bernameyan amade bikin. Ji bo ku zarokên me zêdetir zimanê dayikê biaxivin em ê bernameyên cûr bi cûr li dar bixin. Xwezaya Botanê gişt tê qetilkirin. Pêwîste ku em gelê Botanê tevahî bi hev re bertek nîşanî vê qirkirinê bidin. Em bang li jinên Botanê dikin ku werin em bi hevre xweza, çand û zimanê xwe biparêzîn." 
 
'EM XWE BIPARÊZIN XWEDÎ LI XWEZAYA DERKEVIN'
 
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag jî bi lêv kir ku li dijî her cûre polîtîkayê yekzilamî ew ê têkoşîna xwe xurt bikin û ev tişt anî ziman:" Li gel dayîna starta kampanyayê me xebatên xwe lez û bez dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de em tax bi tax û gund bi gund digerin. Li ku derê jinek hebe, em dixwazin ku xwe bigihînînê. Li dijî van polîtîkayan divê jinên herêmê xwe çawa biparêzin? Em vê yek bi yek ji jinan re vedibêjîn. Em dixwazin ku jinên Botanê li her derê xwe biparêzin. Bi her awayî em ê piştgiriyê bidin wan. Em ne tenê xwe, em hem derdora xwe û hem jî  her zindiyekî diparêzin. Em xwe biparêzin û xwedî li xwezaya xwe derkevin." 
 
'WAN HEZAR DAR ŞEWITANDIBIN EM Ê DEH HEZAR DARAN BIÇÎNIN'
 
Hevseroka Rexistina HDP'ê ya navçeya Cizîrê Gûler Tunç jî da zanîn ku yek ji armancên kampanya TJA’yê li herêmê teşhîrkirina polîtîkayên taybet e û wiha axivî: "Armanca me ew e ku bi taybetî zarokên ku bi destê dewletê tên îstismarkirin biparêzin. Ev pêngav li dijî hişmendiya  ku tune dike, wêran dike, dixwe û dikuje hat destpêkirin. Xebatên kampanyayê tenê bi daxuyaniyan pêk nayên. Wê xebatên me yên atolyeyan li taxan, gundan dest pê bikin. Her wiha wexta me têrê bike em ê meclisên jinan ava bikin. Dîsa em ê li taxan bernameyên weke şano û şevbihurkên jinan li dar bixin. Hemû dar û daristanên me şewitandin. Dixwazin şewat û qirkirina xwezayê li me ferz bikin. Lê belê em ê rê nedin van polîtîkayan. Wan hezar dar şewitandibin, em ê şûna wan darên şewitî sed hezar dar biçînin. Em ê piştgiriya gundên ku xesar ditîne û welatiyên ku çavkaniyên wan ji holê hatine rakirin bikin. Em ê li gel xweparastinê van kiryaran bidin sekinandin. Em bang li hemû jinan û saziyên jinan dikin ku di vê pêvajoyê de li gel me cih bigirin û em bi hev re li dijî êrîşan tebikoşin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

08/10/2020
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam
11:42 Şahidê mirina li ser sînor vegot
11:31 'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da'
10:39 Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin
10:11 Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?
09:18 Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye
09:17 Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin
09:17 Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...
09:16 Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim
09:16 ‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê'
09:08 Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin
09:08 Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne
09:04 Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir
06/10/2020
20:32 Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine
20:29 Agirê bi Baxçeyên Hewselê ket hat tefandin
16:56 Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me
16:25 Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e
15:49 Li Ebexê li ser sînor welatiyek hat kuştin
15:34 Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin
15:06 Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
14:50 Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû
14:33 Li El Babê teqînek mezin rû da
14:26 Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
13:51 Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû
13:51 Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir
13:40 ‘MA li vî welatî kok berdaye, êrîş nikarin wê bêbandor bikin’
12:43 Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
12:36 ÎHD: Divê çalakiyên Kobanê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin
12:25 23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye
12:03 Li Rihayê qezaya trafîqê: 15 karker birîndar bûn
12:00 3 kes li Mêrdînê hatin girtin
11:33 Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de
11:11 Jinên kurd ên rojnameger: Em ê pêşengtiya xwe mezin bikin
11:06 Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
11:05 Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn
10:37 Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin
10:24 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:11 Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike
10:10 Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne