Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin

  • rojane
  • 09:09 8 Cotmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve li Kurdistanê, zilm û zordariyên li ser gelê kurd pêk hatine, dengbêjan nehiştine ku bên jibîrkirin. Dengbêj Ehmed Belge yê ku bi klamên xwe tim qala zilma li ser kurdan dike, got: “Polîtîkayên li dijî kurdan, tu carî neguheriye û hîn jî berdewam dikin.”

 
Di wêjeya devkî ya kurdî de dengbêjî  xwedî cihekî girîng e. Li Kurdistanê ji dîrokê ve heta niha bi hezaran serpêhatiyên mîna êş, evîn, zilm, şer û komkujî, bi klamanên dengbêjan heya roja îro hatine. Carînan Evdalê Zeynikê, carînan Mîrê Botanê û carînan jî Mem û Zîn dibin mêvanên klamên dengbêjan. Komkujî, hovîtî û lehengiya kurdan a ku bi salane hewl didin ku bidin ji bîr kirin bi saya dengbêjiyê ji nifşekî derbasî nifşek din dibe. Ligel gotina her klamekî rêwîtiya raborî ber bi pêşerojê ve ji nû ve dest pê dike. Dengbêj Ehmed Belge yê ku di zarokatiya xwe de heta niha bi dengbêjiyê serpahatiyên kurdan ji pêşerojê re radigihîne, bûyer û efsaneyên ku li herêma Botanê qewimîn bi klamanên xwe zindî dike.
 
KLAMA BEDIRXAN BEG
 
Yek ji serpêhatiyên ku di nava gelê Kurd de nav û deng têkoşîn û sekna Bedirhan Beg e. Dengbêj Ehmed Belge, Bedirxan Beg ê ku bûye mijara klaman wiha vedbiêje: “Bedirxan Beg dema ku bû Emîrê Botanê 19 salî bû. Wê demê Împaratoriya Osmanî gelek guhertinên îdarî pêk anîn.  Bedirxan Beg di navbera Împaratoriya Osmanî û feodalên kurd de rolek girîng dilîst. Bedirxan Beg baca û esker nedan hikûmeta Osmaniyan. Bedirxan Beg, serxwebûn ragihand û Cizîr kir paytext. Pişt re ala kurd bi keleha Cizîrê ve daliqand. Paşê, Osmaniyan ji sê aliyan ve êrîş kirin û dema Cizîr dorpêç kirin, Bedirxan Beg û biraziyê wî dil girtin.  Bedirxan Beg piştî ku hat dil girtin, dibin Sewasê û li wir derbasî Stenbolê dikin. Dûre wî û malbata wî bi veşartî derbasî Yewnenîstanê dikin. Di wê demê de Yewnenîstan di bin hikmê Osmaniyan de bû. Bedirxan 7 salan li girava Yewnenîstanê tê girtin. Di wan 7 salan de Bedirxan Beg bi fikir û ramanên xwe rê û rêbaz nîşanî hikûmetê didan. Hîn kes dibêjin 19 kurê Beg hebûn û kirin mezinên hêza hikûmetê ya leşkerî. Pişt re ji Yewnenîstanê Bedirxan beg dişînin Şamê. Bedirxan Beg wekî Mîrê Mîran tê pênase kirin. Beg bi daxwaza xwe emrê xweyê heyî li Şamê derbas dike û li wir emrê xwedê dike û gora wî niha jî li Şamê ye. Li ser vê xakê bi hezaran lehengên mîna Bedirxan Beg hene. Em jî wekî Dengbêjên vî gelî ji bo ku wan nedin jibîr kirin her tim dibêjîn û didin guhdarî kirin."  
 
KLAMA MÎRÊ BOTAN 
 
Dengbêj Ehmed, bal kişand ser klama Mîrê Botanê û wiha axivî: “Wexta ku koçer diçin zozanan quntara Kêre pezvan ber berxan bûn. Şivanên van yek ji van qîzîk, yek ji van jî lawik bû. Ev herdu nasînên hev bûn. Ji hevdû hez dikirin. Dibêjin Kevokek Mîrê Botan hebû. Ev kevok hevalê herî pêbawer û dilsoz ê yê Mîr bû. Mîre Botan ew kevok dişand da ku guh bide derdorê. Bi saya vî kevokî haya Mîr ji bûyerên diqewimîn çêdibû. Rojekî Kevok baz dide û diçe. Ev kevok van herdû evîndaran guhdar dike. Kevok piştî ku li van her du evîndaran guhdar dike, diçe dîwana Mîr û jêre dibêje, ‘Min îro dengek wisa bihîst ku min di jiyana xwe de nebihîstiye.’ Mîr mereq dike û dipirse 'Ev çi denge wisan?' Kevok ji Mîr re dest bi vegotina du evîndaran dike. Mîr ferman dide û lawik diavêjin zîndanê. Li ser vê bûyerê li Zomê mal ber bi barkirinê ve diçin. Keçika evîndar ji Mîr re dibêje 'Mîrê min guh bidin min û hûn paşê çi bikin bikin.' Li ser vê gotina keçika evîndar; Mîr, kevok û çend kes tên milê pirê û li wir xwe vedişerin. Keçik îdare nake û qesta Cizîrê dike. Bi qayikê dixwaze derbas bibe. Lê xwediyê qayikê ji ber fermana Mîr keçikê derbas nake. Mîr ji keçikê re dibêje 'Ez te guhdar dikim.' Keçik dest bi vegotina evîna xwe dike. Mîr piştî guhdarkirinê lawik ber dide û herdû evîndar digihîjin mîraza xwe. Piş re ev serpêhatî li herêmê belav dibe û dibe klameke evînê li ser zimanê Dengbêjan."
 
HAWARA ŞIRNEXÊ 
 
Dengbêj Ehmed, anî ziman ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê heye roja îro gelê kurd bi berxwedanên bêhempa zilm têk biriye û wiha klama li ser zilmê vedibêje: "Di dîrokê de heta niha gelê kurd rastî gelek zilm û zordestiyan hatin. Ji roja ku Împaratoryiya Osmanî û Komara Tirkiyeyê hat avakirin ve, kurd her tim rastî zilmê hatin û bajarên wan tim di dorpêçê de ne. Eskeran axayên eşîran hilweşandin, mal û milên kurdan talan kirin, zar û zêçên wan koçber kirin. Dema ku dor hat Şirnex, şer derket û Goyî bi hewara Şirnexê ve hatin û li bajêr şer dest pê kir. Klama Hawara Şirnexê jî vê hatiye gotin. Ji damezrandina Komarê ve heta roja me ya îro nêzîkatiya li dijî kurdan tu carî neguherî û hîn jî berdewam dike. Em jî wekî Dengbêjên vî gelî, êş, evîn, berxwedan û têkoşîna gel bi klamên xwe ber bi siberojê ve dibin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

11/10/2020
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane