STENBOL - 2'emîn danişîna doza Rojnameger Necla Demir li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê pêk hat. Dozger der barê Necla Demîr de beraet xwest û doz taloqî 28'ê Cotmehê kir.
2'emîn danişîna doza Rojnameger û Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Karinca ya berê Necla Demîr, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê pêk hat. Der barê Rojnameger Necla Demîr de bi îdeaya "Gel sewqî kîn û nifrinê kiriye" û "Heqaret li Serokomar kiriye" doz vekiribû. Di danişînê de parêzerê Demîr Sercan Korkmaz amade bû. Li salona dadgehê Demir parastin kir û sucdariyê li ser xwe red kir. Demir, anî ziman ku wê bi mantiqa rojnagerî û agahiyê tev geriya ye û wekî din armanca wê tune ye. Demir, beraeta xwe xwest.
Parêzerê Demîr Sercan Korkmaz jî parastin kir û sucdariyên li ser Demîr red kir. Parêzer Korkmaz anî ziman ku Demîr Nexweşa Dil e û xwest beraet bibe. Piştî parastinê dozger mutalaa pêşkêş kir û beraeta Demîr xwest.
Dadgehê jî piştî parastinê ji bo nirxandinê danişîna dozê taloqî 28'ê Cotmehê kir.